Kobanî: Amerîka û Rûsya ji parastina zarokên me berpirsîyar in

Kobanî: Amerîka û Rûsya ji parastina zarokên me berpirsîyar in

General Mazlûm Kobanî ragihand ku firokeyên Tirkîyê malbateke 7 kesî li herêma Kobanîyê armanc kirîye û hemû endamên wê malbatê kuştine û bang li Amerîka û Rûsyayê jî kir ku bi berpirsyarîya xwe rabin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihand firokeyên bêfirokevan ên Tirkîyê li herêma Kobanîyê malbateke 7 kesî kirine armanc û dîyar kir, “Tirkîyê, bi îddîayên kuştina 7 terorîstan, li nêzikî Kobanîyê malbeteke Kurd bi dronan komkuj kir.”

General Mazlûm Kobanî di dewama twîta xwe de got, “Garantorên agirbestê Amerîka û Rûsya, li hemberî komkujîyên Tirkîyê berpirsyar in di parastina zarokên me de. Em bang li Amerîka û Rûsyayê dikin ku Tirkîyê rawestînin û bo ku hesab bide lêpirsînekê li ser bikin.”

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê, duh daxuyanîyek belav kiribû û îddîa kiribû ku firokeyên bêfirokevan ên wî welatî li nêzikî Kobanîyê hejmareke şervanên YPGê armanc girtine.

 

Çavkanî:Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin