Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya NYyê: Rewşa li Tirkiyeyê metirsîdar e

Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya NYyê: Rewşa li Tirkiyeyê metirsîdar e

.

A+A-

Seroka Komîteya Jêr a Astengkirina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekgirtî Suzanne Jabbourê gotiye, Tirkiye bi taybet ji bo ku di saetên destpêkê yên desteserkirinê de desteserkiriyan li dijî îşkence û kiryarên xirab baştir biparêze, divê zêdetir gavan biavêje.

Pisporên Komîteye Jêr a Astengkirina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekgirtî, cara duyem e ku serdana Tirkiyeyê kiriye. Pisporan piştî serdanê, duh (21ê Îlonê) daxuyaniyek daye.

Seroka delegasyona ku serdana Tirkiyeyê kiriye û Komîtiye Jêr Suzanne Jabbourê gotiye, Tirkiye bi taybet ji bo ku di saetên destpêkê yên desteserkirinê de desteserkiriyan li dijî îşkence û kiryarên xirab baştir biparêze, penaberan li navendên dersînorkirinê piparêze divê zêdetir gavan biavêje.

Jabbourê bibîr xistiye û gotiye ku Tirkiyeyê Protokola Bidaxwazî ya Peymana li Dijî Ceza yan jî Kiryarên Biçûkxistinê an jî Dijmirovî, Îşkence û yên din ên Zalimane (OPCAT) di sala 2011ê de pesend kiriye û li gorî vê jî Mekanîzmaya Astengkirinê ya Netewî (UOM) di sala 2014ê de saz kiriye.

Jabbourê diyar kiriye ku wan li heft bajaran serdana girtîgeh û navendên desteserkirinê kirine û metirsiyên wan ên derbarê pêkanîna mafên bingehîn û ewlehiyê de dewam dikin ku ev maf û ewlehî divê di saetên destpêkê yên desteserkirin û girtinan de bi rengekî bibandor pêk bên.

Seroka Komîteya NYyê diyar kiriye ku qawîş gelekî qerebalix in û metirsiyên wan derbarê şert û mercên jiyanê de hene. Jabbourê her weha behsa şert û mercên penaberan ên li navendên dersînorkirinê tên girtin jî kiriye û ji bo rewşa wan jî diyar kiriye ku "ew metirsîdar in".

Komîte wê du raporan amade bikin

Li gel Suzanne Jabbourê Catherine Paulet, Daniel Fink û Juan Pablo Vegas li ser navê Komîteya Jêr a Astengkirina Îşkenceyê ya NYyê, di navbera 4 û 15ê Îlona 2022yê de serdana Tirkiyeyê kiriye. Heyet piştî van serdanan wê du raporên nepen amade bike ku di yekê de pêşniyar ji bo Tirkiyeyê yek jî ji bo UOMê hene. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin