Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Komara Federal a Kurdistan!

A+A-

Serokê Başûrê Kurdistan Birêz Mesud Barzanî, bi pêkhateyên olî-netewî yên Kurdistan re konferansek pêk anî û di konferansê de rengê dewleta Kurdistan jî bi çend hevokan anî ziman.

Ev rengê Komara Kurdistan a Federal hêjaye nîqaşê ye.

Hevoka yekem redkirina dewletek „unîter" (yek millet, yek al, yek ziman, yek ol û yek çand) û pêşniyarkirina sîstemek demokrat, piralî û bihevre jiyanek demokratîk e. Bi „yekitîyek siyasî" amadekirina makezagonek ku bi mafê piralî bêt erêkirin tek.

Tekez dike ku:

„Em nabêjin ku dewleteke netewî ya Kurdî ava bikin."(!)

Bi vê hevokê sîstema „yek dewlet, yek ziman, yek al, yek çand û yek olî" têt redkirin..

Diparêze ku sîstema dewleta Kurdistan, ne sîstemek serdestîya netewekî li ser yên din ku wan, hebûna wan û çand-ziman-ola wan inkar bike û têxe bin bandora netewa Kurd. Tam tersê wê, li ser parastin û azadîya têkhateyên netewî-olî wê bêt avakirin û hemû maf wê di bin garantîya makezagonekê de li gor „yekitîyek siyasî" be.

Ev sîstem wê çawa bêt avakirin û parastin?

Bi sîstemek federal.

Federasyon; li ser esasên erdnîgerîya welat û têghateyên netewî, çand û olî têt avakirin. Ev "yekitîyek siyasî" ye.

Makezagonek navêndî, ligor hiqûkê navbera herêmên federal (an jî dewletên federal) li gor sîtemeke federalî-pirdewletî saz dibe.

Wê her herêm a federal, an jî dewleta federal jî li gor vê makezagona navendî, ji xwe re makezagonekê ava bike.

Di virde tenê yek şert heye ku ev makezagona federal û a dewleta navendî ku hev bigire û nebe sebebê nakokîyan di navbera Dewleta federal û federasyonan de.

Her federasyon xwedî parlemento, xwedî makezagonek federalî, hêzên birêvebirinê, teşkilatek asayîşê, xwedî ala federasyonê, butçe, pîlanek perwerdeyî be!

Divê hêzên îstîbaratê û hêzên leşkerî yên parastina dewleta federal (Artêş) navendî bin.

Wê di her federasyonê de ala federasyonê li nik ala Kurdistan be!

Dibe ku di pir alîyan de mafên azadîyê li federasyonekê ji ya din zêdetir be. Mîsal, li herêmek federal ku kirinek qedexe be, dibe ku li herêmek din î federal ne qedexe be. Ev jî li gor "yekitîya siyasî" a dewleta federal têt amade kirin.

Ji bona avakirin û parastina vê sîstemê jî tekez dike ku wê sîstem "federalî" be" û "Kurdistan bo xelkê Kurdistanê ye. Kurdistan ne tenê bo Kurd e, bo Kurd, Tirkmen, Asûrî, Kildan, Ermen û hemû pêkhateyên li Kurdistanê ne."(!)

Ji bona avakirina jiyanek hevpar û lihevhatî jî rengê sîstemê dinirxîne û dibêje;

"Bo pêşeroja me divê sîstemeke federalî be û parzêgerine din ava bibin."(!)

Dewleta Kurdistan û sîstema federalî; mînakek sereteye ji bona hemû netew û dewletên herêmê.

Ji bona demokrasîyek fireh û hevpar, ev sîstem wê Kurdistan xurt bike di herêmê û di qada navnetewî, navdewletî de..

Di sîstema federal de sazîya herî mezin û bibandor dewleta federal e û ev sazî, di ser hemû federasyonan re ye. Hemû federasyon di wir de tên temsîlkirin û ev bandor jî bi îradeya hemû herêmên federal têt pejirandin. Lê her federasyon, li gor hiqûqê "yekitîya siyasî", di nav xwede xweser e. Ev sînorên azad, fireh û tengaya tevdegerîna federasyonan jî, li gor van lihevhatinên navendî sistematîze dibe. Bi kurtasî nave vê lihevhatinê jî "yekitîya siyasî" ye.

Di herêmên federal de, her federasyon, li gor karîgerîna parlemento, makezagon, li gor yasa - qanûnên navxwe birêkûpêk dibe.

Di virde mînakek herî girîng Komara Elmanya a Ferderal e.

Elmanya ji 16 herêmên federal, yanî bi yekitîyek siyasî a 16 dewletan pêk tê. Her dewlet di nav xwe de xweser e û li gor peymana navendî jî bi dewleta federal ve girêdayî ye.

Her herêm hin xwedî parlementoya herêmê a xweser e û divirde xwe rêkûpêk dike. Hin jî di parlementoya navendî de jî xwe temsîl dike. Ji bona sereraskirin û eyara di navbera herêman de jî sazîya têkildar dewleta federal e. Di herêmê de quweta çêkirina yasayan, hêza birêvebirin û darêzgerî jî heye.

Di virde a girîng eve ku yasayên herêmê nebin nakok dinavbera federasyon û dewleta federal de. Divê hevûdû temam bikin. Ev rewş li gor herêman, li gor welatan cûre cûre ye. Lê a girîng ew prensîbên ku di "yekitîya siyasî" de cîh digirin. Ev pîvan a serete ye.

Di karanîna prensîbên demokrasîyê de "maf û azadîya şexsî" esase. Destpêkê, her herêm hilbijartinên xwe çêdikin û ji bona Parlementoya navendî jî li seranserê welat hilbijartin çêdibin.

Li gor van agahîyan wê rewşa "federasyon"an  li Kurdistan, li ser çi esasan bêt avakirin?

Li gor navçe û îdarekirina herêmî ku birêkvebirinê hêsan bika, an li gor têkhateyên netewî û olî?

Bi raya min di Komara Federal a Kurdistan de pêkhateyên netewî û olî di pir herêman de jihev belav û tevlihevin. Nabe ku federasyon li gor van pêkhateyan bêt binavkirinDivê bi nave herêman bêt binav kirin. Di rewşek pîlana parvekirina herêm, bi herêm de; ax û runiştinerên heremê li angora pîlanek ku bibe esas ji tekezkirina herêmên federal re ev "yekitîya siyasî" dive bingeh be. Di nav hinek ji van herêman de, dibe ku giranîya hinek pêkhateyan (netewî-olî) hebe jî, ev divê ne li gor esasê pêkhateyî, dive li gor makezagona ku ji yekitîya siyasî re bingehe bêt binavkirin. Ev jî wê bibe garantî ji têkhateyên piçûk re ku xwe perçak ji federasyonê bibînin. Bingeha garantîya mafên bingehîn jî di virde ye. Ev jî dive hêza xwe ji prensîbên "azadîya şexsî" bigire. Ne pêkhateya netewî, olî.

Ev tevde di makezagonek piralî (yekitîyek siyasî)de; li gor parvekirina quweta hêzan, parastina hêz û bandora demokrasîye, ku bikaribe wê yekitîya siyasî têxe jiyanê û bibandor bike.(!)

Redkirina sîstema dewletek unîter (yek millet, yek al, yek ziman, yek ol) û avakirina Komara Kurdistan a Federal, hêjaye ku em bi bal liser bisekinin û nîqaş bikin.

Bi hêvîya ku rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar û siyasetmedarên Kurdistan li ser vê mijarê hûr bibin, şîrove û rexne bikin û rdengekî delal ji Komara Kurdistan re derxin hole.

25.08.2017

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin