Komarî li ser Tirkîyeyê daxwaza dorpêçê dikin!

Komarî li ser Tirkîyeyê daxwaza dorpêçê dikin!

Li gor rojnameya Reutersê: Komarî li DYA ji bo dorpêçkirina Tirkîyê pêşnûmeya biryarê amade kirine.

A+A-

Li gor rojnameya Reutersê: Komarî li DYA ji bo dorpêçkirina Tirkîyê pêşnûmeya biryarê amade kirine.


Senator Scott, li ser kirîna S-400 an ji bo pêkanîna dorpêçkirinan li ser Tirkîyê di amadekarîya pêşnûmeya biryaran de ye. Li gor nûçeya Reutersê; Divê, “yasaya CAATSA bigiştî were pêkhanînê”. Senato ya di kontirola Komarîyan de jî, dixwazin pêşnûme were sepandin û fişarê dixin ser Serokê DYA Trump ku li ser Tirkîyê dorpêçê pêk bîne.

Li gor nûçeya Reutersê, Rick Scot Senatorê Komarî ya DYA yê jî, ji bo Tirkîyeya ku ji Rûsyayê S-400an kirîye, ji Senotorîya DYA re di amadekarîya pêşnûmeyeke biryarê fişarê de ye.

Di reşnivîsa pênûmeya biryarê ya ku ketîye destê Reutersê de, bi kirîna S-400an Tirkîyê “li ser mafê berevanîya DYA wek fişarekî mezin” bi nav dike.

Ku pêşnûme were pesend kirinê, pêkanîna ew fişarên ku di Yasaya Dorpêçê ya Têkoşîna li Hember Dijberên DYA (CAATSA) bi giştî tê çaverê kirinê.

Herwiha Senatorê Komarî, ji Rêvebirîya Serokê DYA Donald Trump daxwaz dike ku ` fişarên ku Rûsya pêkanîye binirxîne û li ser endametîya daîmî ya Tirkîyê ya NATO yê jî daxwaza civînekî bike`.

Çiqas wek qanûnî ne be jî pêşnûmeyekî wiha, dikare bandorekî mezin li ser Serokê DYA Trump pêk bîne.

Dîsa di îfadeyekî din de tê şîrovekirinê ku, Pêşnîyaza senatorê Komerî Scott Serokê Tirkîyê R. Tayip Erdogan jî “ ber bi otorîteyîtîyê ve birina dewletê, binpêkirina mafê mirovî” sûcdar dike û “ji ber hevaltîya rêxistinên Îslamî yên radikal ya Tirkîyeyê, Îsraîla hevkarê DYA yê jî tehrîk dike”.

Herçend, li ser pirsekî Serokê DYA Trump gotibû; “ez niha li dorpêçê nafikirim” jî, lê, paşê di beyanekî xwe de gotiye, “Emê bibînin ka emê çi bikin. Me hêj vana eşkere nekirîye”.

Wezareta Berevanîya DYA Pentagon jî dîyar dike ku, ji ber kirîna S-400an, tevlîbûna Tirkîyeyê ya di bernameya şirîkatîya balafirên cengê F-35an dane rawestandinê.

Her çiqasa Wezareta Derve ya Tirkîyê bêje biryar “Ne adîl e”. NATO jî dibêje, derxistina Tirkîyeyê ji sîstema F-35an “cîyê metirsîyê ye”.

Pêşnûmeyên Senatorê Komarî Scott ya li ser fişarên CAATSA berê jî di beyanên Kongreyê de hebûn.

Tê dîyarkirin ku kirîna S-400an ya Rûsyayê îhlala xala 231 a ya CAATSA yê ye.

CAATSA çî ye?

Yasa, maf dide Serokê DYA ku ji 12 xalan, 5 xalên wek, Qedexekirina vîzeyê, rê li gihîştina banqeya kirîn û firoştina derve (Exîmbank DYA) girtin, bi sazîyên fînansa YDA re kêmkirina karan û îptalkirina ruhsetên îxracatê digire nav xwe..

Herwiha, CAATSA, ji bo demê tişt nabêje, ji ber wê jî Serokê DYA Donald Trump dikare tim muhleta fişaran dirêj bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin