Kevneşopiya Komsay li Hewramanê   

Kevneşopiya Komsay li Hewramanê  

.

A+A-

Li bajarokê Hewramana Text a ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve, roja Înê 6ê Gulana 2022an kevneşopiya Komsay hat lidarxistin.

Merasîm ku 2 sal bûn ji ber vîrûsa koronayê nedihat lidarxistin, di 6ê Gulana îsal de bi beşdariya bi hezaran kesî hat lidarxistin.

Merasima Komsay ku qonaxa duyemîn a daweta Pîr Şalyar e, 45 rojan piştî Newrozê tê lidarxistin.

Komsay kevneşopiyeke civakî-çandî ye û dîrokeke pir kevnar heye.

Pêştir di vê çalakiya çandî-kulturî ya bi navê Komsay de, boneyek taybet jî hebûye ku têde endamên Encûmena Pîran a 5 gundên Hewramana Text, Serî Pîr, Weysiya, Rûwewerê û Kemale hatine hilbijartin.

Niha ew gund gihîştine hev û bi hev re bajarokê Hewramana Text pêk tînin.

Di merasîma Komsayê de qurban tên kirin, bi tembûrê dua û zikir tên kirin, helbest tên xwendin, xwarinên taybet tên amadekirin û li mêvan û malan tên belavkirin.

Herwiha di merasimê de kevneşopiyek din jî heye ku jê re dibêjin kevirşikandin, xelk parçeyek kevir weke tiştekî pîroz hildigrin. Xelkê Hewramanê wiha bawer dikin ku ew latê kevir jê tê birrîn qet kêm nabe û her sal wek xwe lê tê.

Rûdaw

l-008.jpgll.jpglll.jpglllll.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin