Keya Îzol bû serokê FKKSê

Keya Îzol bû serokê FKKSê

FKKS kongreya xwe ya 27em di 21.05.2016ê de li Stockholmê li dar xist.

A+A-

 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) kongreya xwe ya 27em di 21.05.2016ê de li Stockholmê li dar xist. Ji 21 komeleyên endam 125 nûner bêşdarî kongreyê bûn, organên nu hilbijart û kongre serkeftî xelas bû.

Kongre bi deqîqeyek rawestandin ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Seroka FKKSê Sosin Guven xêr hatinê kir û berpirsê navxweyî Hafzullah Nerweyî tespîta nûneran kir. Piştî hilbijartina dîwanê ku ji Azîz Aliş, Rêzan Mistafa, Mehmed Tekîn, Ferhad salih û Ronak Alî pêk dihat kongre dest bi karê xwe kir. Seroka FKKSê gotara xwe pêşkêş kir. Raporê xebatê û aborî hat pêşkêşkirin, nûner li ser raporan dîtinê xwe dîyar kirin. Herweha ji bo guherandin di destûrê de çibe komsîyonek hat hilbijartin.

Piştî munaqeşeyan Komîteya berê ji karê xwe hat azadkirin.

Amadeu Batel, Serokê SIOSê (Organa Hevkarîya Rêxistinên Biyanîyan li Swêdê ku ji 21 Federasyonên biyanîyan pêk tê) pîrozbayîya kongreyê kir û got, ku Federasyona Kurdan yek ji çalaktirîn endamê SIOSê ye.

Nûnerên partî, hêz, komelêyên sivîl û demokratîk ku bêşdarî kongeryê bûn bi peyamên xwe xwendin. Serokê ENKS Ibrahim Biro li ser rewşa dawî ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê axivî û serfirazî ji FKKSê re xwest.

Hevkarîya Hezên Kurd û Kurdistanê û partîyên ku tê de cî digrin peyamê xwe pêşkêş kirin. Mekteba Peywendîyên Beşa Derva ya PDK-Iraqê peyamekê dagirtî ji bo kongreyê şand û ji bo xebat û xizmeta wê ya ku li Swêdê û dîyasporayê kiriye FKKSê bi nirxekî qedirbilnd nirxand û hêvîya serkeftina armancên ku daye pêşîya xwe kir û silavên xwe ji bo serokê nû û endamên organên teze ku bên hilbijartin dîyar kir.

Biryara herî girîng ya kongreyê ew bû ku ew piştgirîyek xurt nîşanê referandûma başûrê Kurdistanê dike û bawer dike ku îsal ew li dar bikeve.

Di civîna xwe ya 29ê Gulanê de organên FKKSê di nav xwe de kar dabeş kir; Keya Îzol serokê FKKSê hilbijart.

Komîteya Karger

Keya İzol, Serok
Roshena Magron, Sekreter û Nûnera Kvinno SİOSe
Berzan Koçkaya, Berpirsê Aborî û Nûnerê SİOSe
Sosin Guven, Berpirsa Karê Derve û Entegrasyonê 
Dr Arshad Maroof, Berpirsê Navxweyî
Bilal Gorgu, Berpirsê projeyan
Gulbend Qaradaxî, Berpirsê pirsen penaberan
Kerim Suleyman, Berpirsê Kemandam û salmazinan
Enes Abdullah, Berpirsê Karê Perwerde û Kulturî
 

Cîgir
Çîya Alî
Şivan Kerîm Berpirsê Karê Perwerde û Kulturî

Komîteya Giştî

Niyaz Ahmed
Hişyar Tovi
Mewlud Abdurezaq
Kerîm Omer
Nurî Bettê
Kamil Murad
Selam Cizîrî
Kovan Amedî
Rociwan Yeşîl
Ekrem Mohamed
Saham Ali
Herîş Latîf

Cîgir
Selam Derbendî 
Cemal Beyar 
Huseyin Berzencî

Komîteya Rewisor
Hafzullah Nerweyî
Cotyar Şerîf
Riza Hessen

Komîteya Rawêj
Azîz Aliş
Ata Baneyî
Salih Huseyîn
Dildar Taha
Nurî Salih

Cigîr
Edîbe Seîd
Mujda Serajî

 

www.fkks.se

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin