Koçberên Helebê berê xwe didin Efrînê

Koçberên Helebê berê xwe didin Efrînê

Ji ber bombebarana hikûmeta Sûrîyê 27 hezar sivîl ji navçeyên rojavayê Helebê koçber bûne û piranîya van koçberan ji alîyê grûpên çekdar ve li herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê tên bicîhkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Xelkê navçeyên rojavayê Helebê, ji ber bombebarana firokeyên Rûsya, hikûmetê û şerê navbera hêzên hikûmeta Sûrîyê û çekdarên opozisyonê direvin. Ev di demekê de ye, ku piranîya van koçberan ji alîyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve li Efrîna Rojavayê Kurdistanê tên bicîhkirin.

Koçberê Himsê Ehmed Ferec dibêje: “Ez bi xwe ji Himsê koçber bûme, ji Himsê koçberî Xan Esel bûm, piştre ji Xan Esel koçberî Cibîna bûm, niha berê me li Efrînê ye,em dê li Efrînê bicih bibin.”

Piranîya xelkê ku ji navçeyên rojavayê Helebê direvin, ew bixwe derbider û koçberên Hims, Hema û Idlibê ne, niha jî nizanin dê berê xwe bidin kûderê. Armanca êrîşa hêzên hikûmetê jî bo ser rojavayê Helebê kontrolkirina rêya serekî ya M4 ku Şam û Helebê bi hev ve girêdide.

Koçber Samir Genco jî got: “Ev hemû xelk dê bi kûderê ve biçin, ka dê ev xelk berê xwe bidin kûderê? Kesê ku cih jê re nîne, koçberên Idlib û Helebê dê biçin kûderê. Em koçberên Helebê ne, ka em ê biçin kûderê?”

Li gor Tîma Hevahengên Bersivdana Sûrîyê, di çend rojên derbasbûyî de 27 hezar sivîl ji navçeyên rojavayê Helebê , ji ber bordûmana firokeyan û şerê navbera hêzên hikûmetê û grûpên çekdar ên opozisyonê derbider bûne, li gor heman çavkanîyê ji sedî 73ê ji wan derbideran jin û zarok in, hemû jî li navçeyên Mertala Ferat, Efrîn û kampên nêzîkî sînorê Tirkîyê bicîh bûne.

Rûdaw

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin