Keştiya penaberan di Deryaspî de binav bû: 82 mirî

Keştiya penaberan di Deryaspî de binav bû: 82 mirî

Saziya Penaberan ya Neteweyên Yekgirtî îro pêncişemê ragihand ku belemeka penaberan ku 86 kes higirtibûn û ji Lîbya dihat şeva bûrî di ava Deryaspî da noq bûye 3 kes rizgarbûne û 82 kes di wendane û yek jî piştî rizgarbûyî miriye.

A+A-

Keştiya a ku penaber têde bûn li hember bajarê Zarzis yê Tûnisê hatiye dîtin, rojekê piştî êrîşa esmanî li Lîbya bo ser bingeheke desteriskirinê pêkhatibû 44 kes di êrîşê de hatibûn kuştin.

Berpisa Rêxistina Navneteweyî ya Penaberan li Tûnisê Lorena Lando got, masîgirên Tûnisî belama noqbûyî dîtiye, tenê çar kes mabûn, ew paldane peravê, lê yek ji 4 kesên rizgarbûyî di heman şevê de jiyana xwe ji dest da û her sê kesên din hinartine nexweşxanê.

Hefteya derbasbûyî jî keştiyeka din ya penaberan ji Lîbya gihabû derbenda Sfax li Tûnis 65 kes di wê keştiyeka da bûn.
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin