• Diyarbakır 25 °C
  • Batman 21 °C
  • Hakkari 15 °C
  • Şırnak 21 °C
  • Ağrı 16 °C

Keyfî kî ye?

Seîd Veroj

keyfÎ.jpg

Keyfî bi eslê xwe ji qeza Koyê ya ser bi Silêmanîyê ji dayik bûye. Li ser tarîxa ji dayikbûna wî, agahdarîyên ciyawaz hatine belavkirin; ji alîyê hinek lêkolîneran ve tarîxa jidayikbûna Keyfî, sala 1814 tête nîşandan. Bi îhtimaleke mezin ev tarîx ne dirûst e. Di lêkolîna hêja ya bi navê “Koyê le Rewtî Şaristanîyet da”, li ser cî û tarîxa ji dayikbûna Keyfî weha hatîye nivîsandin: “Ev şairê behredarê kurd, navê wî Fetullahê Ciwanroyî bûye û nasnavê wî yê şairîyê jî “Keyfî” bûye, şair li dewrûberê salên 1255 ên koçî bi beramberê 1839ê zayinî li Şehrezûrê ji dayik bûye.”

Di berhema navborî de li ser xwendina wî ya li Koyê dibêje: “Xwendinî suxteyî û feqêyetî pêş hatinî bo Koyê wergirtuwe, le salî 1280 beramber be 1863 le Koyê le layî Hacî Mela Ebdullahê Celîzade wek musteîdêk xwêndinî ayînî û fîqehî (fiqihî) wergirtûwe we ta ku salî 1869 her le Koyê bûwe we lew maweyş da şaîrêkî lêhatûy dîkey kurd le heman mizgeftî Celîzadan le Koyê lelay Hacî Mela Eshedî Celîzade xwêndûyetî, ewîş (ew jî) Şêx Rezayî Talebanî (1867-1910) bû. Be şewan Keyfî û Şêx Reza û Hacî mela Ebdullah û desteyek le mela û şaîrî dîke, le medresekey Hacî Mela Eshedî Celîzade û hendêkê carîş le dîwanxanekey Emîn Axayî Exter qorrî edebîyan bestûwe.”

Keyfî berîya ku biçe Koyê dest bi nivîsandina şiîran kirîye; bi zimanê kurdî û farisî şiîr nivîsandine. Di berhema bi navê “Koyê le Rewtî Şaristanîyet da” de, li ser şairî û hatina wî ya Koyê dibêje: “Keyfî ke hatûwete Koyê şaîrêkî lêhatû bûwe honrawey naskî be kurdî û farisî danawe, le hunerî şiîrêk da legel şairî belîmetî kurd Nalî pencebazî kirduwe. Keyfî le naw aw û hewayî şairîyetî Nalî da desûrêtewe û honraweyekî naskî le şîhre pirr hunerekanî ew şaire bilîmetey kemtir danenawe.

Le honraweyekî dîkey da zîyatir deçête naw asmanî hest û endêşeyî Nalî û ciwantirîn xazelî dildarî be nawî “Em dilê reşe” dadenê û goy hunerî şîhrî klasîkî kurdî debatewe û dellê:

Em dilê reşe bê rehme ferengêkî tewawe

Reş qelbî reşe fitne beçawnawî birawe

Qewsî be super kirduwe girtûye bedestî

Sed xencerî xwênrêj û dûsed tîrî siwawe!

Zincîrî edalet nîye ê zallime zulfe

Her çende benî bende berûy erşî xwawe

Ta ku le kotayî xazelekeyî da dellê:

Jêrî kemerî basî bikem barî gunahe

Keyfî lebin em barî gunehe milî nawe!!”

Keyfî xwendina xwe ya li bajarê Koyê, di medreseya Hacî Mela Eshedê Celîzade de didomîne û li vê derê bi berdewamî tevlî qorr û kombûnên edebî yên medreseyê dibe ku wê demê Şêx Rizayê Talebanî jî di heman medreseyê de musteîdê berdest ê Hacî Mela Eshed bûye. Şêx Reza û Keyfî, li vê derê hev nas dikin û bi hev re diçin dersên Mele Ehmedê Celîzade. Şêx Riza Talebanî, xwendina xwe li qeza Koyê û li ber destê Mele Ehmedê Celîzade temam dike. Paşê ji ber dilşikestinek di navbera feqîyan de, Keyfî ji bêgavîyê medrese û Koyê terk dike û diçe Hewlêrê.

Di berhema navborî de dibêje: “Keyfî musteîdîkî (daxwazkirîyek) zîrekî xwêndinî melayetî û şaîrêkî lêhatûyî korr û kobûne edebîyekanî medresekey Hacî Mela Eshedî Celîzade bûwe û Şêx Rezayî Talebanîş leheman medrese da musteîdî berdestî Hacî Mela Eshed bûwe. Legel Keyfî gelêk pêşbirrkêyî edebî û hecûkarî kirdûwe. Le encamî yekêk lew milmilane û şerre şîhraneyan da Keyfî dilî deşikê, be taybetî ke hendek le feqêkanî em medreseye bo layengîrî Şêx Reza be xorêkî naşîrîn wêneyê Keyfî le ser dîwarî jûrî mizgewt dekêşin û le encamî ew naxoşeş Hacî Mela Ebdullayî Celîzade le Keyfî pest debê le medresekey derî dekat. Ewîş be dilşikawî Koyê cê deylê û deçête Hewlêr û derçûneyîş le Koyê le salî 1286î koçî beramber be 1869î zayînî debê.”

Piştî bi terkkirina Koyê, Reşîd Axayê Hacî Mela Bekir Axayî Hewêzî nameyek ji bo Keyfî dinûsê û ji wî daxwaz dike ku vegere Koyê. Lêbelê Keyfî di bersîva xwe de rexne li bûyerên pêkhatî dike û dibêje li hemberê min bêrêzî hatiye kirin, ez êdî venagerim. Herweha ji bo Hacî Mela Ebdullahê mamosteyê xwe jî dibêje:

“Çon heybetî birdim le xirurî hezeran

Çon heybetî kirdim be ser û suretî dîwar!!

Herçende cefay damew sefam lê nedî ema

Şahne deket medh û enayî çakî be eşhar!”

Keyfî piştî ku tê Hewlêrê, demek dirêj li wê derê namîne. Bi rêya Mûsilê re pêşiyê diçe Helebê, du-sê salan li wê derê dimîne û paşê berê xwe dide Stenbola paytexta Dewleta Osmanî. Keyfî li Stenbolê jî huquq dixweyne.”

Li ser dema çûyina wî ya Stenbolê, dîrok û nêrînên cuda cuda têne nîşandan. “Li gor Mesûd Mihemed, Hacî di sala 1864an de ji Koyê derçûye û Gîw Mukrîyanî jî wesa bawer dike ku di navbera salên 1853 û 1854 an de çûne Stenbolê.” Di lêkolîna hevpar a “Koyê le Rewtî Şaristanîyet da” de jî dibêje: “Keyfî maweyekî kurt le Hewlêr demênêtewe, be rêgay Musil deçête Heleb û le salî 1255î koçî beramberî 1871î zayînî Hacî Mela Ebdullahî mamostê legel bawkî da deçin bo Hec, le Heleb çawîyan pêk dekewêtewe lew wexte da mamostayî taybetî mindalekanî walîyî Heleb debê û legel yekdî da aşt debinewe û duwayî yek-dû sal Keyfî rê dekate Estenbûll, lewê çawî be Hacî Qadirî Koyî dekewîtewe.” Bi dîtina min, ev dîroka dawî bêtir nêzîkê rastî ye.

Ji nivîs û helbestên Hacî Qadirê Koyî dîyar dibe ku ew pirr qîmet dide Keyfî. Hacî Qadir bi rêzgirtinê behsa Keyfî dike, jîyana wî ya li Stenbolê wek “hepsa zêrî zemîn” tîne ziman û wî jî di nav de wek esîr dide nîşandan û di Dîwana xwe de dibêje: “Keyfî hacet nîye bikem basî/ Em kitêbey bixûnî deynasî. Be kê billêm ke be Keyfî billê be keyf û sirûr: Xemî nebê ke felek akîfatî çille guzîn. Le qurr binîşe billê: Qewm û qîle haware/ Esîr e Keyfî le Roma le hebsî zêrî zemîn.”

Dema em têkilîya Keyfî û Hacî Qadirê Koyî bînin ber çavê xwe, têkilî û dorûberê Hacî Qadir li Stenbolê, heman demê tê wateya têkilî û dorûberê Keyfî jî. Ew jî dide nîşandan ku wê demê têkilîya van herdû şaîran bi rewşenbîr, giragir û malbatên pêşhatî yên Kurdistanê re hebûye. Em dizanin ku Hacî Qadir bi xwe, wê demê mamostetîya zarokên Bedirxanîyan kirîye. Ew yekemîn şairê Soranî ye ku di helbestên wî de temaya netewetîyê gelek aşkere û bi awayekî xurt hatîye honandin. Lêbelê di dema wan de, rojname û kovarên peryodîk ên kurdan hîn dest bi weşanê nekiribûn. Sala ku cerîdeya Kurdistanê bi berpirsyarîya Mîthed Mîqdad Bedirxan dest bi weşanê dike, Hecî Qadir jî diçe ser dilovanîya xwe û rehma Xwedê dike.

Dîroka mirina Keyfî bi zelalî ne dîyar e, li ser vê babetê nêrînên ciyawaz hene; di lêkolîna bi navê Koyê le Rewtî Şaristanîyet da, dîroka mirina Keyfî, wekî sala 1882 hatîye dîyarkirin. Li gorî hin agahdarîyên din jî Keyfî di sala 1883yan de li Stenbolê çûye ser dilovanîya xwe. Em dizanin ku nivîsa wî ya dawî, di hejmara 1383. a rojnameya Tercûmanî Heqîqet de, di stuna “Edebîyat”ê de bi sernivîsa “Ne yapayim! Şaîr olamiyorum [Çi bikim! Nikarim bibim şaîr]”, di roja 13yê Rebîyûlaxir a 1300î [22yê Kanûna Sanî 1883 yê Mîladî] de hatîye belavkirin. Berîya dîroka weşandina nivîsê, mirina wî nemimkun e. Ji ber vê yekê, îhtimala herî mezin ew e ku di dawîya salên 1883 yan jî hîn bi derengî çûye ser dilovanîya xwe. Mehmed Mîhrî Hîlav dibêje: Keyfî û Xeyalî li Awrupayê wefat kirine. Lêbelê dîroka wefatkirina wan dîyar nekirîye.

Yekemîn nivîsa Keyfî, di hejmara 545. a rojnameya Tercûmanî Heqîqet (T.H.) de, bi sernivîsa “Îstîfade Nîyetîyle Îfade” di 26 Rebîyûlaxir a 1297an û [7ê Nîsana 1880ê yê Mîladî] de hatîye belavkirin. Wekî ku li jorê hate dîyarkirin, nivîsa wî ya dawî jî di hejmara 1383. a TH de hatîya belavkirin. Ji dîroka belavkirina nivîsên wî dîyar dibe ku nêzîkî sê salan di rojnameya TH de nivisandîye.

Ji nimûneyên wisa dîyar dibe ku di berîya derketina weşanên kurdan de jî, nivîsên rewşenbîrên kurd di rojname û kovarên osmanî, ermenî, arnawidî û wd. de jî hatine çapkirin. Li vê derê, bi giranî em dê li ser nivîsên Abdurehman Nacîm û Keyfî yên di nav rûpelên rojnameya Tercûmanî Heqîqet de çapbûyî rawestin.

Hetanî vê gavê, em tenê di nav rûpelên rojnameya Tercûmanî Heqîqet de rastî nivîsên Keyfî hatine. Dema em bala xwe bidin şopa qelem û edîbekî wisa xurt, mimkun e ku wî qîma xwe

tenê bi karê hiqûqê û bi vê rojnameya hanê neanîbe, di hin weşanên din de jî nivîsandibe. Ev mijar divê bi balkêşî bête şopandin. Nivîsên Keyfî di nav rûpelên rojnameya Tercûmanî Heqîqet de, bi navê Keyfî û musteara “K-Y” hatine belavkirin.

Dema em li naveroka nivîsên Keyfî binêrin; ji nivîsên wî dîyar dibe ku ew rexnigirekî girîng ê wê demê ye, tenê li ser edebîyatê nenivisandîye, herweha tevlî gengeşeyên li ser “belagat-î osmanî” û “belagat-î erebî” jî bûye û li ser sarf ve nahwa Erebî nivisandîye. Keyfî; li ser cografya û matematîkê nivîsandîye, helbest nivîsîne û herweha helbest û xazeleke şair Kurdî bi tevî tercûmeya wê rêkirîye rojnameya Tercûmanî Heqîqet, di hejmara 1375an de jî li ser peyva “Nuance” ya fransizî û têkilîya wê ya bi kurdî re rawestiyaye. Ji van nivîsîn û gengeşeyan dîyar dibe ku wî, bi zimanê kurdî, osmanî û erebî baş zanîye û nivisîye. Ew, di nivîsa xwe ya navborî de dibêje: “Ez rêzimana sirûştî û eslî ya kurdî zanim”

Bersiva Mr. Trotter ê Konsolosê Brîtanya

Wekî ku li jorê hate gotin, yekemîn nivîsa Keyfî, di hejmara 545. a rojnameya Tercûmanî Heqîqet de, bi sernavê “Îstîfade Nîyetîyle Îfade” di 26 Rebîyûlaxir a 1297an û [7ê Nîsana 1880an ê Mîladî] de hatîye belavkirin. Keyfî, di hejmara 969. a T.H. de, bi çend nivîsên têr û tije yên balkêş bersiva daxuyanîyên Konsolosê Brîtanyayê daye.

Keyfî di destpêka nivîsa xwe de dibêje:

“Mr. Trotter ê Konsolosê Brîtanya yê Diyarbekirê, li ser Kurdistanê nivîsek belavkirîye û bê tefekûr têde gotîye edebîyata kurdî “nîn” e. Di rastîyê de li kutibxaneyan, gelek eserên edebîyata kurdî hene; li vê derê ez dê xazelekî kurdî yê sade û herî kêmhûner, wekî “mukadîmeyek redkirina” tehqîqatên wî, bi tevlî tercûmeya wê ya turkî ji bo rojnameya we rêkim. Hûn dê bibînin ku gotin û agahdarîyên wî çiqas dûrî rastîyê ne.

Xazela Kurdî

1- Kuwa darayî zer girte kemerçîn kûlme gulnarî

Kilawxwar, çaw xumar, şîrîn xal miske Tatarî.

Tercûmeya wê:

Ey evîndara min a sorhinarokî, fistan sirrmeyî, kemer qatqatî, saqo qumaşî!

Ey evîndara min a kofîxwar, çavmexmûr û şanênên wê mîsalê miskê Tatarîstanê!

2- Ke Manî hate ser kêşan ebrûwî tû le paş çawit

Le mestî destî we lexezî ke keç hat xatî pir karî.

Tercûmeya wê:

Wexta ku Manî teswîra çavên te yên mexmûr çêkir û hat ku birûyên te bikêşe,

Ji ber ku serxoşî sîrayetê wî bûbû, destê wî ewqas dilerizî ku xetê pergelê xwar kêşandin.

3- Muneccîm gûşeî çawî ke dît nûsî le teqwîm da

Ke emsal zû zenbê talî’ bûwe efsadeê asarî.

Tercûmeya wê:

Wexta ku mûnnecîm; kenarê çavên wê dîtin di teqwîma xwe de,

nivîsand got îsal stêrka bidûv hilhatîye, ev jî nîşanê tevlihevî ye.

4- Etoş teqlîdî zûlfî yar dekî wa dîyare ey eqreb

Heya her wa le çaw da her çi to bikî kiwêre muxtarî.

Tercûmeya wê:

Ey aqreb weha dîyar e ku tu teqlîdê zûlfên yarê dikî!

Ez bêjim çi hey nabîna, her çi dixwazî bike bi şertê ku şerm û heya li ber çavê te be.

5- Eger to rast delî bo qatil dil, nîyet edî bo çî

Dirûzen tîrê mûjganit be xor xwîn dî le sûfarî.

Tercûmeya wê:

Ger ku tu rast bibêjî, yê min dilbirîn kirîye ne tu bî, ma ev çi ye?

Ey evîndara min a xapînok, xwîna reş zû diherike ji birûyên te yên wek tîra kemanê.

6- Gul emro xoy muqabil kird be ruxsaret le layî xelqî

Belê herdêm dero we herze gûn mehbûbî bazarî.

Tercûmeya wê:

Gulê, îro li nik xelkê xwe muqabilê ruxsarê xwe kir,

Belê çavên di bazarê de wek lewçe ne û daîm dêman diçirînin.

7- Wekû fewwarey xwên detekî le goşeê mîhwerê gerdûn

Le dûrê çawekanî to le çawem hinde xwên barî.

Tercûmeya wê:

Dema ji çavên te yên mexmûr dûr dimînin, ji çavên min ên xemgîn ewqas xwîn dibare ku anûka weka fîskeyê di koşeyê mîhwera gerdûnê de xwîn difûre.

8- Le çar şit qet meke umîd le çar kes “Kurdî” ta demirî

Le xot aqil we le dil sebir we le bext îmdad le yar yarî.

Tercûmeya wê:

Ey “Kurdî” ta mirinê ji çar kes û çar şit (tişt) qet neke umîd;

Yanî bi cîheta eşqê ji xwe aqil, ji dil sebir, ji bext îmdad û ji yara xwe yarîtî nepê.”

Keyfî ji bo serrastkirin û îkmalkirina bersîva Konsolosê Brîtanyayê, bi navê “Cevabname-î Manzûm”, nivîseke din bi hêvîya çapkirinê rêdike îdareya Tercûmanî Heqîqet û xazela li jêrê bi tevlî tercumeya wê tête çapkirin.

Cevabnam-î Manzum

Be şew û be neşwem nişte bêm xecil

Dim şadî di sed ender wazeî dil

Watem namanî hergiz ha çîşen

Leb berde we çîş nameî new pîşen

Netarîkî xetê manaş mec û şa

Çûn abî heyatê dil xas xas nûşa

Ax qûwe-î zemîn derunim gum bî

Bû le kî sufteê sir rayê xem bî

Wer ne o şew nîm çû ser û mûşt

Meşya be gerdaş û rewdeê bihîşt

Ferma bêt îse çemîn camî cem

Pasîce nîn tû dîn û çesim

Tervê kala keş alatir bîn

Sed keyan û bo lê balatir nîn

Arî ta pê û men rû men çûn şew

Şewqen bê xendeê subhê cebheê o

Ta were ê derdê dilê men şanen

Zerîfet turreê o dane danen

Na sûfte ê qamet ê men û sime û şen

Ebrûyê o maîl û kamankeşen

Namen diwê sufteyê çiştem nesrîn

Celayê ayineê o zîyatirîn

Hay çîştê waten û rehmet şad bî

Mer o sakim bî este zîyad bî

Er cîh zamê dil men nekat mekerd

Mezanatê o zat o wasif bêkerd

Ew naz û ew qews û ew xedeng

Bîn hin mebû têkîlan çi reng

Haleş dise mil û îstiqbalîn

Îstîqbal çinî haleş yekmalin

Barî dil û xiştê wêranê ewan

Hiqqet û desten nedârî tawan

Dilê tifl wazîz her rû nîşanî

Her sat xedengî her dem nîşanî

Ka çûn stare ê tarîkî seher

Ka qemer ka xwer mey û menzer

Destê Şîrînîş mawer û ew yad

Ferhadê le taq ferqegehê Ferhad

Xalû pê celal erkarê sazî şen

Wade ê tecellayê tîr endazişen

Bismillah o tîr pur peyda busteş

Endîşaneê dil sed car şikesteş

Çûn renge ger wazim naze damanim

O mez yû dem gûne zamanim

Zam ê ten û tîr belaş ziyatir

Rayê îmşewê dil û laşe ziyatir.

-Tercûmeya Cevabnameyê-

Di alema eşqê de wekî bêhempayek bi xembarî rûniştî bûm, ecêb e! kêfxweşîya ku hîç nebûbû qismet ji nişkê ve derîyê kela min vekir.

Min got: Tu hîç nedihatî bi alî min ve, çi bû ku tu hatî! Ew keniya, got: şikayetnameya te hatîye bihîstin.

Her çiqas xetên zulmet ên nameya te, wateyên biçoş ên naveroka wê wekî ava heyatê kezeba min hênik kir jî, tu fayde neda

Hinava min bûye wekî bargirê xwelîya mihnetdaran û xemxûran, şiyana jîyanê nemaye.

Eger weha nebûya, dê wekî şebnema tîr a serê kanîyê bi rehmeta zirav û beraketa xwe di bexçeya bihûştê de bibûya nimûneyek.

Çawa ku te ferman kirîye ew cewherê wekî nîşana rindîya ayîneyê camê cem û cîhanê, ne mînanê rindîya nû ya can û şohret û mezinayîya wê ya berê!

Xwedêgiravî nûha ji bo derbaskirina hesreta dilan û nîvçavpêkevtinek wê bejna rind û herî bilind, xwe ji canfedayîyê nade paş.

Belê ew roja min a ku bi zulmeta (tarîtîya) dûrketinê bûye ronahî ta ku wekî şevtarîyê dilşikestî be, helbet ew tîj û ronahîya enîya te ya wek fereca sibê dê bibe ronahîya rojê.

Belê ev dilê min ê ku bi tîra hîcranê parçe parçe bûye, ta ku di şûna birekê derdê eşqê de wekî şe bête dîtin, ew gulîyên porê te yê tîmsalê cemala te, dê wekî dudilî û bêsebiriya min rastî şanekî (navdarîyek) zarîf û perîşanî bên.

Belê qameta min a zirav wekî kevanê bi cazîbeya eşqê xwar bûye, mûyên birûyên evîndara min bûne wekî têlên kemankêşan.

Belê, belê. Ev wicûda te ya agir pêketî çiqas dûd-î endud be, aw û ayîne jî ew qas diberiqe.

Ax… We gotîye çi! Çi difikirin! Hîç wisa dibe? Di wê rindîya cîhanî û ew canê cewher de delalî gav bi gav zêdetir bibe, ku aliyek nûqsan bimîne hezar mixabin!

Ger we birînên dilê min bidîta, we dê bidîta ku ew zat, ew sifet, ew naz, ew keman, ew peykan di wê gavê de bimirîya, dimire û dê bimire.

We dît ku dema niho bi awayekî pêt bi dahatû ve girêdayî ye, dahatû jî ji bihûrîyê ve nayê veqetandin.

Hetanî dereceyekê şikandina dilê ku ji ber ecelê bi xerca xerab hatîye çêkirin û bûye warê xeman, mimkun e wek heqek bête hesêbkirin.

Ez her gav tifaleke nûr li dest û safdil im, ew nazenîna min a bêînsaf her gav dibe şanek, her lehze dibe peykanek û her deqîqe dibe nîşanek.

Geh wekî heyvê, geh wekî roja beriqî, geh wekî stêrka dahî ya ferecê xuya dike.

Ew Xusrev; evîndara wê Şîrîn, di îcrakirina sinetê de destê xwe yê bi meharet, Ferhad jî di seraya Bîstûnê de ferqê Ferhadbûna xwe bi bîr tîne.

Xalxalokê min! Eger anûha seyadê bêmîsal dixwaze bi eşqa îzharê celal tîrên xwe bavêje, va ye tîrên wê yên perîşan, bila bi bismîlahê bavêje.

Bila bi dilê xwe li hedefê bixe, ew tenê ku bi hezar caran qûl kirîye.

Çi wext ku dawa min ji xwîna birînên taze sor bû, ji hesreta wê devê birînên kevnare av digrin.

Yara min; di wicudê min de çiqas birînan vede, di dilê min ê bi hesreta xakpayên wê de ew qas rê vedibin.”

Nivîsên wî yên di nav rûpelên rojnameya Tercûmanî Haqîqet de

Çawa ku li ser jîyana wî ya giştî agahdarîyên me gelek kêm in; herweha li ser nivîskarîya wî jî agahdarîyên berfireh li ber destê me nînin an jî min nikarî bigîjim wan agahdarîyan. Ji ber vê yekê, vê gavê me qîma xwe tenê bi nivîsên wî yên di nav rûpelên rojnameya Tercûmanî Haqîqet de anîye. Lewra hetanî nûha em tenê rastê nivîsên wî yên nav rûpelên rojnameya navborî hatine. Bi îhtimaleke mezin merivekî wisa xwedî zanîneke berfireh û entellektuel, qîma xwe tenê bi van meqaleyên rojnameyê neanîye. Pêşerojê keys çêbe, li ser wî agahdarîyên nû derkevin meydanê, bêguman dê lêkolîn û xebatên taybet li ser wî bêne çêkirin. Ji nivîsên wî yên di nav Tercûmanî Heqîqet de xuya dibe ku wî; bi kêmanî zimanê kurdî, erebî, fransizî û osmanî zanîye. Di nav rûpelên vê rojnameyê de, meqele-nivîsên wî yên li ser gelek babetên cihê cihê hatine belavkirin û li ser hinek babetan jî bi nivîskarên din re ketîye nav polemîkan û rexneyên dijwar li wan girtine. Ji nivîsên rojnameyê dîyar dibe ku Ahmed Mîdhadê sernivîskarê rojnameyê bi xwe jî carina tevlî van polemîkan bûye û di hejmara 545 a rojnameyê de bi sernivîsa “Bîr Numune-î Tenkît” de, piştgirî dide rexneyên Keyfî û dibêje: “Nivîsa ku bi îmzeya Keyfî hatîye belavkirin, xeletîyên berhema H. Begefendî anîye ziman; negotîye ev berhem baş e yan xirab e, li ser şexsê wî jî tiştekî negotîye. Ji ber vê yekê, divê rexneyên wî wek nimûneyeke baş bêne qebûlkirin.”

Meqele û helbestên wî yên di rojnameyê de gelek caran bêserlewhe û di stunên beşên wekî “Edebîyat”, “Mevadd-i Fenniye”, “Varaka” de bi îmzeya “K(ef)-Y” hatine belavkirin. Nivîskarê Ermen Artîn Musdemciyan ê ku wê demê xwendekarê Mekteb-î Hiqûqî Şahane ye, li ser nasnameya wî dibêje: “Ew zatê ku di nav rûpelên rojnameya Tercûmanî Heqîqet de berdewamî

bi mustearê “K(ef)-Y” dinivisîne, navê wî yê rastîn Keyfî ye û ew herdu tîp jî kurteya navê wî yê mustear e.” Ji vê agahdarî dîyar dibe ku Artîn, Keyfî nas dike û herweha di nivîsa xwe ya stuna “Mevdd-i Fennîye” ya hejmara 917yan de, ji ber polemîka di navbera wî û Keyfî de dibêje: “Keyfî heqeret li min kirîye.” Li ser vê polemîkê, di hejmara 919yan de jî, bi sernivîsa “Turkçe Bîlmez”, nivîsa xwendekarekî bi navê Îdris hatîye belavkirin û di naveroka nivîsa xwe de piştgirî dide Keyfî.”

Neşe Demircî di lêkolîna xwe ya li ser rojnameya Tercûmanî Heqîqet de, nav û naveroka hinek nivîsên Keyfî weha anîye ziman:

“- Keyfî (K-Y): Fenn-î Nahvden Bir Meselenin Halli, Tercüman-ı Hakikat (T. H.), no. 526, r. 3.

- Keyfî: İstifade Niyetiyle İfade, Tercüman-ı Hakikat (T. H.), no: 545, r. 3-4. Ev nivîs, di stuna “Edebiyatê” de hatîye belavkirin û di naverokê de rexne li Rebî-i Marifet a Ebûzziya Tevfik hatîye girtin.

- Keyfî: İmla Meselesi Hakkında, T. H., no: 785, r. 3. (Ev nivîs, di stuna “Mevadd-i Fennîye” de bê lêkirina sernivîsê hatîye belavkirin. Di naverokê de hinek qaîde û mîsalên li ser Kavaîd-î Osmanî hatine nîşandan.

- Keyfî: Bir Mesele-î Riyaziye, T. H., no: 787, r. 3. Ev nivîs li ser Riyazatê [Matematîkê] ye û di stuna “Mevadd-i Fennîye” de hatîye belavkirin.

- Keyfî: Hazine-i Evrak Hakkında, T.H., no: 865, r. 2. Ev nivîs, di stuna “Varaka” de bêserlewhe hatîye lêkirin û di naverokê de balê dikşîne li ser xelet nivîsandina sernivîsa mecmuaya Hazîne-î Evrak.

- Keyfî: İdris Salim’in yazısına cevaben, T. H., no: 869, r. 2. Ev nivîs jî bêserlewhe hatîye nivîsandin û bersiva nivîsa Îdris Selîm dide ku di hejmara 868. a T. H. de hatibû belavkirin.

- Keyfî: Tashihat, T. H., no: 901, r. 2-3. Di naveroka vê nivîsê de rexne li berhema Telhîs-î Sarf ve Nahv-î Arabî ya Ahmed Hamdî hatîye girtin û hinek xeletîyên wê hatine sererastkirin.

- Keyfî: Ağız Satmak, T. H., no: 914, r. 3. Ev nivîs di stuna “Mevadd-i Fennîye” de hatîye belavkirin û di naveroka wê de bersiva rexneyên Artîn Mûsdemîcyan dide ku nivîsa wî di hejmara 912. a T. H. hatibû belavkirin.

- Keyfî: Ev nivîs, bêserlewhe hatîye lêkirin û di naverokê de îtiraza qaîdeyêk “Mecelle-î celîle” dike. T. H., no: 909, r. 3.

- Keyfî: Nivîseke tewr balkêş a nivîskar jî di hejmara 969. a T. H. de hatîye weşandin. Ev nivîs, xazeleke helbestvan Kurdî ye û pêre jî tercumeya wê ya turkî hatîye nivîsandin û di stuna “Edebîyat”ê de bêserlewhe hatîye belavkirin. Di naveroka nivîsê de bersiva Mr. Trotterê konsolosê Brîtanya yê Kurdistanê dide ku di daxuyanîya xwe de gotibû; kultura kurdan pir lawaz e û edebiyata wan jî nîne.”

- Keyfî: Di hejmara 974. a rojnameyê de jî bi serlewheya Tercûme-î Cevabname, di stuna “Edebîyat”ê de berdewamîya bersiva Trotter dide.

- Keyfî: Nivîsa wî ya bi navê “Hareket-î Arz”, di stûna “Mewadd-i Fennîye” ya hejmara 1356. a T. H de hatîye belavkirin û di naveroka wê de behsa erdhejê dike.”

- Keyfî: Di hejmara 1375. de “Li ser tercumeya peyva Nuance” nivîseke bêserlewhe di stuna “Mevadd-î Fennîye” de nivisîye. Ev nivîs, bersiva nivîsa Mehmud Celaledîn e; wî di nivîsa xwe de pêşniyar kiribû ku di şûna peyva “çeşît” de peyva “nuance”ya fransizî bête bikaranîn. Keyfî jî di şuna “nuanca”yê de, peyva kurdî ya “gûn” pêşniyar dike û ji vê yekê dîyar dibe ku wî, bi zimanê fransizî û kurdî baş zanîye.

- Keyfî: Di hejmara 1383yemîn a T. H. de, nivîsa wî ya bi navê “Tarîh-î Arz” di stuna “Edebiyat”ê de hatîye belavkirin û di naverokê de dibêje “Çi bikim, ez nikarim bibim şair!”

Digel van nivîsan, wergerên wî jî di nav rûpelên rojnameyê de hatine belavkirin. Mînak; Di stuna “Varaka” de, bi sernavê “Cografya-yî Beşerî” di hejmarên 1372, 1373, 1374 rojmameyê de sê nivîs li pey hev hatine neşirkirin.

Ji nivîsên wî yên di nav van stunan de dîyar dibe ku ew; bi xwe edîb, rexnegir şarezayê serf û nahwa arebî û heman demê werger bûye.

Bu yazı toplam 518 defa okunmuştur.
Nivîsên din yên nivîskar