Komeleyên Ehmedê Xanî ji bo dersa Kurdî bang li malbatan kirin

Komeleyên Ehmedê Xanî ji bo dersa Kurdî bang li malbatan kirin

.

A+A-

Komeleyên Ehmedê Xanî yên Stenbol, Êlih û Rihayê piştgirî dan kampanya dersa bijarte ya Kurdî û ji malbatên Kurd daxwaz kirin, ku ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên navendî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike.

Serokê Komeleyên Ehmedê Xanî yên Stenbol, Êlih û Rihayê ku di warê ziman û çanda Kurdî de xebatan dimeşînin, ji bo dersa bijarte ya Kurdî bang li gelê Kurd kirin.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Êlihê, Mihemed Saîd Temel dibêje, cara yekemîn e li Komara Tirkiyê dersa Kurdî di dibistanan de cih digre û divê Kurd ji wê derfetê sûd werbigirin.

Mihemed Saîd Temel got, “Banga min ji bo Kurdan ev e ku navê zarokên xwe ji bo dersa Kurdî qeyd bikin û eger bi sed hezaran kes vê dersê hilbijêrin, dewlet neçar dibe hem mamosteyan tayîn bike û hem jî polan veke.”

Îsal li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, sazî û rêxistinên Kurdan, ji bo dersa Kurdî kampanyayên berfireh dane destpêkirin. Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Stenbolê Yunus Bekret jî, bi taybetî bang li Kurdên Stenbolê kir û ji wan daxwaz kir dersa Kurdî hilbijêrin.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Stenbolê, Yunus Bekret bang li Kurdên Stenbolê dike, ku dersa Kurdî ji zarokên xwe re hilbijêrin.

Yunus Bekret got, “Ji bo hilbijartina dersên Kurdî demeke kurt maye, em bang li milletê xwe yê li Stenbolê û cihên din dikin ku ji zarokên xwe re dersa Kurdî hilbijêrin. Gotineke pêşiyan heye ku dibêje, dar li ser koka xwe şîn dibe, mirov li ser koka xwe.”

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê xebatên girîng bo dersa bijarte ya Kurdî tên meşandin. Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê Ezîz Baydilli jî dibêje, “Li ser zarokên Kurdan otoasîmîlasyonek heye û pêwîst e Kurd bi yek dengî piştgiriya kampanyayên zimanê Kurdî bikin. Eger gelê Kurd li dijî pişaftinê reaksiyoneke tund nîşan nede, dê çend salên din ji bo hinek tiştan gelek dereng be.”

Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, serî li rêveberiya dibistanan bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Li gor Rêziknameya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, li her dibistaneke Bakurê Kurdistanê yan yên Tirkiyê eger li dibistanekê 10 xwendekar dersa bijarte ya Kurdî hilbijirên, dê di hefteyekê de 2 dersên taybet bi zimanê Kurdî ji bo wan bê dayîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin