Komîsyona Ewropayê piştgirî da Yewnenîstanê

Komîsyona Ewropayê piştgirî da Yewnenîstanê

Yekitîya Ewropayê di rageşîya di navbera Tirkîye û Yewnenîstanê ya li Behra Sipî, piştgirî da Yewnenîstanê.

A+A-

Komîsyona Ewropayê di derheqê rageşîya di navbera Tirkiye û Yewnenîstanê de daxuyanîyek belav kir. Komîsyonê dîyar kir ku, “YE, piştevanîyeke xurt dide Komara Kibrisê û Yewnenîstanê.”

Ji alîyê din Atîna bilez YE gazî kir civînê. Li gorî agahîyan civîn wê di derheqê rageşîyê de be.

Tevî pêngava YEyê Berdevkê AKPê Omer Çelîk û Wezîrê Karên Derve yê Tirkîye Mevlut Çavuşoglu daxuyanî belav kirinç

Çelîk got “Bila YE nehêle Yewnenîstan hemû Ewropayê bike lîstîka xwe.”

Çavuşoglu jî dîyar kir ku, ew ê şandina keştîyên xwe bidomînin di vê mijarê de bi bîryar in û wê mafê xwe yê li Behra Sipî û Kibrisê biparêzin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin