Koma Medyayî ya Doğanê hate firotan

Koma Medyayî ya Doğanê hate firotan

Hat ragihandin ku koma medyayî ya Doganê ji bo koma Demirorenê bi milyarek û 250 milyon dolarî hat firotin.

A+A-

Hat ragihandin ku serokê koma Doganê Aydin Dogan û serokê koma Demirorenê Erdogan Demiroren ji bo firotinê li hev kirin. Koma Demirorenê di sala 2011an de jî rojnameyên Milliyet û Vatanê ji koma Doganê kirîbûn.

 

Li gor zanyariyan koma medyayî ya Doganê ku televizyonên Kanal D û CNN Turk, rojnameyên Hurriyet û Milliyetê jî tê de, bi milyarek û 250 milyon dolarî hatin firotin.

Rayedarekî payebilind pirsên Reuterê bersivandin, "Ji bo kîrna koma medyayî ya Doganê danûstendin dihatin kirin. Piştî danûstendinan rêkeftin çêbû."

Hêjayî gotinê ye ku piştî nûçeyan firotina koma Doganê bo Demirorenê hîsseyên borsayê yên koma Doganê bilind bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin