Kolberekî kurd ji çiyê de ket û birîndar bû

Kolberekî kurd ji çiyê de ket û birîndar bû

Li devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji çiyê de ket û birîndar bû.

A+A-

Li devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji çiyê de ket û birîndar bû.

 

Malpera Hengaw ragihandiye, li çiyayê Tite li devera Nudşe ya bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê, ku wek devera Hewraman jî tê nasîn, komek kolber rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.

Li gorî agahiyan, kolberek ji tirsa pasdaran xwe di zinarekî bilind de avêt. Di wê rûdanê de piyekî wî kolberî şikest.

Hat gotin ku ew kolberê kurd birine nexweşxaneya bajarê Pawe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin