Komîsyona mafên mirov ya Iraqê: Di xwepêşandanên Iraqê de 545 kes hatine kuştin

Komîsyona mafên mirov ya Iraqê: Di xwepêşandanên Iraqê de 545 kes hatine kuştin

Komîsyona mafên mirov ya Iraqê ragihand, heta niha 545 kes di xwepêşandanên Iraqê de hatine kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Endamekî komîsyona mafên mirov ya Iraqê bi navê Elî Beyatî ragihandîye, ji destpêka xwepêşandanên Iraqê ve heta niha herî kêm 545 kes hatine kuştin ku 17 ji wan polîs in.

Elî Beyatî daye zanîn, nêzîkî 24 hezar kes jî birîndar bûne û 79 kes jî hatine revandin. Di nav yên ku hatine revandin de, çar jin hene. 22 revandî hatine berdan, yên din jî hîn nayê zanîn çi hatîye serê wan.

Ev amar di deemkî de tê ragihandin ku NY ragihandîye, heta niha herî kêm 600 kes di xwepêşandanên Iraqê de hatine kuştin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin