Kim Kardashian: Divê Tirkiye bê hişyarkirin daku şandina çek û çekdaran bo Bakuyê rawestîne

Kim Kardashian: Divê Tirkiye bê hişyarkirin daku şandina çek û çekdaran bo Bakuyê rawestîne

Kim Kardashian: Divê Tirkiye bê hişyarkirin daku şandina çek û çekdaran bo Bakuyê rawestîne

A+A-

Welatiya Amerîkayê bi esil Ermen û stêrka reality şov Kim Kardashian derbarê şerê navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku divê Tirkiye bê hişyarkirin daku şandina çek û çekdaran bo Bakuyê rawestîne.

Stêrka Ermen Kim Kardashian diyar kir ku tişta li ser sînorê Ermenîstan-Azerbaycanê diqewime `ne şer e, lê Ermeniyên li Nagorno-Karabax ketine ber êrîşê` û got: “Em duayan ji mêr û jinên cesûr re dikin ku ji bo parastina Qarabaxê jiyana xwe dixin metirsiyê.”

Kardashian da zanîn ku Ermenîstan bûye qurbana êrîşên bêsebeb û kampanyayên dezenformasyonê (derew-nerast) û got: “Azerbaycan propagandeya şer dike û medya civakî blok kiriye.”

Kardashian tekez kir ku “Ji bo alozî zêde nebin û rê li ber trajediyên nexwestî bên girtin pêdivî bi tedbîrên dîplomatîk û siyasî yên navdewletî û çavdêrên navdewletî heye bo lêkolînkirina bûyeran û got: “Pêwîst e bang li Bakuyê bê kirin ku dest ji bikaranîna hêza êrîşker berde, divê hevkariya serbazî ya Amerîkayê bo Azerbaycanê raweste ku dijî Ermeniyan tê bikaranîn, divê Tirkiye bê hişyarkirin daku şandina çek û çekdaran bo Bakuyê rawestîne.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin