Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kîjan jêçêtirdîtin, ERÊ, NA an BOYKOT

A+A-

 

Kadiroyên damezrînerên Komara (Cumhumrrîyet) Tirkîye’yê gellek girîngî dabûn piştgirîya Kurdan, ji ber vê M. Kemal û hevalên wî bi Kongreya Erzirûmê dest bi bizava damezrandina komarê kiribûn.

Di pêvejoya damezrandinê da, derbarê mafên neteweya Kurd da gengeşî hebû, di pêveka Protokola Amasya’yê da ev bi vekirî hatibû tanzim kirin.

Paşê, Kongreya Siwasê, damezrandina hikûmeta Enqerê, makezagona sala 1920an û gengeşiyên di Parlementa Yekem da mafên gele Kurd mijarê gengeşiyê bû û rayedarên Komarê îtiraf bi hebûn û mafên gele Kurd dikirin.

Ew rewş heta makezagona sala 1924an ajot, lê her roj helwesta hikûmeta Enqerê xwediguhert, berê xwe dabû siyasetek nijadperest, encama vê guhertinê di makezagona 1924an da eşkere bû.

Rastî li meydanê û beloq bû; Kurd hatibûn xapandin.

Hewla bi destxistina mafên neteweyî dan, lê tûşî êrişên xwînavî bûn, ev êş û karesat hêj îro jî didome.

Kadiroyên damezrinêrên Komarê li ser qewlê xwe nesekinîbûn, ne jidil bûn, lê mixabin Kurd jî ne yekgirtî bûn.

Taybetî, di salên 30î da sîstema kemalîst her roj sazîbûna xwe berfireh dikir û heta sala 1950î serhildanên Kurdan hatibûn pelixandin û êdî sîstem bi her avayî rûniştibû, di hela aborî, civakî û peywendîyên navdewletî da.

Di wan deh salan da şert û mercên Ewrupa’yê jî rê li ber Tirkîyê xweş dikir.

Paşê dewra pirrpartitî û derbeyên eskerî destpêkir, lê hemû bi mebesta hêzkirin û parastina sîstema kemalîst bû.

Di vê heyamê da, gellek caran hinek xalên makezagona 61an û ya 80yî hatin guhertin, di her guhertinan da gengeşiyên berfireh dihatin kirin, lê ti jî vana rê li ber guhertina sîstemek nû venekirîbû, hemû jî di xizmeta bi hêzkirina pergela kemalist da bûn.

Jixwe ne pêwîst em bejin, di hemû zagon, makezagon û guhertinan da Kurd û mafên wî tine bûn, jixwe heta demekê li Tirkîye’yê Kurd Tirk bûn, lê paşê, wekî îro ku deshilat dibêje hebûn encax mafên wî tine bû.

Lê bele, vê carê guhertinên gellekî bingehî tên kirin, sîstema rêveberiyê têt guhertin, weha dixuye ku ev guhertin, piştê demekê dê renge  xwe bavêje ser rejimê jî.

Bi bawerîya min, bi vê guhertinê li Tirkîye’yê Komara II. (cumhurrîyeta II.) destpê dike, di encama ti derbeyên eskerî da û guhertinên berê yên makezagonê jî sîstema kemalist ewqas bi bingehî û berfirehî nediguhert.

Nuha, hinek gote got hene ku ev “sîstema nû” nikane weha bisekine û dê bi xwe ra guhertinên nû bîne, bo mînak bi giştî sîstema îdarî, zagona partîyan û hilbijartinê û herweha, destûra karûbarê navxweyî yê parlementê.

Dîsa têt gotin, ku ev guhertin dê rê li ber qaşo federalîzmê veke, bi dîtina xwediyên vê angaştê, taybetî bi ya kemalist û nijadperestên Tirk; “dema federalîzmê kete pêvejoya Tirkîye’yê bibe nebe mafên neteweya Kurd jî dê bikeve rojevê û Tirkîye’yê dê qet bibe!”

AKPÊ vê angaştê bona bi destxistina denge dengdêrin Kurdan lilêv dike, lê kemaliîst û dijberên deshilatê jî propogandaya qetbûna Tirkîyê dikin.

Emê di heyama helmeta (kampanya) rapirsînê da, di propogandayên herdu helan da şiweyê deng xwestinê hêj binêzik va bibinin.

Weha dixuye, ku parek Kurd carek din tên xapandin, bi van gotegotan, bi belav kirina hêvîyek binî vala, ji dengdêrin Kurd dengen cüda derdikevin, yekhelwestî naxuye, heçkû rapirsîn derfetên siyasî diafirîne.

Bêşik mijara girîng, sê vebijark hene, ji vana jêçêtirdîtinan kîjan deng bona Kurdan pêwîst e, ERÊ, NA an BOYKOT?

Divê ez bejim ku daxûyanîya HDP û Qendîlê bilî ku ji partî û derdorên siyasîyên bakurê Kurdistanê bipirsin, ligel wana pêywendî damezrînin û helwestek hevpar bigrin, di cî da nebû.

Bi bawerîya min, di rapirsînê da, taybetî çar pîvanên me hene ku divê em li berçav bigrin.

Yek ji vana, rewatîya rapirsînê ye, bona gele bakurê Kurdistan’ê, ku di guhertinên xalên makezagonê da xesba li ser mafên neteweyî û demokratik ranabe, herweha hêvîya sîstemek demokratik jî nade, ji ber vê ne rewa ye, ku Kurd beşdarê rapirsînê bibin.

Ev ne dîtinek xelet e, encax, weha dixuye ku bi serketina rapirsînê rewş dê ji îro xerabtir bibe, kurtêlên bi destketî jî dê wenda bibin.

Du, peywendîyên bi dewrûberên demokrat, liberal û dostan dê bikeve ber xeterê û ev jî bona têkoşîna demokrasîya Tirkîyê baş nabe û herweha bona çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê piştevanîya civakî fireh ne, berevajî dê teng dibe.

Sê, giringîya rayagiştîya navneteweyî û dewletan e, ku divê Bizava Siyasîya Kurd girîngiyê bide vê derfetê û wenda neke.

Çar, ya herê girîn yekrêzîya gelê bakurê Kurdistan’ê ye, derketine pirranîya dengan bi renge NA ji sindoqan, dê rê li ber peywendiyên nû veke.

Weha dixuye, ku dengê NA giran dikşîne, blok derketina dengan ji sindoqan bona Bizava Sîyasîya Kurd gellek girîng e, ji dest vê dengê jêçêtirdîtinê NA ye.

Mahmut Kilinc

14.02.2017/Dusseldorf

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin