Kiliçdaroglû: Demîrtaş û Kavala li ser daxwaza Erdogan girtî ne

Kiliçdaroglû: Demîrtaş û Kavala li ser daxwaza Erdogan girtî ne

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala li ser daxwaza Serokkomar Tayyîp Erdogan girtî tên ragirtin. 

A+A-

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû bi rêbaza vîdeo konferans beriya civîna Meclîa Partiyê têkidlarî mijarên di rojevê de daxuyanî da çapemeniyê. Kiliçdaroglû bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyê û Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan rexne kir û xwest ku Erdogan derveke û encamên krîza aborî ji xelkê re eşkere bike. 

Kiliçdaroglû bal kişand ser danişîna rojnmaevanên ji doza MÎT’ê tên darizandin sibê dê were dîtin û got alerjiyek taybet a Erdogan li dijî Oda TV heye. Kiliçdaroglû bertek nîşanî cezayê reşkirina ekranên Tele1 TV jî da. Kiliçdaroglû bal kişand ser ragirtina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala yên di girtîgehê de ne û got: “DMME ji bo Osman Kavala dibêje ‘binpêkirin maf heye. Lê li gel vê yekê jî girtî ne. Çima girtî ne? Ji ber ku Erdogan dixwaze. Selahattîn Demîrtaş jî girtî ne. DMME dibêje “pêwîste girtiyê siyasî were berdan.’ Lê nayê berdan. Li gorî Qanûna Bîngehîn serweriya biryarên DMME’yê bi ser hiqûqa navxweyî re ye. Lê Erdogan dibêje ‘bila di hundir de bin.’ Qey wisa zen dike ku Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş wê bêjin ‘min kir tu neke.’ Qet wê wisa nebêjin. Bi awayek neheqî girtî ne. Lê wê ew girtin bibe madalya rûmeta wan.” 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin