Kitêbeka gellek hêja

Kitêbeka gellek hêja

Kitêbeka gellek hêja : Tarîxa Dewleta Kurdan

A+A-

Di van demen dawiyê de min kitêbek li ser dîroka dewleta Kurdên Eyyubî xwend. Wek kesekî dîrokhez û pêbiliyê dîroknasiyê yê amator, min gelek jê hez kir û agahiyên hêja jê wergirtin, min xwest bi nivîseka nasandineka kurt ez haya dîrokhez, xwendinhez û kurperweran yên ku jê bêagah in jî pê bixim.

Navê kitêbê Dîroka Dewleta Kurdan e. Ji Erebî ji bal M. Emîn Narozî ve hatiye wergerandin ser zimanê Kurdî (Kurmancî). Di 2015-ê de ji bal Weşanên Azad ve hatiye weşandin. Navê nivîskarê kitêbê (mixabin bi kurdîfîzekirineka nerast) li ser kitêbê bi vî awayî hatiye nivîsîn: Mihemed layê(lawê) Brahîm layê Mihemed layê Ebû’l-Fewaris Ebdulezîzê Ensarî yê Xezrecî eWek wergêr jî di pêşgotina xwe de nivîsîye nivîskar Muhammed îbnî Îbrahîm îbnî Muhammed îbnî Ebu’l Fewaris ‘Ebdu’l’ezîz Ensarî el-Xezrecî ye. Nivîskar di dema Eyyubiyan de jiyaye û ew bi xwe buye şahide hin buyerên giring.

Kitêb bi sala 1175-ê bi buyera êrîşa sê sîxurên Îsmîliyan a ser Selaheddîn Yusufê Eyyubî destpêdike (ku ew bizav pişt re wek Haşhaşiyîn hat naskirin) û heta sala 1257-ê dewam dike. Bi buyerên wê salê yên li Qahîreyê dawî lê tê ku serwerên eskerî ên pilebilind ên Eyyubî yên memlûk ji bona guhertin û bidestxistina desthilatê darbe kir.

Kitêb bi Kurmanciyeka rewan û xwerû hatiye wergerandin, agahiyên berfireh yên balkêş di derbarê Eyubiyan de, pêwndîyên wan yên li gel Selçûqiyan û li gel Xwarezmiyan, her wiha li gel xelîfeyên Ebasiyan yên Bexdayê hene. Ew rola serekî ya Kurdan a di qirnê navîn de xweş derdixe ronahiyê.

Ji vê pêştir, kitêb, bi jêrenotên M. Emîn Narozî yên li ser navên cî-war, kesayetî û xanedaniyan, buye wek Ansîklopedîyeka tarîxa Kurdan a dema Qirna Navîn. Gelek agahiyên hêja di wan de hene ku divê meriv yek bi yek li wan vegere. Lê vê pirbûn û agehbexşiya giring a jêrenotan di dema çapê de li ber çav nehatiye girtin, muhtemelen ji bo hecma mezin ya kitêbê bê piçûkkirin, bi tîpên gelek hûrik hatine çapkirin ku meriv di xwendina wan de gellek diweste. Di dema xwendinê de jêrenot ji min re bûn ezab.

Li ser kitêbê hêjatirîn agahdarî di pêşgptinê de tê dayin, min rica kir ji wergêr Narozî ku ez wê jî li gel vê nivîsa nasandinê biweşînim. Narozî ji kerema xwe re ew şand û ez li xwarê wê pêşkêşî we dikim.

Bes yek-du têbînîyên min hene ku min divê ez li vê dere pêşber bikim. Di orîjînala destnivîs a Erebî de navê kitêbê wek ‘’Tarîxu’l Dewletu’l Ekrad we’l Etrak’’ hatiye nivîsîn. Lê wek xwendevan di dema nihêrtinê de eşkere ê bibînin û wergêr jî di pêşgotinê de zelal kiriye, xwiya dibe ku gotina ‘’we’l Etrak’’ pişt re lê hatiye zêdekirin. Tarîx ne diyar be jî; li gor hin agahiyan, muhtemelen, kitêb di dema Osmaniyan de ji bal memûrekî Osmanî ji Misirê hatiye anîn Îstanbulê û destnivîs li Kitêbxaneya Silamaniyeyê hatiye parastin. Ev werger ji wê nusxeyê ye. Gotina ’’we’l Etrak’’ ji ber behsên pêwendiyên Eyyubiyên ên li gel Selçûqiyên Romê û Xwarezmiyan lê hatiye zêdekirin. Loma navê kevntir ‘’ Tarîxu’l Dewletu’l Ekrad’’ e û bi destxetaka din e. Lê bi ya min, gava meriv destxetê li gel metne esasî baş tehqîq bike, derdikeve ku ne wek hev in, ev navê ‘’ Tarîxu’l Dewletu’l Ekrad’’ bi xwe jî dibe ku ne navê eslî yê kitêbê be. Çimkî wek wergêr jî destnîşan dike, destxetên nivîsên ser bergê di hin ciyan de, di nav xwe de û bi temamî li gel metna kitêbê yê esasî ne ji destekî û ne yên demekê ne.

Xalaka din a giring ku di pêşgotinê de jî tê diyarkirin, eşkere fahm dibe ku serê kitêbê û dawiya wê jê veder bûne, kitêb ne temam e. Bi taybetî kitêb bi behseka wiha destpêdike ku ne destpêka çîroka Eyyubiyan e, hema hema dema destpêka desthilatdariya takane ya Eyubiyan e piştî dawîlêhatina xanedaniya Zengiyan. Di destpêka kitêbê de, pêşgotin, minacat û duayen wê demê jî nînin ku wê demê di hemî kitêban de cih digirtin. Ji xwe gava dor tê metnê esasî, cudatiya destxetên rûpelê destpêkê û yê dawiyê ji temamiya metne eşkere diyar dibe. Loma, bi baweriya min, meriv nikare bêje ku bi esehî hê ji destpêkê de navê kitêbê ‘’Tarîxu’l Dewletu’l Ekrad’’ (Tarîxa Dewleta Kurdan) bû. Hêvî dikim rojekê ev nediyarî û guman zelal bibin, hela hela temamê kitêbê bê bidestxistin.

Bi her halî, tevî hemî kêmasiyên di rêwîtiya wê ya heta îro derketî, (bi taybetî bi saya jêrenotên wergêr jî) kitêb gelek hêja ye, bi agahiyên giring dagirtî ye.

Mûrad Ciwan

 

Pêşgotina M. Emîn Narozî ya ku wî ji bo kitêba Tarîxa Dewleta Kurdan nivîsîye

Ev kitêba bi navê Tarîxa Dewleta Kurdan ji destnivîske Erebî ku ji Kitêbxaneya Silêmanîyê hatîye kopîkirin, hatîye wergerandin. Ev destxet ji hêla Eslîxan Yıldırım ve bi pêşnîyaza ku belkî ez karibim wê ji Erebî wergerînim Kurdî (Kurmancî) ji bo min hat hinartin.

Gava ku min li kitêbê nihêrî û ew xwend, min dît ku li ser tarîxa Dewleta Eyûbî ya Kurd bû û bi rastî gelekî balkêş û hêja bû. Ew diket nav beşa xebatên min yên berê û xwedî agahdarîyên berfireh bû. Herweha kitêbê li ser dema Selahedîn û Eyûbîyan, bi taybetî û li ser Kurdan û rola wan ya hingê di împeratorîya Selahedîn û Eyûbîyên piştî wî de bi giştî, agahdarîyên gelekî hêja didan.

Ji ber vê jî min yekser pêşnîyaz pejirand, ez hahakê rabûm min hûçikên xwe yên sistîyê û zend û bendên xwe hildan û di demeke kin de jî dest bi wergerandina wê kir û min bênavbir lê lê kudand ta ku ew qedand.

Wek ku di beşa orjînala wê ya di dawiya vê kitêbê de jî hûn ê bibînin, ev destnivîs bi xwe bi tevayî ji sed û not û neh pelan pêk tê ku hêla rastê pelê yekê yan jî ku meriv weke rûpel hesab bike, rûpelê yekê vala ye û li hêla çepê yan jî rûpelê diduyan du mor û çend peyvên Erebî ku nayên xwedin, hene.

Li hêla rastê pelê diduyan ku dibe rûpelê sisiyan jî bi destnivîseke cuda bi Osmankî “Ev [kitêb] rewşa bûyer û kirinên navbera salên 571/1175-1176 û 655/1257’an nîşan dide.” heye.

Li bin jî weke tarîxa 1740’î heye [dibe tarîxa nivîsîna vê tekstê be] ku li ber wê jî di nav kevanekeke mezin de bi Erebî ev teksta jêrîn heye: “Ji sala pêncsed û heftê û yekê (571/1175-1176) heya sala şeşsed û pêncî û pêncan (655/1257).”

Dû re jî bi Tirkî weha didomîne: “Li hêla serî ya rûpelê duyemîn yê kaxezê/pelê yekem û rûpelê duyemîn yê kaxezê (?) pêncemîn ev ibare/derbirîn bi vî awayê hatîye derxistin.”

Li bin vê tekstê jî bi Erebî ev heye: “Bizanibe ku nivîskarê me di Bûyera Adilî ya sala 586/1190’î de amade bûye û dîtîye ku leşkerekî kuştî hejmartîne. [Bnr.] rûpelê duyemîn ji pelê 33’yan. Li bin jî çend reqemên mîna “169 & 167, 211/175” hene.

Çawa ku dixwiyê ev pelê serî ji bo parastina kitêbê yan pêşî, yan jî dû re dema rûpelê serê kitêbê qetîyaye pê ve hatîye danîn û ev nivîsên hêla rast û çepê jî dû re ji bo agahdarîyên ser kitêbê lê hatine zêdekirin. Weke xuya dike jî, ew bi destnivîsên cihê û qelem û hibrên cihê hatine nivîsîn; çunkî hem awayên destnivîsan hem jî qelem û hibrên wan û zimanên wan jî ji hev cihê ne.

Îcar li hêla çepê ya pelê diduyan ku dibe rûpelê çaran li ser goşeyê rastê nîvrêzeke ser xêzkirî heye ku nayê xwendin û li bin wê nîvrêzê jî bi Erebî gotina “fî t-Tewarîx” (di tarîxan de) heye.

Li bin wê jî bi Erebî “Berhema Mihemed ibn Îbrahîm ibn Mihemed ibn Ebu l-Fewaris ´Ebdulezîzê Ensarî yê Xezrecî” nivîsîye ku ev nivîs hem ji hêla awayê destnivîsînê ve û hem jî ji hêla hibra xameyê ve ne mîna ye ya kitêbê.

Li serê jorî yê çepê jî sê reqemên ku dişibin 447’a Erebî hene, lê dilê meriv baş lê rûnanê ku ew reqem in.

Li bin wê jî bi reqemên Erebî 197 heye û li bin reqeman jî bi nivîskî “Tê de sed û not û heft pel hene” nivîsîye.

Li bin van herdu tekstan di nav sê xalan de rişmeyê/navê kitêbê nivîsîye: …Tarîxa Dewleta Kurdan û Tirkan … û li bin navê kitêbê jî li hêla rastê bi xetên hûr didomîne ku hemî dibe: … Tarîxa Dewleta Kurdan û Tirkan …

Û li ser kesên giregir ên hiqûqnas, zahid, zimannas,

şair, sofî, hikimdar, kelamnas, ferhengzan,

hedîszan û yên din e ku tê [di vê navber] de mirine, Xwedê rehma

xwe li hemîyan bike!

Lê çendî ku awayê destnivîsa gotina “ û Tirkan” û yê “Tarîxa Dewleta Kurdan” ne weke hev in û ne ji destekî ne jî lê li gor çavkanîyeke internetê ya li ser destnivîsên Erebî ku vê paşîyê hatîye dîtin, navê kitêbê rast e û kitêbeke vî nivîskarî ya din jî heye ku navê wê Selamet el-Milel min Zilel il-Meknûn fî Îhşa în-Nuhel e.

Di bin van tevan de li rastê rûpel çend gotinên jêçûyî hene û li dû wan jî bi teksteke jêçûyî bi qasî ku tê xwendin tarîx û bûyerên wê serdema ku ev kitêb qala wan dike, dide zanîn ku ew weha ye:

“Tê de ji sala – – – pêncsed û pêncî û heft (557/1161-1162) heya – – – şeşsed û şêstan (660/1261-1262) – – – – ” û li binî jî bi reqemên hûrik yên Erebî li jora tekstê 570/1174 û li jêra tekstê jî 571-655/1175/76-1257 nivîsîye.[1]

Jixwe li paşîya kitêbê jî ji pelê 198’an rûyê çepê ku dibe rûpelê 397’an hem ji hêla destnivîsê ve û hem jî ji hêla hibrê ve ji temamê kitêbê cuda ye ku çawa dixwiyê ji ber jêqetîn û kêmasîya rûpelî ew lê hatîye zêdekirin. Lê yê ku ew nivîsîye jî navê xwe li kêleka rûpel bi hibra sor nivîsîye ku min ew jî xistîye nav notan. Li binê vî rûpelî jî çar kelîmeyên ku qenc nayên xwendin hene.

Destnivîs ji bilî pelên lêzêdekirî ji 197 pelan yanî 394 rûpelan pêk tê ku her rûpel jî ji 21 rêzan û her rêz jî ji 9-10 gotinan pêk tê. Bi rastî li gorî sedsala 12 û 13’an kitêb bi destnivîseke gelekî xweş hatîye nivîsîn, lê gelek gotinên wê yan ji binî bêxal in yan jî xalên wan kêm in, bes çawa dixwiyê nivîskarê me jî ji wan kesan bûye ku giringî bi xalan nedidan û difikirîn ku xal spehîtîya nivîsê xerab dikin. Ji bilî vê nisxeya kitêbê tu nisxeyên din jî li dereke din derneketine ku bi hev re bên rûbarkirin û kêmasî û zêdeyîyên wê bên dîtin.[2]

Ev kitêba “Tarîxa Dewleta Kurdan” çawa ku me berê jî qal kir li ser dewlet yan jî Împeratorîya Eyûbîyan e ku piştî mirina Nûredîn Mehmûd Zengî ya sala 569/1173-74’an û bi destpêka desthilatdarîya berfireh û temamî ya Siltan Melik Nasir Selahedîn Yûsuf ibn Eyûb ibn Şadî ibn Yaqûb ibn Merwanê Rewadîyê Hezbanîyê Kurd, ku di sala 571/1175’an dest pê kirîye û heya sala 652/1254’an bi tevayî yanî li Misrê, Şamê û deverên din û heya sala 658/1260’î jî li hêla Şamê domandîye. Çawa ku li cihên weke Heskîfê û hêla Sêrtê hê derengtir jî maye, lê di vê destnivîsê de bi tenê heya sala 655/1257’an li ser desthilata Eyûbîyan agahdarî hene.

Ev destxet çendî ku bi taybetî li ser Dewleta Eyûbî ya Kurd e jî lê tê de li ser gelek bûyerên hawîrdorê Dewleta Eyûbîyan jî radiweste. Mîna hemberîya navbera Selahedîn û hikimdarên Zengîyan yên piştî Nûredîn Zengî di destpêkê de, hinek bûyerên ser Dewleta Xwarizmîyan û pêwendîyên wan yên qenc û xerab bi Kurd û Moxolîyan ve û herweha ceng û gengeşeyên hêla Mexrib, Endulus, Zelaqe û Yemenê digel pêwendîyên bi xelîfeyên Ebasîyan re û yên Abxaz û Gurcîyan jî ku hinek jê gelek bi kurtî û hinek jî bi berfirehî nivîsîne.

Nivîskarê me agahiyên ser sedsala ku tê de bûye, heya hinekên dawî yên ku bi xwe jîyaye jî, tomar kiriye. Ji ber vê jî wî saloxên xwe gelekî bi balkêşî hilbijartîye, çunkî wî agahên xwe ji şêxên xwe, ji hevdemên xwe, ji xwendekarên xwe û ji hevçaxên xwe bihîstîye û ew bi nêrîn û çavdêrîyên xwe jî xurt kirîye.

Çawa ku wî giringî daye berhemên dîroknasên hevdemên bûyeran ku ew jî tomar kirine, mîna Newadira Ibn Şedad (m. 632/1225), carina bê ku navê wî bide û carina jî bi navdan gelek agah jê veguhastine. Wî ji Îmad el-Katib el-Îsfehanî (m. 597/1200) jî gelek bûyer wergirtine, herweke ku ji Mîr`at uz-Zemana Sibt Ibn Cewzî (m. 654/1256) jî gelek caran bêdayîna çavkanîyê, agahdarî wergirtine; ji bilî ku li ser Xwarizmî û Moxolan jî gelek tişt ji kitêba Nesewî (m. 639/1241) ya Sîretu Siltan Celaledîn Menkbirtî jî wergirtine. Herweha çawa ku dixwiyê wî hinek agahên xwe jî ji berhemên derûdorên serdema xwe yên mîna Ibn Esîr (m. 630/1232) û Yehya ibn Ebî Teyy (m. 630/232) veguhastine.

Digel agahiyên devkî ku li ser bûyerên Êrîşa Xaçî ya Heftan di bin serdarîya qiralê Fransa Luisê IX’em ya sala 647/1249’an ya ser Misir û Dimyatê, bi kar anîye. Tevlî bûyerên ser Melik Kamilê Eyûbî (m. 635/1237), Mîr Fexredînê kurê Şêxê Şêxan û yên ser nexweşîya Melik Salih Necmedîn Eyûbê Kurê Melik Kamil ku ji devê Mîr Hisamedîn ibn Ebû Elîyê Hezbanîyê Kurd û yên din, veguhestine.

Ev berhema bi navê Tarîxa Dewleta Kurdan kitêbeke têr û tije û dagirtiyê bi agahdarîyên giranbiha û girîng in ku li ser Împeratorîya Eyûbîyan çavkanîyeke bi rêkûpêk, hevgirtî û li ser hev tomarkirîye. Kitêb bi bûyerên sala 571/1175-76’an dest pê dike û heya sala 655/1257’an didomîne ku 84’salên hikimdarîya Eyûbîyên Kurd digire nav xwe. Ew sal bi sal bûyerên wê desthilatdarîyê carina bi berfirehî û carina jî bi kurtî rêz dike û wan yeko yeko di beşa wê salê de dîyar dike ji bilî salên 588/1192 û 589/1193’yan ku wan ne di beşeke serbixwe de lê di nav bûyerên sala 587/1191’ê de dide û sala 580/1184’an jî ku çawa dixwiyê yan hatîye jibîrkirin, yan jî ji ber ku bûyerên giring tê de neqewimîne, jê kêm maye.

Çawa ku xwendevan jî dê bibînin nivîskarê me li ser hinek babetan bi berfirehî radiweste û wan bi rê û zê dike û hinekan jî hima bi kurtî bi çend rêzan derbas dike. Ew her bi vî teherî mirina hinek desthilatdar, zana û şareza, qazî û şair, rewşenbîr û nivîskaran jî bi dirêjayî pesinê wan dide, li ser wan salox û agahên berfireh dinivîse û ji berhemên wan nimûneyan rêz dike, lê hinekan jî hew navên wan dide û qet qala berhemên wan jî nake. Ew salox û bûyerên xwe jî geh bi tarîxên wan yên temamî, geh bi tenê bi salên wan ve û geh jî bi sal û mehên wan, yan jî hew bi rojên wan ve dide.

Nivîskar ne tenê li ser bûyerên sîyasî û leşkerî rawestîyaye, lê belê wî jî mîna nivîserên tarîxê yên serdema xwe dest avêtîye mijarên cur bi cur yên mîna kerasatên siruştî, weke erdhejên herêmî, êş û webayên navçeyî, xela û qatîyên aborî, volkan û rabûna ava çemên mezin yên mîna Nîlê û herî û teqan, digel lehî û lêmiştên erdnîgarî ku xelkê ji ber wan dest ji ax û ava xwe û erd û welatên xwe berdaye û revîyaye.

Ew hinek salan bi bûyer yan jî cengekê dest pê dike û hinekan jî bi mirina desthilatdar yan jî zana û rewşenbîrekî dest pê dike herweke ku di hinekan de bi tenê bûyeran dinivîse, lê di hinekan de jî bi tenê li ser mirinan disekine û hinekan jî herduyan têkel dike. Ew di bûyerên xwe de gelek caran agahdarî li ser rewşa aborî, rakirin yan jî danîna bac û xwêgîyê û ya bêş û xeracan jî radiweste û rewşa têcirî û bazirganîyê jî dîyar dike.

Ew di agahên xwe de ji bilî rewşa aborî û bazirganîyê li ser karûbarên civakî û avadanî jî radiweste, mîna avakirina nexweşxane, medrese, xankah, tekîye, feqîrxane, weqif û yên din. Digel agah û bûyerên civakî yên mîna qencî, sedeqe, wergirtina cil û bergan û karûbarên pîrozbayî, şahî, cejnên Newrozan û yên dînî û civakî û cûre û awayên xwarin û vexwarinê û rêûresmên fermî, dînî, tesewifî û astronomî ku di gelek deverên cihê de dîyar dike û dide zanîn. Herweha di kitêbê de ji bilî xebatên civakî yên mîna paqijî, nexweşî û yên din qala lîstikên rewac yên hingê jî kirîye, mîna nêçîr, berdana nîşanê bi tivingên guleavêj yên nîşana hingê, lîstikên bi alavên cengê, çewgan, cirîd û beza siwaran.

Di destnivîsê de behsa gelek navên erk û karûbarên îdarî/birevebirî û desthilatê jî yên mîna melik (şah/padşah), qazî, serekqazî, wezîr, teştdar/mîrê teştxaneyê (ku berpirsîyarê şûştina cil û kinc, dest û tiştên wî yên malê ye), mîrê axurê (serdarê tewlexaneyê û yê seyisên hespên siltan), mîrê menşûrê (berpirsiyarê amadekirin û belavkirina menşûrnameyên/belgenameyên mîrgeh û payeyan, katibê înşayê/debîrê darêj û pexşanê, ustaddar (berpirsîyarê aşxaneya siltan, teşrîfkirina xwarinê û rawestana li ber sifrê), hejmarkar/muhtesib, rikêbdar (berpirsiyarê hespê siltan e ku bi seyisan dide amadekirin), şihne/serkê ewlekarîyê, cihgir/naib, mihmandar (pêşwazîya qasid, şande û mîrên cotyar û gundîyan dike) û walîyê bajaran.

Herweha mîna dehlîz (konê/çadira/xanîyê darîn yê siltan û mahîyeta wî di ceng û nêçîr û rêwingîyan de) û Dîwan (ku nûnerên 10-16 erkên: mîna wezîrtî, katibê sirê/nihênîyê, çavdêrê sipahê, çavdêrê karûbarên girîng, çavdêrê xass/taybetî, çavdêrê gencîneyê/xeznedar, çavdêrê bimaristanê, çavdêrê mizgeftan, çavdêrê silahxaneyê, çavdêrê biyûtan (mal û xanên siltanîyê), çavdêrê Beyt ul-malê, çavdêrê dîwana dîlan, çavdêrê bazar û bazirganîyê, çavdêrê navenda postê, çavdêrê embarên zad û kelxaneyê/darêjxanê endamên wê ne).

Ji bilî van behsa wezîfedarên mîna mîrê cendar (destûra ketina mîr û serdaran ber xizmetê û pêşkêşîya ketina dîwanê), hacib/berdevk/teşrîfdar, (yê ku cilûbergên siltan yan jî mîr lê dike), xeznedar, katibên dercan/tomaran (yên ku kaxezên katibê sirê, katibê dest/berdest pê îmza dikin û katibê ku nîşanên naiban/cihgiran li kaxezan dixin), alayên siltanîyê, silahdar (mîrê çek û sîlahan), sancaqdar (berpirsîyarê alayên siltanîyê), çavdêrê bac û zekatxaneyê û biyûtatan (mal û xanên ku dîyarî, xelat, silahxane/ zeredxana û hemî tiştên pêwîst yên siltanîyê tê de tên parastin), kirîye.

Digel diyarkirina erkên dînî mîna qazî, serekqazî, kaziesker, miftîyê dadgehê, wekîlê Beyt el-malê, neqîbê şerîfan, şêxê şêxan (ku berpirsîyarê xankeh û feqîrxaneyan bû), xutbexwên û dersdêr (berpirsîyarê medreseyan) û qala navgînên deryayî yên wê serdemê, posteya hingê û tîpa bandoyê ku ji alavên muzîkê yên hingê pêk dihat.

Nivîskarê me piştî wefata Selahedîn jî li ser împeratorî û deshilata Eyûbîyan agahdarî dane û çi bûyer û nakokîyên nav wan xwe bi xwe bin û çi jî nakokîyên navbera wan û yên hawîrdorên wan bin, li ser hemîyan nivîsîne û herweha çi li ser desthilat û mîrgehên wan û mîrnişînîyên Kurdên hawîrdorên wan be û çi jî li ser desthilatdarî û derebegîyên girêdayên bi împeratorîya wan ve be, gelek agahdarîyên berfireh dane. Ji bilî agahdarîyên girîng yên mîna cenga bi Firengan re li Mexribê, wî li ser cengên rojhilatê yên di navbera Moxol û Xwarizmîyan de, Selçûqî, Xwarizmî û Bexdayê û Xwarizmî û Gurcîyan de derketine jî agahdarî dane.

Jixwe çawa ku dixwiyê çi di serdema Selahedîn û apê wî Şêrkoh û bavê wî Necmedîn Eyûb de be û çi jî di dema zaro û birayên wî û nevî û birazîyên wî de be, hemîyan jî bi her awayî giringî daye hêza leşkerî ya mîrnişînîyên Kurdan û ji bo pêşveçûn û serkeftinê derfetên mezin dane mîr û serdar û serekhêzên Kurdan û gelek ji wan anîne ser payeyên bilind î girîng û gelek erd û cewlîk û mîrgehên xurt î berhemdar dane Kurdan.

Weke nimûne ji bilî mîrgeh û deshilatdarîyên destê malbata Eyûbîyan bi xwe yên mîna Misir, Qahîre, Fistat, Nûbe ku piştî Selahedîn û cihgirên wî Behaedîn Qereqûş, Adilê birayê wî û Tiqyedînê biraziyê wî, gihabû kurê wî Melik Ezîz Osman û dû re jî gihabû Melik Kamilê kurê Adil û kurê wî Melik Salih Necmedîn Eyûb. Yemen, Tunis û derûdorên wê ya Torinşahê birayê wî û dû re jî Seyf el-Îslam Tuxtekînê birayê wî û di destê zaroyên Tuxtekîn û kurê Melik Kamil de mabû, Kerek û Şewbek jî demekê di destê Melik Adil û kurê wî de mabû û dû re jî gihabû mîrên Kurd Ezkeşî û Sarimidîn Tibnînî.

Şam û derûdorên wê jî piştî Selahedîn û cihgirên wî Torinşah û Ferûxşah gihabû Melik Efdel, Melik Ezîz Osman û dû re heya mirina Melik Mi´ezem Îsa jî di destê wî de mabû û dû re jî gihabû Melik Kamil, Melik Îsmaîl, Melik Salih Necmedîn û Melik Nasir Dawid ku hemî ji malbata Eyûbî ne.

Herweha mîna Helebê jî ku piştî Nûredîn Zengî û kurê wî Melik Salih Îsmaîl, gihabû Melik Zahir Xazîyê kurê Siltan Selahedîn û dawîyê jî di destê zaruyên Melik Zahir de mabû. Himis û Rehbe ku piştî sipahsalar Esededîn Şêrkoh gihabû kurê wî Nasirudîn Mihemed Şêrkoh û heya dawîyê jî bi derûdorên xwe ve di destê zaro û nevîyên Şêrkoh de mabûn, herweke ku Hema jî gihabû Tiqyedînê kurê Şahinşahê Eyûbî û çi bigir heya dawîyê jî di destê zaro û nevîyên wî de mabû.

Mîna Ba´albeka mîrgeha Ferûxşahê kurê Şahinşahê kurê Eyûb û Emcedê kurê wî jî heya vê dawîyê di destê nevîyê wî de mabû û Busraya Melik Zafirê kurê Selahedîn û Melik Cewadê kurê Adil Melik de û kurê Melik Mi´ezem Îsa de mabû û Sincara ku di navbera zaroyên Eyûbî û yên Zengîyan de carê dest diguhert.

Mîna Riha ku piştî Melik Mizafer Gokbûrî gihabû Melik Mizafer Tiqyedîn û dû re jî carina digiha Melik Eşref Mûsayê kurê Melik Adil û carina jî Melik Kamilê birayê wî çawa ku Dinêser (Qizltepeya niha) û Xabûr jî piştî Zengîyan gihabû Melik Eşref Mûsa. Mîna Serxed û Simeysata ku piştî têkçûna wî ji ber apê wî Melik Adil û birayê wî Melik Ezîz Osman gihabûn Melik Efdel Elîyê kurê Selahedîn û malbat û birayên wî yên piçûk.

Mîna Şehrezor û Qerabella û derûdorên wan jî ku di destê cihgirê Siltan Selahedîn de bû û dû re jî gihabû mîrekên Kurdan, Dîloka ku di destê Melik Yûsufê kurê Melik Zahirê kurê xwedîyê Helebê de bû û Meyafarqîn ku piştî wefata Melik Mizafer Tiqyedîn gihabû Melik Xazî Şehabedînê kurê Melik Adil û demekê jî Melik Eşref Mûsa Xelat, Adilcewaz û derûdorên wê jî spartibûyê, lê piştî serîhildana wî ew jê sitandibû.

Herweha mîna Heskîf/Hesenkeyfa ku piştî bi dawîanîna desthilatdarîya Artûqîyan gihabû Melik Salihê kurê Melik Adil û Melik Mi´ezem Torinşahê kurê Melik Salih ku dû re heya piştî salên 1400’î jî di destê Eyûbîyan de mabû û desthilatdarê wê yê dawî jî Melik Xelîlê Eyûbî bû ku Şah Îsmaîlê Sefewî yê esilkurd paşê ew desteser kiribû û Îskenderîye û derûdorên wê ku heya mirina Torinşahê kurê Eyûb jî di destê wî de mabû.

Îcar ji bilî van nimûneyên herêmên împeratorîyê ku di nav melik û mîrzayên Eyûbîyan de kêm zêde parvekirîbûn, Selahedîn hê di dema xwe de herêmeke mezin ji mîrgehên dora Qahîre û navenda Misrê dabû Mîrê Mezin Seyfedîn Meştûbê Hakarî û ew kiribû mîr û serdarê hêza xwe ya taybetî û li leşker û serdarên wê hêzê jî gelek mîrgeh li Misrê belav kiribû. Ji bilî vê wî gelek mîrgehên hêja jî hingê li Misrê dabû Qutbedîn Xwisro ibn Tilîlê Hezbanî û ew jî kiribû serdarekî xwe yê desthilatdar û gelek rûmet didayê. Herweha piştî vegirtina Qudsê ew dabû Hisamedîn ibn Hîcayê Semînê/ Qelewê Hezbanî, çawa ku dû re jî wî Hisamedînî anîbû ser raspêrîya Nisêbîn û derûdorên wê.

Jixwe Êzîdiyên mîrgeha Kilîsê û derûdorên wê jî ku piştî hatina Emewîyan ya hêla Şamê lewaz bûbûn, di dema Selahedîn de ji nû ve xurt bûn, di bin mîrîtîya Şêx Mend de bi pêş ketin, heya herêma Antakyayê jî berfireh bûn û ew bû hevkarekî qewîn û beşek ji Împeratorîya Eyûbî ya Kurdî. Ji bilî ku gelek kele û mîrgehên Kurdan mîna Îmadiye, Akre, Cizîra Botan, keleyên Hekarî, Şehrezor, derûdorên wê û yên din ku Îmadedîn Zengî ji wan sitandibû, bi paş ve li wan hatin vegerandin. Lê bi taybetî jî piştî vegirtina Qudsê û cenga Ekayê ya dijwar hê di saxîya Selahedîn de û piştî wî jî êdî mîr û serdarên Kurdan çi li Misrê û çi jî li hêla Şamê û Cezîreyê/Mezopotamya jorîn (rojava û başûrê Kurdistanê) be di nav deshilatdarîya Eyûbîyan de bûn xwedî giranîyeke leşkerî û gerînendeya girîng û qewîn ku di van 25-35 salên dawî de giranîya wan ji her hêlê ve eşkere xwiya dikir.

Yanî bi gotineke din desthilatdarî yan jî Împeratorîya Eyûbîyan bi tenê ne desthilata çend serdar û mîrekên Eyûbîyên mêrxas bû ku di ber xizmeta Ereb û Tirkmenan de bû û hew silehşorîya wan dikirin û dewleta wan ya Îslamî digerandin. Lê belê ew bi xwe û bi mîrek, serdar, mêrxas, xweşmêr û şehsiwarên xwe yên Kurd hemî bihevre xwedîyê împeratorîyê bûn, girtin û berdana wê di destê wan de bû û beşeke mezin ya Kurdistanê jî bi wan re bû. Digel vê jî mîr û serdarên Tirkmen, Ereb û yên din jî bi wan re pir hebûn û ew di ber xizmeta dewleta Kurdan de bûn ku hevkarê wan bûn û xwedî payeyên mezin bûn jî. Jixwe heya vê dawîyê dereng jî tu dewletên neteweyî nehatibûn damezrandin û dewlet û împeratorîyên wê serdemê hemî jî weha li ser navê malbateke xwedî hêz î esilzade bûn, mîna Sasanî, Bîzansî, Emewî, Ebasî, Fatimî, Biweyhî, Selçûqî, Şedadî, Rewadî, Merwanî, Hesnewî, Zengî, Eyûbî, Xwarizmşahî, Memlûkî, Osmanî, Sefewî û gelekên din.

Rast e sazûmana dewletê ya bingehîn û raman û zagona wê jî Îslamî bû ku pirên dewletên wê navçeyê di wê serdemê de weha bûne û ger ne weha bûya jî ji xwe dewlet ewqas bi pêş nediket û mezin jî nedibû. Çunkî bi rastî li gorî hingê di nav xelkê herêmê de mîna Ereb, Kurd, Faris û Tirkan, damezrandina dewleteke xurt î mezin mîna împeratorîyekê ne hêsa bû. Li gorî hingê bêguman pêwîst bû ku pişta xwe bida ser bingehekî hevpar ta ku bikaribûya hemîyan bi şêweyekî dilxwaz li dor ramaneke pîroz bigihiştandina hev û ber bi armanceke hevbeş ve bi pêş bixistina. Ku jixwe Necmedîn, Şêrkoh û Selahedîn digel Kurdan ev yek kir armanc û civaka Rojhilata Navîn ya Îslamî li ser doza Qudsa pîroz û vegerandina rûmeta Îslamê gihand hev û hemû xistin ber xizmeta împeratorîya xwe ya Kurd. Ji bo rastdêrîn û dilewlekirina ser vê armanca wan û hazirkirina Eyûb û Şêrkoh Selahedîn ji bo desthilatdarîyeke pêşerojê ya malbatî û Kurdî çawa ku Elî Beyyûmî jî di kitêba xwe de destnîşan dike,[3] ez bawer im jiyannameya Selahedîn ya ku di kitêbxaneya Îskenderîyê de hatîye dîtin û rojnamevana Fransî Genevieve Chauvel ew name weke bingeh girtîye û romaneke belgewarî yî dîrokî li ser Selahedîn nivîsîye, dê vê armancê zelaltir bike:

“Selahedînê Eyûbî bi zimanê xwe behsa serpêhatîya malbata xwe û jiyana xwe dike:[4]

Berî her tiştî ez Kurd im û ji eşîra/hoza Rewadî me ku yek ji kevntirîn û esilzadetirîn hozên Kurda ye. Cihwarên eşîrê rojavayê Azerbaycanê bû, lê li ser eslê me ji Merwanê bavê Şadîyê kalê min û wê ve tu agahên min ên zêde nînin. Dovina [Divîna] ku şûnwarê me dihat hisabê di sedsala 10’emîn de serbajarê Ermenistana Piçûk bû ku jê re Ermenistana Navîn jî dihat gotin. Apê min Şêrkoh û bavê min Eyûb li Dovinê [Divînê] hatibûn dinê, lê di sala 1128’an de gava Dovin ketibû ber êrîşên Tirkmenan, hingê kalê min Şadî herdu kurên xwe û jina xwe bi xwe re hilanîbû û bi zehmetî canên xwe ji ber qirkirinên hovane yên Tirkmenan rizgar kiribûn. Tirkmenan bi qirkirineke hovane, bi wêrankarîyeke mezin û talankarîyeke bêwijdanî Divîn kir kavil ku bi vê talankarîyê re mal û milk û hebûna malbata me jî hemî ketîye destê Tirkmenan û bi tenê karibûne canên xwe xelas bikin.”

Ew di beşeke din ya nameyê de weha didomîne: “Li Şamê mamosteyên min êdî bi tenê ne mitesewif bûn û li wê derê min ji dersên matematik, tarîx û cografyayê/erdnîgarîyê jî hez kir û mamosteyê min Ebû Taman jî ziman, tarîx û adetên Kurdî nîşanî min dan û bi giştî jiyana min guhert ku heya ez sax bûm ez ji bin tesîra wî derneketim.”

Piştî ku kekê wî Şahinşah di cenga dora Şamê de tê kuştin, hingê nîşanên ku bavê wî dixwest wî ji rojên bê re amade bike, dîyar dibûn: “Demeke kurt piştî cengê wezîr mir û Siltan jî bavê min kir sipahsalarê Şamê ku li pêşberî ihtîmala êrîşeke Ereban tevdîr digirtin. Wê hingê êdî bavê min destûr dida min jî ku ez li hespan siwar bibim û fêrî canbazîyên şer û cengê bibim, lê divê min jibîr nekira ku ez Kurd im û kurê sipahsalarekî me. Êdî bejna min a zirav jî ji bo siwarîya hespê pêketî û amade bû ku vê yekê jî ez pir şa dikirim.”

Çawa ku li cihekî din jî serbilindîya xwe û apê xwe bi hêzên Kurdan weha nîşan dide: “Di Adara 1164’an de Siltan Nûredîn ji bo sefera Qahîreyê ferman li sipahsalarê xwe Şêrkoh kir û apê min Şêrkoh jî gazî min kir û got: ‘Yûsuf tu jî dê bi min re bêyî.’ Ez hingê 27 salî bûm û em di yekê Nîsana sala 1164’an de di derîyê Sûdanê re ji Şamê derketin û sipahsalar Şêrkoh jî bi sipaha xwe ya jideh hezar siwarên Kurd pêkhatî serbilind bû û em di serê Gulana 1164’an de serkeftî vegerîyan Şamê. Ji ber serkeftina min ya di vê cengê de û şarezayî û hinerê min yê birêveberîyê Siltan Nûredîn ez kirim şihneyê (serekê ewlekarîya) Şamê ku ez di 27 salîya xwe de bûbûm mezinê temamê ewlekarîya Şama mezin.”

Herweha li vê derê jî dîyar dike ku gelek hêzên Kurdan hingê piştgirîya wan kirine: “Di Kanûna sala 1168’an de Frengan peymana ku me pêkve girêdabû xera kiribûn û careke din dest danîbûn ser Qahîreyê ku ji ber vê jî Siltan (Nûredîn) gazî min kir û got: ‘Zû here Şêrkoh bibîne!’ Ez çûm û gava min Şêrkoh dît, wî got: ‘Min ji mêj ve 6000 siwarîyên Kurd amade kirine.’ Jixwe 2000 siwar jî li Helebê amade bûn ku di nav wan de Tirkmen jî hebûn. Digel ku apê min pir dixwest jî lê min qet nediva ez beşdarî vê rêwingîyê bibim, lê dîsa ez beşdar bûm. Gava em di 4’ê Çileyê sala 1169’an de gihîştin ber derîyê Qahîreyê, Firengan newêrabû bi me re şer jî bikin û vekişîyan çûn ku Şêrkoh jî bê xwîn Qahîreyê sitend.”

Gava meriv bi awayekî berfireh û di serdema wê de û di şert û mercên dewletbûyina hingê de li Împeratorîya Eyûbî dinihêre, meriv dibîne ku ew jî bi rastî mîna dewlet û xanedanîyên wê serdemê yên malbatî û hoz û eşîrtî bûne û hikim di destê kîjan eşîr, malbat, êl û hozên navendî de bûye, ew dewlet ya wî xelkê ku ji wan hoz û eşîran pêk dihat, bûye. Nimûne Ya Selçûqî, ya Zengî, ya Biweyhî, ya Merwanî ya Osmanî, ya Rûmî/Romayî, ya Bîzansî jî piranîya hikim di destê wan hoz, malbat û xanedanan de bûye, lê heya radeyekê ew jî bi navendeke dînî ve girêdayî bûne û pirên wan jî ne li ser axa xwe bûne û hêzên wan yên leşkerî û îdarî jî bi tevayî ne ji wan bûne. Lê ew jî mîna ya Eyûbîyan piranîya serdar û birêvebir û hikimdarê wan ji hoza xwedîyê dewletê bûne, lê di nav wan de yekîtîyek û tifaqek bi hoz û gelên herêmê re hebûye ku çi ji hêla leşker ve be û çi jî ji hêla îdarî ve be, ew hevkar bûne.

Îcar em lê binêrin ka ya Eyûbîyan çiqas di destê Kurdan de bûye, rola Kurdan çiqas tê de hebûye û li ser dewletê heya çi radeyê xwedî hikim bûne. Hinek mîr û serdarên ku ji destpêkê heya paşîyê giranîya wan di dewlet û Împeratorîya Eyûbî ya Kurd de hebûne ev in: Mîrê Mezin Seyfedîn Meştûbê Hekarî, Qutbedîn Xwisro ibn Tilîlê Hezbanî, Şehabedin Harimîyê xalê Selahedîn, Mîr Hisamedîn ibn Ebu l-Hîcayê Hezbanî, Mîr Micelayê Hekarî, Feqe Îsayê Hekarî û birayê wî Mucîredîn, Seyfedîn Ezkeş/Yazguçê Esedî, Zahîredîn ibn Belengerî, Ezedîn Mûsik ibn Çekoyê Kurdê Selahî, Mîr Xweştirînê Hekarî û kurê wî Hisamedîn ibn Xweştirîn, Şêx Mandê Êzîdî ku demekê fermandarîya sipaha Helebê û derûdorên wê kiribû, Şêrkoh ibn Bilalê Zerzarî, Noşirwanê Zerzarî, Mihemed Şerefedîn Şahrûh/Şahrûxê Zerzarî, mîrekên Qeymerîyan mîna Seyfedîn, Diyaedîn û yên din. Ji bilî wan gelek kes ji eşîrên Rewadî/Revendî, Hezbanî, Mihranî, Hekemî, Hekarî, Himeydî, Beşnewî, Merwanî, Zerzarî, Siweydî û yên din ku evên han hemî hinek jê bi hîmdarî, hinek jê jî bi serkarî û desthalatdarî hevbeşên împeratorîyê bûn û xwedî payeyên bilind û mîrgehên mezin bûn ku hem sîyasî, hem leşkerî û hem jî îdarî gelek karûbarên desthilatê digerandin. Lê rast e ji bilî van jî gelek mîrek û serdar û serekhêzên mîna Artûqî, Memlûkî, Kenanî, Ereb, Selçûqîyên Anatolyayê, vê paşîyê Xwarizmî, Tirkmen û Xiristîyanên herêmê jî hebûn ku bi Kurdan re hevkar bûn û xwedî mîrgeh, paye û desthilat bûn jî.

Lê digel van tevan jî Selahedîn ji awayê olî ve jî cudahîya xwe ji gelên hevkar ên din jî weha destnîşan dike: “Di Îlona sala 1171’ê de li Bexdayê Xelîfe Mistensir mir û kurê wî el-Mustedi´ kete cihê wî ku dijî Siltan Nûredîn derket, çunkî hê jî li Misrê alaya Fatimîyan ya reş li ba dibû. Ev 200 sal bûn ku li Misrê xelîfetîya Şî´î ya Fatimî li ser hikim bû, lê em bi malbatî Şafi´î bûn û min nedixwest ez dest bidim xelîfetîya Şî´î ya Fatimî, çunkî hem gelekî xeternak bû û hem jî yê ku min kiribû wezîr jî Xelîfeyê Fatimî bû. Dû re Xelîfeyê Fatimî nexweş ket û mir ku geleşeke girîng jî ji ber xwe ve çareser bû.”[5]

Ji zana, şareza, rewşenbîr, bîrewer û şêx û mitesewifan jî evên jêrîn û gelekên din hevalbendên wan bûne: Ji malbata Şehrezorîyan qazî Mihyedîn ibn Zekîyedîn û yên din, ji malbata Selahîyên Kurd jî Şêxê Kurdan Şêx Ebdurehman û yên din, ji Malbata Esrûnîyên Kurd jî mîna Şerefedîn ibn Ebû Esrûn û yên din, Qazîyê Misrê Şêxê Şêxan Sedredîn ibn Dirbas Ebdulmelikê Mihranî, Şêx Fexredînê kurê Şêxê Şêxan û yên mîna Diyaedîn Mihemed ibn Osmanê Erbîlî yê Kurdî yî Ruhawî, Îmadedîn Îsmaîlê Mihranî yê Kurd û qazîyê Qahîreyê, Feqih Diyaedîn Îsayê Hekarî yê Kurd û gelek jî ji gelên din ku navên vanên me hejmart û yên din jî hemî di vê kitêbê de derbas dibe.

Nivîskarê me li ser rêz û benda sipaha dijmin û ya Misilmanan digel awayên cengê û rêzberîya wan di cengê de bi berfirehî sekinîye û gelek navên alavên cengê yên hingê, mîna çek û sîlah, alavên parastinê, yên dorpêçanê yên şerê derya û bejayîyê û yên din nivîsîne. Herweha ew li ser stendin û dayina fîdyeyan ji bo esîran û mîrgeh û payeyên leşkerî û îdarî, digel pêwendîyên navbera melikên Eyûbî xwe bi xwe, navbera wan û mîrekên din û navbera mîrekan xwe bi xwe jî rawestîyaye û carina li ser nakokî û hevkarîyên bi xelîfetîyê re jî li gorî hêl û dem û rewşê hinek agahdarî dane.

Digel van tevan ew li ser zana û şarezayên hingê bîrewer û rewşenbîrên serdema xwe bi giştî û bi taybetî jî yên Kurd rawestîyaye û navên gelek serdar û mîrekên Kurdan, çekdar û mêrxasên wan nivîsîye, behsa gelek berhemên zanayên wan jî kirîye û pesnê mêrxasîyên mîrek û serdarên Kurdan carina bi kurtî û carina jî bi berfirehî daye.

Ev berhem zêdeyî 700 sal berê hatiye nivîsandin, her wiha kitêba herî kevn e ku rasterê li ser navê Dewleta Kurdan hatiye nivîsandin û îro di dest me de heye. Mixabin di derbarê jiyana nivîskar Xezrecî de em piştî zehmetî û lêgerîneke pir rastî hinek agahdarîyên kurt hatin. Li gorî Yûsuf ibn Yehya ibn Zeyatê/Zeyadê Tadilî (m. 1230) ku di kitêba xwe ya ser mitesewifan ya bi navê et-Teşewwif fî Rical et-Tesewwif de qal dike: ”Ew Feqih/şerîetmedar bûye û xwendekar û menteyiyê Şu´eyb Ebû Medyenê Xews (1126-1198) bûye. Herweha ew hevdemê Mihemed ibn Elîyê Senhacî yê Qele´î (m. 628/1230-31) û hevalê Ebû Elî Mensûrê Melayinî bûye ku di dema wî (ibn Zeyatê/Zeyadê Tadilî) de li Bîcayeya bajarê Cezyirê jiyaye”. Ji bilî vê kitêba ber destê me berhemeke wî ya din bi navê Selamet el-Milel min Zilel el-Meknûn fî Ehşaî n-Nihel li kutupxaneya Kahîreyê heye. Ev berhem di sala 621/1200 de ji aliyê Sileyman ibn Elî ibn Sileyman Tilimsanî ve hatiye kopîkirin. Weke ku ji van agahan tê zanîn çendî ew ji Cezayirê ye ku Tilimsan jî bajarekî wê ye, lê ew li Fasê/Mexribê û derû dorên wê jî ji bo xwendin û zanînê gerîyaye û çûye heya Misrê û hêla Şamê û hawîrdorên wê jî. Ji ber ku di rûpelê pêşî yê kitiba wî de nivîsîye ku nivîskarê kitibê bûye şahidê bûyera/cenga Adilî jî.[6]

Xwendina Destnivîsê

Bi rastî xwendina vê destxetê ez gelekî westandim, çunkî çendî ku li gorî sedsala 12-13’yan destnivîseke xweş bû jî lê ew li gorî pîvanên hingê ku zêde giringî nedidan xalan, hatibû nivîsîn û ji ber vê jî divîyabû ku haya meriv baş ji jêder û mijara kitêbê hebe û ji naveroka kitêb û bûyerên tê de qenc agahdar be. Gelek gotinên wê yan ji binî bêxal bûn yan jî ji dêla du xal û sê xalan ve hew yek hatibû danîn ku belkî ew jî paşê lê hatibe zêdekirin. Herweha gelek gotin û navên deverên dûr ji herêma me û tişt û alavên kevn tê de hebûn ku bi tenê bi daneberheva wan bi bûyerên çavkanîyên din re dihatin fêmkirin. Ji bilî gelek alavên cengê yên kevnar ku di ferhengan de jî kêm dihatin dîtin.

Herweha ji bilî xwendina wê, wergerandina şi´rên tê de jî bi serê xwe zehmetîyek bû ku ez gelekî bi wan ve lebikîm. Lê ji tevî bêhtir jî lêkolîna ser jiyana wan kesên tê de, ya ser navên cih û deverên tê de û ya ser berfirehîya bûyerên tê de û lêgerîna çavkanîyên ser wan ez pir westandim.

Min di notan de navên çavkanîyan cara pêşî bi temamî carekê yan jî du caran daye, lê dû re gava di cihekî din de hatibe min hew navê kurt yê nivîskarê berhemê daye û navê kitibê jî serê herfên “berhema navdayî” (b. n.) daye, ji bo rûpel jî “r.” nivîsîye û ger ku berg hebe jî cara pêşî “berg” û dû re jî kurtîya wê “bg.” nivîsîye û ji carek duduyên pêşî pê ve jî ji dêla berg/bg. û rûpel/r. ve weha nivîsîye: 1/25, yanî (berg 1, r. 25).

Sultan Selahedînê Eyûbî

Ji ber ku kitêb ji sala 571/1175-76 dest pê dike, bi kurtayî be jî em hebekî behsa bingeha damezrandina Dewleta Eyûbî û şexsiyeta damezrênerê wê Selahedînê Eyûbî bikin wê baş be. Siltan Selahedînê Eyûbî (532-589/1137-1193), yek ji şexsiyetên herî navdar ê Rojhilata Navîn e, gelek berhem li ser hatine nivîsandin û hê jî pir zêde tê heskirin. Helbestvanê navdar Mehmet Akif Ersoy, di helbestek xwe de gotiye; “Siltanê herî xoşewîst yê Şerqê, Selahadîn.” Di sala 1898’an de gava Împaratorê Almanya seredana Şamê kirîye, wî di gotara xwe de weha pesnê Selahedîn daye: “Tiştê dilşadîya min zêde dike ew e ku ez li wî welatî me ku mezintirîn kesê serdema xwe û mêrxastirîn û xweşmêrtirîn gernasê wextê xwe lê jîyaye, ew ê ku hatina wî bi xwe bûye rûmet û esalet û navûdengê wî li hemî welat û şaristanan bilind û belav bûye; ew jî Selahedînê Eyûbî ye.”[7] Kurdolog, rojhilatnas û lêkolînerê bi navûdeng Prof. Vladimir Minorsky jî di pêşgotina kitêba xwe ya Studies in Caucasian History de diyar dike ku, piştî Napolyon lehengê ji hêla dijminê xwe ve bêhtirîn pesnê wî hatiye dayîn Selahedînê Eyûbî ye û ew ne hew li pey rizgarkirina Qudsê û axa Îslamê bi tenê bûye, lê ew ji bo rizgarkirin û bipêşvebirina temamê Rojhilata Navîn xebitiye û tekoşîn daye.

Berê behsa binyadê malbata Selahedînê Eyûbî derbas bû ku ji Kurdên Rewadî ne ku ew jî bavikek ji hoz û eşîra mezin ya Hezbanîyên Kurd in. Ev eşîra pir mezin ya Hezbanîyan di dema xwe ya zêrîn de ji başûrê Kurdistanê heya bigihê deverên Azerbaycan û hawîrdorên wê li gelek navendan belav bûne û desthilatdarî jî li wan deran kirine. Lê dema Selçûqî hatine û herêmê wêran kirine bapîrê Selahedînê Eyûbî, Şadî bi herdu kurên xwe, Esededîn Şêrkoh û Necmedîn Eyûb [digel hinek mêrxasên pismamên xwe][8] ve berê xwe dane Bexdayê û ji wê derê jî çûne Tikrîtê.[9]

Berî hingê dostekî Şadî bi navê Micahîdedîn Behrûz îbn Ebdullah el-Xîyasî ku koleyekî spî bû, li Divinê bûyerek hatibû sere wî û Şadî ew ji kuştinê xelas kiribû, bi dizî ew ji Divînê derxistibû; dû re ew çûbû Bexdayê û bûbû serekê ewlekariya wê. Vêca tê gotin ku li ser vê yekê gava rewşa jiyanê li Divînê nexweş dibe Şadî bi zaroyên xwe û hinek pismamên xwe ve bar dike hêla Bexdayê cem dostê xwe Behrûz. Behrûz jî piştî pêşwaziyeke baş wan dişîne bajarê Tikrîtê ku mîrgeha wî bûye û Şadî dike dizdar, yanî dibe waliyê wê û bi dû mirina wî re jî kurê wî yê mezin Necmedîn Eyûb dikeve cihê wî, ew dibe dizdar û birayê wî Şêrkoh jî dibe serdarê hêza leşkerî.

Di sala 1137’an de dema Şêrkoh dostekî Xelîfe kuştîye, Behrûz jî ji Necmedîn re gotîye: “Ji ber qenciya bavê we ez nikarim zirarê bidim we, lê ji mîrgeha min derkevin herin.” Şeva ku Micahîdedîn Behrûz fermana derketina Necmedîn Eyûb û malbata wî ji Tikrîtê daye, Selahedîn li keleya Tikrîtê hatiye dinyayê. Ji ber alîkariya Eyûb bi Imadedîn Zengî re gava ku bi Mesûdê kurê Mihemedê kurê Melikşahê Selçûqî re avêtibû ser Bexdayê û Xelîfe jî alîkarî ji Qerace el-Saqî xwestibû, ew jî çûbû şerê wan û ew şikandibûn, hingê Zengî xwe avêtibû Tikrîtê cem Necmedîn; vê carê jî wan berên xwe dane Mûsilê û qesta Îmadedîn Zengî kirine. Ew ji hêla Zengî ve baş hatine pêşwazîkirin, mîrgeh û erd jê wergirtine û ketine nav koma serdarên wî yên bilind. Dû re gava Zengî çûye avêtiye ser hêla Şamê û Baalebek vegirtiye hingê Necmedîn Eyûb kiriye parêzgerê wê û wî jî mala xwe ji Mûsilê biriye wê derê, ku li gor çavkaniyan hingê divê Yûsif Selahedîn du salî be.

Selahedîn ji du salî heya 9-10 saliya zaroktiya xwe li Baalbekê derbas kiriye û di 7 saliya xwe de li mizgefta Baalbekê ya mezin ku piranîya wê ji bingehê du perestgehên kevnare hatibû avakirin, perwerdeya xwe ya destpêkê wergirtîye. Berî xwendin û nivîsînê wî hinek ayetên Quranê jiber kiriye û hê dest bi hînkirina xwendin û nivîsîna Erebî, fêrbûna rêzimana wî û destnivîsa bedew kiriye. Ji xwe Selahedîn bi malbata xwe re bi Kurdî dipeyîvî û li mizgeftê jî bi Erebî diaxivî, lê di dema destpêka perwerdeya leşkerî de ku diçû nav hêzên Nûredîn hingê jî fêrî Tirkî dibû.

Di sala 1148’an de bi serekfermandariya Împeratorê Almanya Konradê 3’emîn, Qiral Luisê 7’an yê Frensî û hinek fermandarên din êrîşeke Xaçpêrîzî ya xurt anîn ser Şamê, bi gelek çekên mezin î bi heybet dora wê pêçan û bi mencenîqa li dîwarên sûra wê xistin. Lê bi saya siyaseta Necmedîn Eyûbê bavê wî û sernermiya mezinê raspartî yê Şamê Mu´înedîn Onur ku pêwendiyên berê yên bi Xaçparêzan re birrî, ji hêzên Islamê yên xurt jî bi nameyên cihê hêviya alîkariyê kir. Ew jî hatin hawara wan û ev yek li herderî hat belavkirin ta ku moralên şervanên Şamê xurt bû û hê berî hawar bigihîje wan, zor dijmin hat birin, dijmin şikiya û revî revî ji ser Şamê rabû. Dema bavê wî li Şamê bûbû serfermandar hingê Selahedîn hertim li bal bû û pir pê serbilind bû. Qazî Îbn Şedad jî di kitêba xwe ya “el-Newadir el-Sultaniye” de dibêje: “Ji roja ku Selahedîn bi bavê xwe re ji Baalbekê hate Şamê, ew hertim di her çûyîn û hatin û rabûn û rûniştinê de pê re bû û hevaltiya wî dikir. Çend sal piştre jî di sala 1152’yan de ku hingê 14 salî bûye, bavê wî ew ji bo fêrbûna pîşeyê leşkerî şandîye Helebê cem apê wî Şêrkoh.

Piştî mirina Mu´înedîn Onirê berpirsiyarê Şamê, Nûredîn Şêrkoh şand cem Necmedîn Eyûbê birayê wî ji bo destdanîna ser Şamê bê ceng ku bi temamî ketibû destê Mucîredînê hevkarê Xaçparêzan. Wî hêvî dikir ku bi yekkirina hêza leşkerê Şam û Helebê dê hêza wan bêhtir karibe derbên dijwar li dijminê wan bixe û belkî bi paş ve girtina Qudsê jî bi leztir bixe. Bêguman Necmedîn jî hem ji bo birayê xwe Şêrkoh ku serekleşkerê sipaha Nûredîn bû û hem jî ji bo hezkirin û baweriya wî bi malbata Zengiyan yekser pêşniyara wî pejirand û hêdî hêdî xelkê Şamê ji bo spartina wê û ketina Nûredîn ya Şamê amade kir. Bi vê serkeftinê du mîrgehên mezin yê Şêrkoh li yên berê zêde bûn, Necmedîn jî bû mezinê Şamê hemî û li xort û mirovên malbatê jî gelek mîrgeh û paye hatin belavkirin. Selahedînê lawê valiyê Şamê yê 16 salî, êdî gelek caran beşdarî civata wan dibû û Nûredîn pir dieciband ku di gelek waran de wî jî ji xwe re mînak digirt. Herweha ji apê xwe Şêrkoh jî gelek rind fêrî pîşeyê cengê, yê nêçîr û siwarîyê jî bûbû. Ew di 18 salîya xwe de ji hêla seraya Nûredîn ve di nav hikûmeta leşkerî ya Şamê de bû cihgirê apê xwe û yek ji berpirsîyarê asayîşê yê beşa pêkanîna qanûn û awayê wergirtina cil û bergan.[10]

Di sala 1163’yan de Şawerê wezîrê Misrê, ji ber Dîrxamê ku dest danîbû ser wezîrtiya wî reviya hat Şamê; hawara xwe anî gihand Nûredîn û soz dayê ku ger ew hêzeke leşkerî pê re bişîne da wî vegerîne ser wezîrtiya wî, dê mesrefê wê hêzê hemî bide û sêyeka hatina welatê xwe jî pêşkêşî Nûredîn bike. Ew wezîfe dikeve ser milê Şêrkoh û dema diçe ser Kahîreyê Selahadîn jî bi xwe re dibe ku wî wextî 27 salî bûye.

Piştî vegerandina Şawer li wezîrtiyê ew dest bi dek û dolaban dike û dixwaze wan destevala bişîne Şamê, lê Şêrkoh qîma xwe pê nayine û haziriya şer dike. Li hember vê Şawer jî ji Frengan hawar dixwaze û ew di bajarê Bilbîsê de bi hêza xwe ya hindik şerê hêza Frengan û sipaha Şawer pêkve dikin û bi casûsên xwe û nameyên kevokan nûçeya hatina hawarê û êrîşên Nûredîn yên ser deverên Frengan belav dikin ta ku Şawer bêgav dibe hinek ji sozê ku dabû tîne cih, Freng jî derdikevin diçin cihên xwe û ew jî vedigerin Şamê. Gava vedigerin Şamê, Nûredîn, ji ber mêrxasî û cengaweriya wî Selahedîn dike şihneyê Şamê, yanî serekê temamê ewlekariya bajarê Şamê.

Selahedînê Eyûbî sê caran bi apê xwe re diçe ser Misrê. Di cara sêyemîn ya paşî de jî ku êdî hem li ser lavelava Şawer û ya malbata xwe û hem jî ji bêçareyî Xelîfe bi nameyeke ku porê jinên saraya xwe jî dixê, ji Şêrkoh û Nûredîn hawarê dixwaze. Dîsa piştî rizgarkirina Misrê ji Frengan Şawer dest bi dek û dolabên xwe kir, lê vê carê dîsa Şêrkoh û Selahedîn ketin tevgerê, dest datînin ser dek û dolabên wî ku hima wê hingê fersendek derket û li ser dilxwazîya Xelîfeyê Misrê el-Adid jî Şawer di nav fenûfûtên xwe de hat kuştin û Şêrkoh jî ji hêla Xelîfe ve li dewsa wî bû wezîr û hat perûkirin.

Piştî wezîrtiya xwe ya nêzî du meh û nîvan Şêrkoh nexweş ket û jê ranebû. Sê roj piştî şîna apê wî û pêşwaziya serxweşiyan ku xelîfeyê Misrê el-Adid bi xwe jî beşdar bûbû, Xelîfe bi tîpên mûzîkê û pasvanên wezîrtiyê digel perûya wezîrtiyê û cilûbergê wê û şûr û hespekî xemilandî mabeynciyê xwe şand pey Selahedîn da perûya wezîrtiyê li xwe bike, bi kêf û şahî here serayê hizûra Xelîfe û li şûna apê xwe bibe wezîrê wî (26’ê Adara 1169).

Hin dîrokzan sala 564/1169’an, yanî dema Selahedîn bûbû wezîrê xelîfeyê Fatimîyan, destpêka Dewleta Eyûbîyan qebûl dikin. Di vê demê de digel pêsturiya ku ji hêla Nûredîn û Xelîfeyê Bexdayê ve ji bo jiholêrakirina Dewleta Fatimiyan û xwendina xutbeyê li ser navê xelîfeyê Bexdayê dihat kirin jî Selahedînê Eyûbî bi bêhnfirehî ev bi paş dixist û li benda kemilîna demê û fersendeke çê dihişt. Gava ew fersend ji xwe re peyda kir jî, fermana guhertina xutbeyê û xwendina wê li ser navê xelîfeyê Bexdayê da bê ku bibe sedemê xirecir û serêşekê (567/1171’ê). Bi vî awayî Dewleta Fatimiyan bi dawî bû, yekîtiya Îslamê pêk hat û Dewleta Eyûbiyan hat avakirin. Selahedînê Eyûbî heman bêhnfirehî ji bo Zengiyan jî meşand û hêdî hêdî, bêyî ku şer û kuştinên zêde çêbibin bingeha dewleta xwe qewîn kir û roj bi roj fireh kir.

Nûredîn di sala 1174’an de mir û kurê xwe Melîk Salih Îsmaîl li cihê xwe hişt. Wextê mirina bavê xwe ew li Şamê bû û li kela Helebê jî Şemsedîn Elî îbn Daye û Şazbext (Şadbext) diman. Ji ber ku Îbn Daye behsa xwe û hinek karan kiribû, Melîk Salih jî rabû ji Şamê berê xwe da Helebê. Her di wê rojê de Ebu-l-Fedl îbn Xeşab jî di bûyereke ku li Helebê qewimî de hat kuştin, di nav hinek serdarên Nûredîn yên Helebê de jî tevlihevî derket û rewş giha heya girtin û kuştinê.

Ji xwe piştî mirina Nûredîn rewşa Şamê tevlihev bûbû û Şemsedîn îbn Miqedim jî ev yek ji Selahedîn re nivîsîbû. Ew rabû li Misrê leşkerekî pir amade kir, yekî ku wê biparêze jî lê hişt û bi mebesta ku ew dê bi kar û barê Melîk Salih ve rabe, berê xwe da Şamê. Ew di roja sêşema 30’yê Çirîya 1174’an de bi teslîmgirtin kete Şamê û keleya wê stand. Piştre ew ber bi Helebê ve çû, di rêya xwe de dakete ’Himsê û di Çileyê sala 1174’an de bajar vegirt, lê bi keleya wê ve mijûl nebû û berê xwe da Helebê.

Dû re gava xwedîyê Mûsilê Seyfedîn Xazî îbn Qutbedîn Mewdûd îbn Îmadedîn Zengî pê hisîya, zanî ku Selahedîn hêza xwe xurt kirîye, rewşa xwe baş li hev anîye û tirsîya ku ger haya wî jê nemîne dê dest deyne ser welêt û fermandarîyê têxe dest xwe. Li ser vê yekê ew rabû leşker da hev, sipaheke mezin amade kir û birayê xwe Mesûd îbn Qutbedîn Mewdûd danî ser û ew şandin pêşîya wî da ku nehêlin têkeve welêt.

Gava ev nûçe gihîşt Selahedîn ew ji ser Helebê rabû û di destpêka Çileyê sala 1174’an de berê xwe da ’Hemayê. Ji wê derê vegerîya ’Himsê û keleya wê jî vegirt. Hingê Îzedîn Mesûd jî gihîşte Helebê, wî leşkerê xwedîyê Helebê Melîk Salih îbn Nûredîn jî bi xwe re girt û bi hêzeke mezin ve derket. Dema Selahedîn bi hatina wan hisîya, ew jî ber bi wan ve çû heya ku gihîşt qiloçên [girên hafa] ’Hemayê, li wê derê xeber ji wan re şand û wan jî jê re şand.

Ew ji bo lihevhatinê xebitî, lê wan aştî nexwest û texmîn dikir ku dê bi şer bigihîjin armanca xwe. Ew ketin nav hev û piştî şerekî giran ew ji ber şikestin û tibabek ji wan jî dîl bûn, lê Selahedîn qencî bi wan kir. Ev bûyer di 19’ê Remezana vê salê (570/13’ê Nîsana 1175’an) de li qiloçên ‘Hemayê qewimî û hima piştî têkçûna wan dîsa ew çû û cara diduyan jî avête ser Helebê. Ew li ser ku Me‘err, Kefirtab û Barîn jê re bin pê re li hev hatin.

Hingê Seyfedîn Xazî jî dora birayê xwe Imadedîn Zengî pêçabû ji ber ku meyla wî li ser Selahedîn bû, lê gava nûçeya têkçûnê gihayê ew hima pêrepêre çû Nisêbînê, da leşker bide hev û erzaq bide wan. Ew ji wê derê çû Bîrê, ji Firatê derbas bû, li alîyê Şamê kon veda û xeber şand cem kurapê xwe yê xwedîyê Helebê Salih îbn Nûredîn da heya bigihîjê hazirîya wî bê kirin. Dû re ew çû Helebê û Melik Salih jî hat pêrgê wî, ew demekê li Helebê ma û hêzên xwe dan ser hev.

Selahedîn jî şande Misrê pey leşkerê xwe leşker jê re hat û rabû çû heya ber qiloçên ’Hemayê. 23’yê Nîsana 1176’an li wê derê li ber hev pan bûn û şerekî dijwar di navbera wan de derket.Çepê Selahedîn, ku Muzaferedîn îbn Zeynedîn (ê xwedîyê Erbîlê) lê dima û dikete aliyê Seyfedîn yê rastê, şikest lê Selahedîn bi xwe êrîşî wan kir, ew şikandin û gelek ji mîrek û serdarên wan jî dîl girtin, bes mineta xwe xiste ser wan û ew berdan.[11]

Selahedîn çadir belav kirin, xezîne bexişandin û xargeha Seyfedîn jî da birazîyê xwe Ezedîn Feruxşahê kurê Şahînşah îbn Eyûb ku xwedîyê Baalbekê bû û bavê Melik Emced Behremşah bû.

Ew ji wir çû Menbecê, ew vegirt, piştre di Nîsana 1176’an de çû dora keleya ‘Ezazê girt. Gava ew li ser wê bû komek Îsmaîlî ji nedî ve êrîş birin ser Selahedîn, lê wî xwe ji wan parast ta ku pasvanên wî gihîştin wan. Ew li ser ma heya ku di 14’ê Hezîrana wê salê [571/1176] de ew stand û ji wir çû di 27’ê Hezîranê de dakete ser Helebê, demekê li ser ma lê dû re ji ser rabû. Wan li wê derê keçeke Nûredîn ya piçûk anîbû cem ku jê keleya ‘Ezazê bixwaze, wî jî ew dayê û piştre ji ser rabû çû. Hingê birayê wî Şems el-Dewle Tûranşah [Torinşah/Toranşah?] jî gihîştibû cem, wî ew li Şamê li cihê xwe hişt û di Îlona 1176’an de vegeriya Misrê da rewşa wê saxtî bike.

Di pey de wî xwe ji cengê re amade kir û di destpêka Cemadelûlaya 573/Teşrîna 1177’an de bi leşker ve daket ber û berê qeraxê heya ku li Remelayê gihîşt Frengan, lê ew roj şikestin para wan bû. Gava ew şkestin nêzîkî wan deran keleyeke ku xwe lê ragirin jî tune bû. Ew ber bi welatê Misrê ve çûn lê rêya xwe şaş kirin, ji hev belav bûn û hinek ji wan ku şareza Îsayê Hekarî jî di nav wan de bû, dîl bûn. Ev têkçûneke mezin bû ku bi bûyera Hittînê ya navdar ewêzîya wê hat girtin.

Selahedîn û hevalên xwe, bi xwe heya ku ji diltengîya têkçûna Remelayê bi ser xwe ve nehatin, li Misrê man, lê piştre gava nûçeya derketina tevlîhevîyan li Şamê gihîştê, hingê xwest ku vegere wê derê û giringîyê bide cengê. Tam hingê peyamnêrê Qilîçarslan ê xwedîyê Romê jî hat cem, daxwaza lihevhatinê jê kir û zerardîtina xwe ya ji Ermenîyan dîyar kir. Wî xwest ku ji bo alîkarîya Qilîçarslan here ser welatê Lawin (yê Sîsê ku ji hêla qeraxê ve diket navbera Heleb û Romê). Ew çûyê û leşkerê Helebê jî xwest, wî di ser rêya xwe de keleyek vegirt, ew wêran kir û piştre jî kete welatê Lawin. Wan doza aştîyê kir, ew jî bi wan re li hev hat û ji ser wan vegeriya, piştre Qilîçarslan ji bo hemî Rojhilatîyan lihevhatin pêşnîyaz kir û wî jî erê kir. Qilîçarslan û fermanber hemî beşdarî lihevhatinê bûn, Selahedîn di 10’ê Cemadelûlaya sala 576/3’yê Çirîya 1180’yî de bi wan re peyman çêkir û vegeriya Şamê, ji wir jî çû Misrê.

Piştre Melik Salih îbn Nûredîn mir û gava nûçeya mirina Melik Salih û hiştina Helebê ji Ezedîn Mesûd re hat, hingê wî bi lez berê xwe da wê ku berî Selahedîn bigihîjê. Ew çû Helebê çend mehan lê ma lê wê gavê bihîst ku Selahedîn ji Misrê ber pê ve diçe û gava dît ku meyla hinek serdarên wî bi ser Selahedîn ve ye, ew rabû wî mal û xezîneyên wê hemî bar kir bir Mûsilê û li ser daxawzîya birayê xwe Îmadedînê xwedîyê Sincarê ku berê ew jê xwstibû, dayê û ji dêl ve Sincar jê wergirt.

Selahedîn jî di 30’ê Kanûnê de giha Şamê û hilkişîya keleya wê, dest danî ser tiştên tê de mayî û di 11’ê Sibata salê [577/1182] de bi dîya Melik Salih re zewicî.

Dema Ezedîn Mesûd Heleb da birayê xwe Îmadedîn Zengî û Sencarê ji dêla wê ve girt ew ji Helebê derket û Îmadedîn Zengî çû ketê. Selahedîn jî ku berê li Firatê derbas bûbû û dest danîbû ser derûdorên wê, hinek navçeyên Cezîreyê mîna Nisêbîn û Xabûr û yên din jî vegirtibû. Dû re çûbû dora Mûsilê pêçabû û zor dabûyê jî lê di vegirtina wê de bi ser neketibû û gava ji ser Mûsilê vegerîya jî rabû çû avêt ser Helebê û dora wê girt.

Îcar ji ber ku Ezedînê kekê wî mal di xezîneya wê de nehiştibû, Îmadedîn nikaribû Helebê biparêze û rabû Mîr Hisamedîn Tuman îbn Xazî şand cem Selahedîn û ji dêla Helebê ve ji Selahedîn Sincar, Xabûr, Nisêbîn û Sirûcê xwest û wî jî ew derê danê û jê sozê hevkarîya li dijî dijminê wî wergirt. Ji xwe berê di 17’ê Çileyê 1183’yan de Selahedîn çûbû Sencar vegirtibû û ew dabû birazîyê xwe Teqîyedîn ‘Emer.

Ew cara sisîyan di zivistanê de bi mebesta ku li ser Mûsilê bimîne heya ku wê û welatên pêve giradayî bistîne çû ser. Ew di Teşrîna 1185’an de çûyê, meha Şaban û Remezanê hemî li ser ma û di navbera wî û xwedîyê wê de navbeyncî çûn û hatin. Dema ku ew li ser Mûsilê bû û zor dida Mesûd Zengî ji wan herêm û welatên hawîrdor serdar û mezinên bajar û welatan yeko yeko diçûn serdana wargeha wî û raspêriya xwe jê re diyar dikirin. Yek ji wan desthilatdarê Erbîlê (Hewlêrê) bû ku bi hezar siwarên xwe ve giha wargehê, herweha mîrê Mêrdînê û siltanê Faris Pehlewanê Selçûqî jî peyamnêrên xwe digel delegasyonên hêja û diyariyên giranbiha şandin wargehê. Her di wê demê de Şahermenê Xelatê jî ku berê ji bo Mûsilê meriv şandibûn cem Selahedîn û gef lê xwaribûn, mir û şah û mezinên derûdorê jî êrîşî Xelatê kirin. Yê pêşî Pehlewanê mezinê Faris bû ku bi lez çû da dest deyne ser wê, lê mezinê wê yê nû ku koleyekî bi navê Begtîmûr bû ji Selahedîn hawar xwest û dîyar kir ku ew dixwaze wê bispêre wî. Wî hima di cih de şerîetmedar Îsa digel hejmarek qazî ve şand da hevkariyê pêk bînin û bi wan re jî kurapê xwe Nasirûdîn Şêrkoh digel hêzeke leşkerî ve bi rê kir.

Piştî vegerîna ser dorpêçana Mûsilê bi demekê Selahedîn nexweş ket, vegerîya Heranê û li wê derê peyama [xwedîyê Mûsilê] ya ku daxwazîya wî pejirandîye jî, gihîştê. Ew li ser ku xwedîyê Mûsilê, Şehrezor û der û dorên wê, wîlayeta Qerebellayê û deverên pişta Zabê bide Selahedîn û li ser mînberan [di xutbê de] navê wî bê xwendin û li ser sikkeyan jî navê wî bê kolan, li hev hatin. Gava wî sond xwar hingê Selahedîn cihgirê xwe şand ku here wan deverên li ser biryardayî bispêre xwe.[12]

Piştî vê lihevhatinê êdî Selahedîn di 45 salîya xwe de bûbû mezintirîn desthilatdarê civaka Îslamê ku dikaribû ji navçeyeke berfireh ya navbera der û dorên Dîcle ji hêla rojava ve û ji hêla rojhilat ve jî heya tixûbê Tunisê leşker û cebilxane (ajar) bide hev.

Yek ji serkeftinên Selahedînê Eyûbî yê herî navdar Cenga Hittînê ye. Bi vê serkeftinê re vegirtina Qudsê ji Selahedîn ve xwiya bû. Raspartin û rizgarkirina Qudsê di roja îna 2’yê Çirîyê (583/1187) de çêbû. Ji xwe ev mijar di kitêbê de derbas dibin. Di dîroka dinyayê de vegirtina Qudsê ya ji aliyê Selahedînê Eyûbî ve cihekî girîng digre. Tevgera wî ya dema teslîmgirtina wê, serbilindahiyeke mirovatiyê ye. Ji ber ku 88 sal berê dema Xaçîyan Qûdus vegirtibû û dest danîbû ser, di mizgefta Eqsayê de bêcudahiya navbera jin, mêr, zarok, kal û pîr heftê hezar Misilman kuştibûn û heştê rojî jî li wan kolan û li ber wan dîwaran tade, eziyet û kuştin bi xelkê tê de çi Cihû, çi Misilman û çi jî yên din bin kiribûn; li bendê bûn ku Selahedînê Eyûbî jî heman tiştî bîne serê wan. Lê Selahedînê Eyûbî, bi dayîna serê şexsekî bedelek pir biçûk, ew rizgar kirin. Serekdarîya lihevhatinê li ser her mêrekî 20, her jinekê 5 dînarên Sûrî û ji bo her zarokekî jî çi keç çi kur dînarek birrîbû ku çi kesê bide dê xwe azad bike. Dîlên Misilmanan jî yên li Qudsê ku gelek bûn, hemî hatin berdan.

Bêguman gava meriv van pesnên jorîn dibîne û wan dide ber yên jêrî jî bêhtir tê digihê ku sedemê navdarîya wî li nav civata Îslam û dervayê wê heya cîhanê hemî jî belav bûye, hew ne ji bo hêza wî ya leşkerî û serkeftinên wî yên şer û cengê ne, lê belkî giranbihayîya wî û qedirşînasîya wî hê bêhtir ji ber camêrî û dadmendîya wî û van xesletên wî yên jorî û jêrî bûye. Li gor Ibn Şedad gava 23’yê Sibata 1193’yan de çavên xwe ji jîyanê girt, ji dînarekî Sûrî û çel û heft dîrhemên Nasirî pê ve tiştekî din di gencîneya wî de tunebû. Her weha wî tu milk jî, ne xanî, ne erd, ne bostan, ne gund û ne jî çandinîyek li pey xwe hiştiye. Ev jî camêrî û qenciya wî baş bi me dide zanîn.

Herweha nîşaneke xweşmêrî û şehsiwarîya Selahedîn û taybetmendîya wî jî şandina hespekî ji bo neyarê xwe yê xedar yê ji hespêketî Rîçard re di kemîna şerê Yafayê yê sala 1192yan de bû. Çawa ku di dema dijminîya Rîçard ya herî dijwar û xedarîya wî de ku bi destê wî biketa dê hêzên Selahedîn hofir bikirina û herderî bi serê wan ve bianîna xwarê jî lê gava ew nexweş ketîye Selahedîn şehsiwarî û xweşmêrîya xwe nîşan daye û rabûye jê re bizişkê /hekîmê xwe şandîye û pê re jî berf û şerbeta berfê rêkirîye.

 

Îmad el-Katib Îsfehanî jî li ser camêrî û merdîya wî weha dibêje: “Selahedîn, hebûna jî û tinebûna jî dida, ger mal tinebûna soz dida û dema mal çêdibû û dihat ji sozê ku dabû zêdetir dida. Wî tu carî tu xwestek vala venegerandiye û ger ku tunebûya jî bi wan re xweşbêş û henek dikirin mîna ku ji bo deynê ser xwe ji wan muhletê bixwaze û gava mal dihat jî zêdetir dida wan.[13] Wî ji bo hespên ku di cengê de birîndar dibûn yan jî dihatin kuştin jî pere dida xwedîyên wan û yê ku bê hesp bihata jî hesp didayê û ku hazir tunebûya jî soz didayê ku dê bidê. Digel ewqas malê pir ku jê re dihat jî tu carî malê wî têra ku zikat lê bikeve li cem wî kom nedibû, çawa dihat wisa jî diçû, çunkî wî malê xwe hemî dikir xêr û xêrat.”[14]

 

Ibn El-Esîr jî di tarîxa xwe ya el-Kamilê de wiha dibêje: “Ji xwe nefspiçûkiya wî li ber çavan bû ku wî tu carî xwe li ser tu hevalên xwe mezin nedikir û yên ku xwe mezin dikirin jî wî ew fihêtkar dikirin. Feqîr û sofî hemû dihatin cem, wî ji wan re sema û şahiyên muzîkê li dar dixistin û gava yek ji wan ji bo semayê yan jî muzîkê radibû ew jî bi wan re radibû û rûnedinişt, li benda wan dima heya ku semaya xwe diqedand.

Wî kincên bêşerî‘etî qet li xwe nedikir, ew pir zana û çavnas bû, li gotinan guhdarî dikir û dida guhdarîkirin. Bi tevayî, di wê serdemê de yê mîna wî pir kêm bûn. Wî pir qencî û karên baş dikir û li cenga pîroz ya ji bo rizgarîya axa Îslamê gelekî miqate bû, ji xwe vegirtinên wî jî îspata vê yekê ye. Wî li pey xwe hivde zaroyên kurîn hiştibû.”[15]

Siltan Selahedîn pir ji zana û aliman bi taybetî jî yên mezin î dersdar hez dikir û qîmet dida wan, çawa ku ji her cûre xwendin û zanînê jî hez dikir, loma jî li her deverê ku vedigirt ji bilî avedanîyên din li yên xwendin û zanînê jî miqate bû. Mînak: Medreseya Selahî, Medreseya Henîfîyan, Medreseya Hiseynî ya Meşhedê, Medreseya Fazilî, Medreseya Hedîsê ya Kemalî, Medreseya Salihîye. Herweha li Feyûma Misrê jî bi Melik Tiqyedîn du medrese dabû avakirin, yek ji bo Malikîyan û yek jî ji bo Şafi’îyan ku Selahedîn bi xwe jî li Îskenderiyeyê medreseya Şafi´îyan ava kiribû. Ibn Cibeyr gava çûbû Misrê diyar kiribû ku şanazîya vî welatî du tişt in, medrese û tekye/dergah ku bi saya wan zanîn û şarezayî û ilm û irfan belav dibin. Tiştê ku Ibn Cibeyr şaşmayî hiştîye ew bû ku Qerafe hemî mizgeft û medrese û avayî bûn ku rêwingî/biyanî, zana, qenc, feqîr lê diman û mesrefê hemîyan jî Siltan dida û herweha mesrefê medreseyên Misir û Qahîreyê jî tev wî dida.[16]

 

Di heyama Dewleta Eyûbiyan de gelek nexweşxane, cihê alîkariya zarokên bêkes û kesên feqîr hatibûn avakirin. Ji aliyê din ve sin’et û teknîk bi pêş ketibû; bi hilberîna kaxet, eşyayên ji hesin û ji camê, qumaşên ji hirî, hevrêşim û pembo navdar bû. Bi kinayî, li gor heyama xwe Siltan Selahedîn hem di warê fermandarî û leşkeriyê de, hem jî di warê çand û zanyariyê de pir pêşketî bû û li her derê dewleta xwe gavên girîng avetine. Di hêla wêje, ziman, civaknasî, zanistên fenî û olî de gelek şexsiyatên mezin xwedî kirine. Loma tesîra wî heya roja me jî berdewam dike. Di xelaseka sala du hezarî de, rojnameya Swêdî ya Dagens Nyheterê û kovara Îngilîzî ya Timesê Selahedînê Eyûbî yek ji her deh navdarên salên hezara duyemîn nîşan daye. Roja îro jî di Rojhilata Navîn de gelek cih û war li ser navê wî hene, kitêb û roman li ser tên nivîsandin û hîn jî mînake ji bo pêşerojê.

 

  1. Emîn Narozî

[1] Li gorî van tarîxan divê mebest ji ya 557/1161’ê dema rêwingîya sipahsalar Şêrkoh bi Selahedîn û sipaha Şamê ve ber bi Misrê ve be, ku hingê Şawerê wezîrê Misrê xwe avêtibû Nûredîn Zengî da leşker bişîne hawara wî û wî jî Şêrkoh bi hêzekê ve pê re şandibû Misrê. Çawa ku mebest bi tarîxa 660/1261’ê jî destnîşankirina bidawîhatina hikimdarîya Eyûbîyan ya hêla Şamê bû jî, piştî ya Misrê ya sala 655/1257’an. Lê bi tarîxên 570/1174 û 571/1175-76’an jî destpêka desthilatdarîya Selahedîn destnîşan dike û bi 655/1257’an jî çawa me got, dawîlêhatina fermanrewayiya Eyûbîyan ya Misrê dîyar dike.

[2] Çendî ku van rojên dawî di internetê de di nav destnivîsên “Enstituya destnivîsên Erebî” de li ser navê nivîskarê me du kitêb hatine dîtin ku yek ji wan ev kitêba destê me ya Tarîxa Dewleta Kurdan û Tirkan e jî lê min nikaribû ez wê bi dest bixim û bi vê re rûbar bikim. (Bnr. Enstituya destnivîsên Erebî/http:/ /manuscriptsinstitute.org/, Qahîro linkhttp://41.32.191.214/cgi-bin/koha/opac-detail.pl?biblionumber=40893

[3] Bnr. Elî Beyûmî, Qiyam ed-Dewle el-Eyûbîye fî Misir/Kuruluş Devrinde Eyyûbîler, Dar el Fikir el-Hedîs, Qahîre, 1952, wergera Tirkî Ebdulhadî Timûrtaş, Kent Yayınları, Stenbol, 2005, r. 81-91.

[4] Çavkanîya vê jiyannameyê qenc nayê zanîn ji bilî ku rojnamevana firansî Genevieve Chauvelê ew di romana ser Selahedîn de bi kar anye û dû re di intenetê de jî vê dawîyê bi navê ”Nameya Selahedîn” ya kitêbxaneya Îskenderîyeyê çar rûpel bi serenavê ”Selahedînê Eyûbî bi zimanê xwe behsa serpêhatîya malbata xwe û jiyana xwe dike” hatîye dîtin. Li binê vî serenavî jî ev navê (Sehretullah) heye.

[5] Ji jiyannameya Selahedînê Eyûbî ya ku di Kitêbxaneya İskenderiyeyê de bi destnivîsa wî hatîye dîtin û rojnamevana Fransî Genevieve Chauvel ew kirîye bingehê romana xwe ya bi navê Saladin.

[6] Bnr. link – – –

[7] Bnr. Ebd el-Xaliq Sersam, Selahedînê Eyûbî, r. 67; Ehmed Bîlî, Jîyana Selahedînê Eyûbî, r. 216

[8] Bnr. Haydar Işık, Şêrkoyd´an Sultan Selahedîn Eyûbîye, Perî Yayınları, İstanbul, 2002, r. 14.

[9] Li gorî Ehmed Muxtar el-‘Ebadî hingê Tikrît bajarekî kurdan bûye û xelkê lê jî hemî kurd bûne, lê mixabin ku ji bo vê agahdarîya xwe tu çavkanî nedaye. Bnr. Ehmed Muxtar el-‘Ebadî, Fî Tarîx el-Eyyûbîyyîn we-l-Memalîk, Dar en-Nehd el-Erebîye, Beyrût, 1995, r. 42
[10] Bnr. B. H. Newbay, Selaheddîn we ‘Esrîhî, r. 35, 37-38, 40; Tarik Elî,The Book of Saladin (Selaheddînîn Kîtabî), Everest Yayınları, Îstanbul, 2000, wergera Tirkî, Mehmet Harmancı, r. 17, 39; Ebû-l-Fîda Îsmaîl Îbn el-Kesîr, el-Bîdaye we-l-Nîhaye, Dar Îhya el-Turas el-Erebî, Beyrût, 1997, c. 12, r. 178, sal 543

[11] Bnr. Şehabedîn Ebû Şame, Rewdeteyn fî Exbarî Dewleteyn, Dar el-Kutub el-´Îilmîye, Beyrût, 2002, bg. 2, r. 261

[12] Îbn el-Esîr, el-Kamil, c. 11, r. 516-17

[13] Elî Mihemed Sellabî, Selahedin Eyyübi ve Kudsün Yeniden Fethi, Ravza Yayınları, Istanbol, 2010, wergera tirkî Şerafettin Şahaslan, r. 254-256 ku ji Feth el-Qissîya Îmad el-Katib, r. 265, girtîye

[14] Sellabî, b. n., r. 265

[15] Ibn el Esîr El-Kamil fi t-Tarîx, c.12, r. 95, sal 589/1193

[16] Sellabî, b. n., r. 283-289

 

Mûrad Ciwan
Blogeka bi kurdî û tirkî / Kürtçe Türkçe blog

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin