Keştiyeke Îranê hat desteserkirin!

Keştiyeke Îranê hat desteserkirin!

Serokwezîrê Cebel Tariq dibêje, wê keştiyê petrola Îranê bo Sûriyê vediguhest.

A+A-


Hêza Deryayî ya Cebel Tariq bi hevkariya hêzên taybet ên Brîtanyayê dest bi ser keştiyekê de girtine, ku petrola Îranê ji bo Sûriyê vediguhest.
 
Li gor zanyariyên ku berpirsên hikûmeta Cebel Tariq belav kirine, navê keştiyê Grace 1 bûye û ala Panamayê li ser hatibû bilindkirin û hilgirê du milyon bermîlên  petrolê ye.
 
Hêzên deryayî yên Cebel Tariq bi alîkariya hêzên taybet ên Brîtanyayê, îro pêncşemî 4ê Tîrmeha 2019an de bi dûriya 4 kîlometran ji sînorên Cebel Tariq, dest bi ser wê keştiya petrolê de girtine.
 
Berpirsên Cebel Tariq dibêjin, zanyarî gihîştine destê wan ku wê keştiyê ambargoyên  Yekîtiya Ewropayê bo ser Sûriyê binpê kiriye.
 
Serokwezîrê Cebel Tariq, Fabian Picardo ragihandiye: “Sedem hene ku em bawer bikin Grace 1 petrola xav bo parzûngeha Baniyas a li Sûriyê vediguhest.”
 
Destdanîna wê keştiya veguhastina petrolê di demekê de ye, ku Amerîka ambargoyên   giran li ser Îranê  sepandiye û ew ambargo sektora petrola Îranê jî li xwe digrin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin