Komîteya Birevebiriya Navendî ya PAKê li Amedê civîna xwe li dar xist: Divê li ser bingeha daxwazên asgarî yên netewî û demokratîk, em tifaqa hilbijartinê pêk bînin

Komîteya Birevebiriya Navendî ya PAKê li Amedê civîna xwe li dar xist: Divê li ser bingeha daxwazên asgarî yên netewî û demokratîk, em tifaqa hilbijartinê pêk bînin

Komîteya Birêvebiriya Navendî (KBN) ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), di rojên 21-22yê Nîsanê de li Amedê civîna xwe li dar xist û û careke din bangî aliyên siyasî yên kurd û Kurdistanî kir ku Blokeke Kurdî ya Hilbijartinê bê avakirin:

A+A-

 

 

 

 

 

Divê li ser bingeha daxwazên asgarî yên netewî û demokratîk, em tifaqa hilbijartinê pêk bînin

Komîteya Birevebiriya Navendî(KBN) ya PAKê  di rojên 21-22.04.2018an de li Amedê civîna xwe ya bi beşdariya beşek ji endamên meclîsa PAKê li dar xist.

KBN ya PAKê rewş û xebatên PAKê nirxand û bal kişand pêwîstiya xebateke hîn birêkûpêktir, hîn organîzetir. Herweha ji bo ku PAK bikaribe rola xwe ya pêwîst ya di doza azadiya Kurdistanê de bi cih bîne, biryarên pêwîst wergirt.

KBNya PAKê rewş û rûdanên li  welatê me û li herêmê bi berfirehî nirxand û siyaset û nexşerêya  PAKê ya di derbarê hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê di roja 24.06.2018an de dê li dar bikeve, tesbît kir.KBNya PAKê di derbarê siyaseta PAKê ya di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de dixwaze van agahdariyan bi raya giştî  re parve bike:

- Li gorî biryara Parlamentoya Tirkiyeyê di roja 24.06.2018an de li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê dê hilbijartinên pêşwext ên ji bo Parlamento û Serokkomariyê li dar bikeve. KBNya PAKê careke din diyar dike ku girîngiyeke mezin dide, hevdîtinên di navbera partiyên Kurdistanî yên  ji bo hilbijartinan. KBNya PAKê dibêje, girîngî û pêwîstiya pêşnîyariya partiya me ya di derbarê Bloka Kurdî de û  wan xalên esasî yên ku me destnîşan kiribûn,îro hîn zêdetir derdikeve pêş. Ji bo ku gelê kurd û Kurdistanê bikaribin wekî aliyekî tevbigerin, KBNya PAKê bangî hemû aliyên peywendîdar dike da ku em  zûtirîn  dem li ser bingehê daxwazên asgarî yên netewî û demokratîk ên gelê Kurdistanê  tifaqa hilbijartinê pêk bînin. KBNya PAKê dibêje heger aliyê kurd û Kurdistanê tifaqa xwe ya netewî û demokratîk ya hilbijartinê pêk bînin, wê gavê em dikarin bi wan aliyên Tirkiyeyî yên siyasî, sivîl, demokratîk ên azadîxwaz, demokrat, edaletxwaz, yn ku li dijî şer û Rewşa Awarte ne, yên ku piştgiriya daxwazên asgarî yên netewî yên gelê Kurdistanê dikin re jî hevkariyên hilbijartinê pêk bînin. Heger  em hêza xwe bikin yek, em ê  di tayînkirina qedera hilbijartinê de bibin aktorekî esasî.

 

-KBNya PAKê di wê baweriyê  de ye ku pirsa kurd û Kurdistanê  ne ew pirs e ku bi hejmara parlamenterên li parlementoyê ve bê çareserkirin. Ev pirs pirseke siğyasî û netewî yê, pirsa welatekî û miletekî ye  û bi hevdîtin û mitabaqata herdu aliyan dikare bê çareserkirin.Lê nabe ku em girîngiyê nedin hilbijartinan jî. Divê wek aliyekî, em doza azadî, demokrasî û adaletê ya gelê xwe bi rêya hilbijartinê jî bikaribin biparêzin, pêşde bibin. Aşkere ye ku  Qanûna Bingehîn, qanûnên din, sîstema hilbijartinê gelek astengî, qedexe û bendan derdixe pêş gelê me . Lê astengî bi van jî naqedin; bi Rewşa Awarte, bi vê biryara hilbijartina pêşwext ya ku Hikûmet dixwaze hemû aliyên din bê amadehî, bi şerpezeyî bixe hilbijartinan, ev helwesta li dijî demokrasiyê û astengiyên li ber me derketiye asteke herî bilind. Lê dîsa jî divê heta ku ji destê me bê em gelê xwe bê alternatîf nehêlin. Bi vê hişmendiyê û  li ser daxwazên  asgarî yên gelê me, ji bo ku  em  bikaribin  tifaqeke herî berfireh pêk bînin, divê em  hewlên xwe germtir û bileztir  bikin.

 

-KBNya PAKê dibêje, em bangî hemû aliyên peywendîdar dikin da ku tifaqeke netewî û demokratîk ya ji bo hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an em pêk bînin û dibêje, ev tifaq, dikare ji bo hilbijartinên şaredariyan ên ku di Adara 2019an de dê li dar bikeve jî bibe bingeheke xurt  û divê em ji niha ve xwe ji  hilbijartinên  şaredariyan re amade bikin.

pak-2-2--001.jpgpak-3-3-.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin