Kolberek bi giranî birîndar bû

Kolberek bi giranî birîndar bû

Kolberekî ji Rojhilata Kurdistanê di encama teqîna mînê de bi giranî birîndar bû.

A+A-

Doh kolberekî ji Rojhilata Kurdistanê yê bi navê Kerîm Rastî li ser sînorê Başûr û Rojhilats Kurdistanê û li zozana Kuwanan di encama teqîna mînê de birîndar bû.

Pîyê wî qut bû!

Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê ragihand, di wê rûdanê de pîyekî wî kolberî qut bû.

Hat gotin ku ew kolber niha li bajarê Silêmaniyê tê dermankirin.

Kolberê ku birîndar bûye, xelkê gundê Serdûş yê bajarê Merîwan ê Rojhilata Kurdistanê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin