Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê

A+A-

Serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî dest ji erkên xwe yên seroktiyê berda, ragihand ku ew naxwaze li ser postê seroktiyê bimîne û daxwaza parvekirina erkên xwe di navbera "saziyên giştî yên herêmê Kurdistanê" da kir.

Demek dirêj e, serok Barzanî dîyar dike ku naxwaze serok bimîne, herweha di hilbijartinên seroktiyê da jî nabe namzet.

Çawa ku di nameya xwe ya ji Parlementê ra şandî dibêje, “Berdewambûna xwe di wî postî de red dikim û nabe ku pêdeçûn bi Yasaya Serokatiya Herêmê were kirin an temenê Serokatiya Herêmê were dirêjkirin.”

Ango, serok Barazanî berdewambûna seroktiya xwe red dike, lê herweha guhertina zagona seroktiyê jî naxwaze.

Li başûrê Kurdistanê sîstema "nîvseroktiyê" heye; gel yekser serok hildibjêre û hikûmet ji nava palementê dertê û dengê baweriyê jê distîne.

Ew xwe Pêşmerge dibîne û radigîne, ku "di nava cemawerê gelê me û pêşmergeyên ezîz de li ser xebat û têkoşîna ji bo destxistina mafên rewayên gelê me û berevanîkirina di ber destkevtên milletê me de berdewam dibim."

Rast e, bê guman ewê bi amancê destxistina mafên rewa, yên neteweyî û demokratîk berdewam têbikoşe, lê belê her çiqasî ev helwestek demokratîk û birûmet be jî Kurdistan rewşek pirr hesas dibihurîne û kesên dixwazin aloziyê kûr û xetertir bikin, dikanin xwepaşve kişandina serok Barzanî wekî derfet bi kar bînin.

Jixwe êrişên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê derfet da hinek kesên ku çaverêya derfetek weha bûn, ku xerabiyê bikin.

Weha dixuye, ku li Kurdistanê hemahengîya siyasî gellekî bi hesas bûye, me dît ku di encama êrişa Heşda Şebibî û Artêşa Iraqê da û ji destdayîna Kirkûk û Deverên li Dervayî Rêveberîya Kurdistanê, bû sedem ku li Herêma Kurdistanê taybetî di qada siyasî da hinek hejandin pêk werin û hatin jî.

Mixabin, dagirîya Kirkûk û deverên din bûn bedêla (qurban) siyaset û helwesta Dewletên Yekbûyî Amerîka li hemberî Komara Îslamîya Îranê; bi gotinek din, tûjbûna alozîya di navbera Hewlêr û Bexdadê da di encama siyaseta DYA ya di barê Îranê da bû, ji ber ku siyaseta DYA Bexdat wêrek kir.

Bê guman, sedemên din jî hene, bo mînak şowenîzma Erebî, hevkarîya hersê dewletên dagirker; ango Tirkîyê, Îran û Iraqê û taybetî em dizanin ku Tirkîye û Îranê Bexdat hêvotin, dîsa helwesta berpirsên şerê li dijî DAEŞê taybetî Brett McGurk ku bi bawerîya min ew dixwaze bibe "kehremanê" Amerîkayê û rewşa siyasîya Donald Trump ya navxweyî ku di din rexneyên tûnd da ye, rêkevtina Herêma Kurdistanê bi Rosnefta Rusyayê va û siyaseta gemarî û berjewendperest ya Brîtanyayê mirov dikane bêje.

Ev gotin û peyamên "yekparetîya xaka Iraqê" tenê perdeya pêş ajenda û siyaseta dewletên peywendîdar e.

Projeyek DYA heye li hêrêmê, niha Rusya jî li herêmê ye ku ew dixwazin herêmê bi dilê xwe dizayn bikin.

Bawerim Îsraîl jî ligel DYA ye, herçiqas hinek peyamên rayedarên vê dewletê ji yên DYA çûda bin jî di encamê da wekî hev dikin.

Bi ya herdu dewletan paşeroja Iraqê bona ajendaya DYA û ewlekarîya Îsraîlê gellekî girîng e, qaşo, bi wendakirin û lawazbûna Heyder Ebadî ajendaya DYA û ewlekarîya Îsraîlê dikeve bin xeterê!

Ew difikirin, ku bandora Îranê li ser siyasetvanên din bêhtir heye ji Heyder Ebadî , bi gotinek din, ew difikirin ku Ebadî ji yên wekî Nurî Malikî kêmtir nêzikî Îranê ye!

Ango, bi ya DYA û Îsraîlê bi lawazbûna Ebadî an wenda kirina wî, Iraq ji îro bêhtir dikeve bin bandora Îranê, ew jî li dijî ajendaya DYA û xetere li ser ewlekarîya Îsraîlê ye!

Ev şîrovek hevpar e ya Cîhana Rojava, herweha di medyayê da gellek caran deng vedaye/vedide.

Ewil, di ti şert û mercan da nabe ku azadîya neteweyekî, ku têkoşîna wî bi sedan sal dajo û bedelên gellek giran dane, êşek gellekî mezin kişandiye û hêj jî dikişîne, bibe qurbana ajendaya DYA û ewlekarîya welatekî din.

Pirr vekirîye, ku amancek û kiryarek weha ne sincî (ehlaqî) ye jî.

Digel vê yekê jî, bi bawerîya min fereseta vê siyaset û helwestê ne rasyonel e.

Ewil, kesên wekî Ebadî hêza xwe ji gel distînin, bi dengê gel tên hilbijartin, dema yên wekî wî li dijî hest û daxwazên gel helwest bigrin û bikevin nav reftarekî berevajîya hest û daxwaza gel jixwe bisernakevin û rê li ber yên din vedibe.

Li Îraqê dijberîyek tûnd heye li dijî DYA, Îsraîl û Hêzên Koalîsyonê, gellek sedemên vê hene.

DYA ji pênc hezar km hat û bi bedêlên giran Iraq ji dîktorîya Saddam Husseîn rizgar kir, lê dîsa jî di nava rayagiştîya Iraqê da dijberîyek tûnd heye li dijî DYA.

Herweha, civata Iraqê bi heman avayî li dijî Îsraîlê ye jî û ev rastîya gelê Îraqê îro jî weha ye.

Sedemên vê yekê îdeolojîk, çandî û dîrokî be jî, bi bawerîya min yên sereke siyaseta Îranê ye, ku peywendiyên Îranê bi gelê Îraqê va gellekî germ e û taybetî li herêmê Îran, di helwesta belav kirina bandorek taîfî da ye.

Ango, du rê hene li ber Cîhana Rojava taybetî DYA û Îsraîlê, yek jê wekî îro ku xerabîyek gellek mezin gehêşt neteweya Kurd û gelê Kurdistanê, dê li ser sîyaseta xwe ya îro berdewam bin û di encamê da ewê dê wenda bikin, wekî min gotî yê ku rengê xwe dide ser siyaseta welatekî gel bi xwe ye û gelê Iraqê jî li dijî DYA û Îsraîlê ye, ku îhtimala guhertina vê di dahûtiyek nêzik da naye xuya kirin.

Rêya din; piştevanîya azadîya Kurdistanê ye, ku di encamê da aramîya herêmê dê birûne û rê li ber Îranê têt girtin, ku bîrdozî û siyaseta xwe ya taîfî (mezhebî) nikanibe hinardeya herêmê bike û Iraq jî, vedigere ser nasnameya xwe ya xwezayî.

30.10.2017/Semsûr       

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin