Koçberên Rojava di rewşeke dijwar de dijîn

Koçberên Rojava di rewşeke dijwar de dijîn

.

A+A-

 Kampa Waşokanî li rojavayê bajarê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê ku koçberên Serê Kaniyê û Girê Sipî lê dimînin, koçber di rewşeke zêde xerab de dijîn. Kêmbûna avê, ava pîs, nebûna pêwîstiyên havînê û têkçûna warê tendirustî, koçberan bi giştî û pîr û kalan bi taybetî dixin bazneyê metirsiyeke mezin.

Koçbera Serê Kaniyê Hebo Nasir dibêje “Ez ligel hevjînê xwe yê kal dijîm, alîkariya ku didin me, qet têra me nake, tenê birinc û pîvazan didin me, em herdû nexweşin û çixarekêşin, pêwîstiya min bi neştergeriyê çav heye û hevjînê min jî guhê wî giran e. Em di tengaviyê de ne, tenê bi cilên xwe ji malên xwe reviyan e, em bi rêya firotina alîkariyan debara jiyana xwe dikin.”

Piraniya koçberên kampa Waşokanî jiber nebûna pereyan li ba wan, neçar dibin beşekî alîkariyan bifiroşin daku pêwîstiyên havînê bikirrin, lewra hawara xwe digihînin hikûmetê û aliyên peywendîdar.

Koçbera Serê Kaniyê Asya Ehmed got “Ez jinebî me, bê malxwê me, ez neçar bûm nasnameyên keçên xwe rehin bikim da ku şînkayî bikirrim, herwiha alîkariya ku ji min re tê, difiroşim daku xwarinê bikirim. Di herdû salên borî de li kampê, me derd û êş dîtine, ez maddeyên paqijbûnê difiroşim bo xwarinê bikirrim, tevî hemûyî jî baweşînk nînin û germa dijwar e.”

Bi gotina berpirsê kampa Waşokanî, girtina deriyên sînorî li pêş derbasbûna alîkariyan rewşa koçberan li nav kampê aloztir kiriye.

Berpirsê kampa Waşokanî Riyad Merîî dibêje “Berê çend civîn bo vekirina deriyê sînorî yê Til Koçer hatibûn kirin, daku alîkarî bi asanî û zû bêne radestkirin. Ji ber derengbûnê alîkariyên havînê di zivistanê de têne belavkirin û yên zivistanê jî di havînê de têne belavkirin, ev jî ji ber ku derî girtîne.”

Kampa Waşokanî 13 kîlometreyan dikeve rojavayê Hesekê, nêzîkî 15 hezar koçberên Serê Kaniyê û Girê Sipî li xwe vedihewîne. 2372 malbat li nav 1829 çadiran dijîn, ku ji ber êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyonê di Cotmeha 2019ê de reviya bûn, bi gotina berpirsên kampê 6 rêxistinên mirovî alîkariyan pêşkêş dikin lê têrê nake. Ev di dema ku Neteweyên Yekbûyî ti alîkariyê bo kampên Rojavayê Kurdistanê pêşkêş nekirine û nake, ji ber ku itîrafê bi van kampan nake.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin