Komîsyon lêkolînê li ser giliyan dike

Komîsyon lêkolînê li ser giliyan dike

Piştî cudakirina cureyên giliyan, lijneyeke bilind a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê dest bi lêkolîna li ser giliyan kir û piştre jî ji bo biryara dawî dê were ber endamên komîsyonê.

A+A-

Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil  ragihand, ku dest bi lêkolîna li ser giliyan dikin û got: “Di cudakirina giliyan de derket holê ku 779 gilî di roja hilbijartinan de bûn, 189 gilî di dema helmeta hilbijartinan de û 77 gilî jî dubare bûne.”

 

Dr. Cotyar Adil herwiha eşkere kir, ku piştî temambûna lêkolînên li ser giliyan, encam dê werin ber Encûmena Komîsyaran, ew jî dê biryara dawî bidin.

 

Heta niha encamên dawî yên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê yên 30ê Îlonê nehatine ragihandin, ev jî ji ber wê yekê ye ku hezar û 45 gilî hene ku di encama hilbijartinan de hatine tomarkirin û ji bilî wê jî 200 sindoq hene ku li ser wan qurdeleya sor hatine xistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin