"Kiryara terorîstî ya li Hesekê şermezar dikin "

"Kiryara terorîstî ya li Hesekê şermezar dikin "

Serokayetiya Herêma Kurdistanê, piştevanê xuşk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê ne û êş û xema wan, êş û xema me hemûyane.

A+A-

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
"Bi tundî vê kirdara dirindaneya terorîstan ya li bajarê Heseke şermezar dikin "

Şeva dûşemê 03.10.2016 terorîstekî xwekuj li nav salon û holêkî ahenggêrana li bajarê Hesekeyê Rojavayê Kurdistanê xwe teqand û bi sedema vê kirdara terorîstiyê ve bîst û pênç hemwelatî şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.

Gelek bi tundî vê kirdara dirindaneya terorîstan ya li bajarê Heseke şermezar dikin û serxweşiyê li kesukarê şehîdan dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Li heman demî da radigihînîn ku saziyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ji bo yarmetîdana birîndaran û gihandina hevkariya pizîşkî û tendirustiyê û ji bo lêqewimiyên vê rûdana diltezîn li amadebaşiyeke temam dane.

Li hemû rewşek de em hevsoz û piştevanê xuşk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê ne û êş û xema wan, êş û xema me hemûyane.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
04.10.2016
 

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê):
"Em êrîşa terorîstî ya li Hesekê rûdaye rûreş dikin"

Şeva 03.10.2016an  terorîstekî xwekuj di nav dawetekê  de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê xwe teqand, di encamê de 45 kes  şehîd bûn û 93 kes birîndar bûne.

Dijminên gelê Kurdistanê bi kuştin û qetlîaman hêvî dikin ku rê li doza azadîya Kurdistanê bigirin. Doza azadîyê 200 sal e, bi tu jenosîd û kuştinan ranewestîya ye û ji îro pê ve jî dê tu hêz nikaribe rê li ber azadîya gelê Kurdistanê bigire.

Em bi tundî vê êrîşa  teroristî û hovane ya li bajarê Hesekê rûreş dikin,  ji malbatên şehîdan û ji gelê xwe re  sersaxîyê, û ji birîndaran re  jî şîfayê xêrê dixwazin.

04.10.2016

Buroya  Çapemenî û  Ragehandinê ya PAKê

 

 

PSK:  "Em erîşê mehkûm dikin"

Şevê dinê, rêxistina hov û terorîst a Dewleta Îslamiya Îraq û Şam-DAÎŞ, li bajarê Hesekê ya Kurdistana Rojava, di daweta Kurdan da, êrîşekê xwekujî pêkanî û di vê êrîşa xwekujî da nêzikê 30 jin, zarok, kal û pîr mirin û bêtirî 80 kes jî birîndar bûn.

Em ligel mehkum kirina êrîşa  hanê ya DAÎŞê, bêhî û serxweşiya xwe pêşkesê kes û kar û malbatên şehîdan dikin û saxî û silametiya birindaran dixwazin.

Her usa daxwaz ji hêzên ewlekariya Kurdistana Rojava dikin, ku bona parastina canê hevwelatiyên xwe, pirtir kar û xebatê bike.

Êrişen hanê ya dilêş û xembar, carekî dinê nişan da, ku bona aramî û evlehiya Kurdistana Rojava yekitiya hêzên vê beşê welatê me pêwist e. Bona vê yekê jî carekî dinê daxwaz ji PYD-YPG dikin, ku dev jê siyaseta xwe sepandinê berde û li ber rêya hatina Peşmergeyên Roj rêgîr nebe.

04 Cotmeh 2016
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 

PDK Bakur:  "Ji birîndaran re şîfa dixwazin. Rehma Xwedê li ser şehîdên me be"

Li bajarê Hesekê barbarên DAIŞ’ê êrîşê dawetek kirin û di encamê de 25 kurd şehîd ketin û 49 jî birîndar bûn. Vê êrîşê careke din nîşan da ku DAIŞ dujminê mirovahiyê ye û rêxistineke xwînmij e.

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşîlêgirtina êrîşên bi vî rengî tenê riyek heye; ev rê jî avakirina yekitiya hêzên kurdan e. Me weke PDK Bakur gelek caran got û em dîsa bi dengekî bilind dubare dikin; ewlehiya Rojavayê Kurdistanê encax bi artêşeke neteweyî ya hevpar mimkun e. Ji ber vê yekê divê rê bidin ku Pêşmergeyên Rojê demildest derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Divê PYD demildest helwesta xwe ya hişk û tund a derbarê vê mijarê de biguherîne. Eger PYD di vê helwesta xwe de israr bike û rê nede derbasbûna pêşmergeyên Rojê, wê çaxê guneh û berpirsyariya van komkujiyan dê bikeve stûyê PYD’ê.

Em weke PDK Bakur ji birîndaran re şîfa dixwazin. Rehma Xwedê li ser şehîdên me be. Xwedê sebrê bide malbatên şehîd û birîndaran.

4.10.2016

Buroya Çapemeniyê ya PDK Bakur 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin