Keştiyên Rûsî û Ukrainî li hev ketin

Keştiyên Rûsî û Ukrainî li hev ketin

Hêzên Deryayî yên Rûsî piştî ku teqe li sê keştiyên serbazî yên Ukrainî kirin, li nêzîkî Kirimê, dest li ser wan keştiyan danîn û 6 endamên Hêzên Deryayî yên Ukrainî birîndar kirin.

A+A-

Malpera BBC ragihand, ku duh sê keştiyên serbazî yên Ukrainî, ji Bendera Odessa ya li nav Derya Reş ber bi Bendera Mariupol a Ukrainî li ser Derya Azov ve birê ketin, lê Hêzên Deryayî yên Rûsî rê li ber wan girtin û dest li ser hersê keştiyên Ukrainî danîn.

Hikûmeta Ukraina ragihand, ku hêzên Rûsî rê li ber keştiyên wê girtin û ji encama teqekirinê, 6 serbazên Ukarinî birîndar kirin.

Ji aliyê xwe ve, Hikûmeta Rûsî ragihand, ku keştiyên Ukrainî çalakiyên nerewa di nav ava herêmî ya Rûsî de li nêzîkî tengeava Kerich dikirin.

Hikûmeta Rûsî tekez kir, ku keştiyên Ukrainî ji hişyardanên Rûsî ranewestiyan, lewra hêzên Rûsî teqe li wan kirin û di encamê de 3 serbazên Ukrainî birîndar bûn û hêzên Rûsî ew derman kirin û rewşa wan baş e.

Di encama van pêşhatan de, her yek ji Rûsya û Ukraina daxwaza lidarxistina civîneke awarte û bilez ji Encûmena Ewlehiyê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Yekîtiya Ewropa ji Rûsya xwest ku azadiya çûnûhatinê li Tengeava Kerich vegerîne û ji herdu aliyan xwest ku heya karibin xwe bigirin.

Hevpeymana NATO jî daxuyanî da û ragihand, ku ew piştevaniya serweriya Ukarina û yekîtiya axa wê dike, herwiha piştevaniya mafên wê di çûnûhatina deryayî di nav ava wê ya herêmî de dike.

Piştî vê, hat ragihandin, Rûsyayê, keştiyên Ukrainî berdane û tengava Kerçê jî cardin vekiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin