Koçer Bîrkar: Xwîna mirovên belengaz tê rijandin

Koçer Bîrkar: Xwîna mirovên belengaz tê rijandin

Zanayê kurd û xwedanê xelata Nobel ya bîrkarîyê, Koçer Bîrkar li ser êrişên Tirkîyê li dijî Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Zanayê kurd û xwedanê xelata Nobel ya bîrkarîyê, Koçer Bîrkar li ser êrişên Tirkîyê li dijî Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir.

Profesor Koçer Bîrkar li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek li ser êrişên Tirkîyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û komkujîya kurdan peyamek belav kirîye û ragihandîye, war û bajarên kurdan tên agirbarankirin, welatê wan tê wêrankirin û zarokên wan tên kuştin lê tu dibêjî dinya li fîlmê temaşe dike! Bi rastî jî dinyayekî sosret e!

Koçer Bîrkar her wiha gotîye, helbet ev dinya xalî bi ser her wisa bûye û dê her wisa jî bimîne. Xwîna mirovên belengaz tê rijandin.

Wî zanayê kurd gilî li kurdan jî kirîye û gotîye, ji hemûyan nexoştir ew e ku kurd niha gelekî germ û bi hêrs in lê piştî çend mehan dê her tiştî ji bîr bikin û bo kêfê herin Turkîstanê.(Tirkîye)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin