Kiliçdaroglu ji bo ‘Helalî Xwestinê’ diçe Roboskê

Kiliçdaroglu ji bo ‘Helalî Xwestinê’ diçe Roboskê

.

A+A-

Kemal Kiliçdaroglu dê 4ê Tebaxê roja Pêncşemê serdana gundê Roboskê yê ser bi qazaya Qilaban a Şirnexê bike û bi malbatên qurbaniyên komkujiyê re hevdîtineke pêk bîne.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dê 4ê Tebaxê roja Pêncşemê serdana gundê Roboskê yê ser bi qazaya Qilaban a Şirnexê bike û bi malbatên qurbaniyên komkujiyê re hevdîtineke pêk bîne.

Li gor jêderekî ji CHPê ji Kurdistan24ê re gotî, dê Kemal Kiliçdaroglu û hevjîna xwe Selvî Kiliçdaroglu li gel hin parlementer û rayedarên CHPê dê serdana gundê Roboskê bike.

Serokê CHPê Kiliçdaroglu ji beriya niha di gotarên xwe de gotibû ku ew û mexdûrên Roboskê, Mereşê, Sêwazê û mexdûrên zindana Diyarbekirê û malbata Ahmed Kaya dê hevdû fihêl bikin.

Kiliçdaroglu, par jî bi malbatên qurbaniyên Roboskê re bi riya telefonê axivîbû û gotibû ew dê hewla zelalkirina bûyerê bidin.

Di 28ê Kanuna 2011an de di encama bombebarana balafirên Tirkiyeyê de li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê piraniya wan zarok 34 gundiyên Kurd canê xwe ji dest dan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin