Kim Kardashian milyonek dolar weke alîkarê dide Ermenistanê

Kim Kardashian milyonek dolar weke alîkarê dide Ermenistanê

Welatiya Amerîkayê bi esil Ermen û stêrka reality şov Kim Kardashian weke alîkarî milyonek dolar da Fona Ermenistanê.

A+A-

Stêrka Ermen Kim Kardashian di demekê de ku şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê li herêma Nagorno-Karabaxê berdewam e, weke alîkarî milyonek dolar da Fona Ermenistanê.

Kim Kardashian li ser hesabê xwe yê Instagramê vîdeoyek belav kir û têde dibêje: “Ez bi beşdarkirina hewldanên navneteweyî yên bo piştevaniya Ermenistanê serbilind im. Ez pê şanazim ku bûme beşek ji wê.”

Kardashian herwiha ji şopînerên xwe jî daxwaz dike ku ew jî beşdarî wê kampaniya alîkariyê bibin û got: “Bîra û diayên min ligel wan zarok û zilamên wêrek ên li wê derê ne. Her çend em ji hev dûr bin jî, ji bo me sînor nabin asteng û ez dixwazim vê yekê bînin bîra hemû cîhanê ku em gişt bi pêkve yek netewa Ermen in.”

Bi gotina Kardashian Fona Ermenistanê alîkariya wan kesan dike ku şerê li herêma Nagorno-Karabaxê bandor li wan kiriye.

Herwiha pêştir jî derbarê şerê navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku divê Tirkiye bê hişyarkirin daku şandina çek û çekdaran bo Bakuyê rawestîne.

Kardashian gotibû: Ji bo alozî zêde nebin û rê li ber trajediyên nexwestî bên girtin pêdivî bi tedbîrên dîplomatîk û siyasî yên navdewletî û çavdêrên navdewletî heye bo lêkolînkirina bûyeran. Pêwîst e bang li Bakuyê bê kirin ku dest ji bikaranîna hêza êrîşker berde, divê hevkariya serbazî ya Amerîkayê bo Azerbaycanê raweste ku dijî Ermeniyan tê bikaranîn, divê Tirkiye bê hişyarkirin daku şandina çek û çekdaran bo Bakuyê rawestîne.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin