Kesek ji ber pervekirina bi ala Kurdistanê hat desteserkirin

Kesek ji ber pervekirina bi ala Kurdistanê hat desteserkirin

Parêzerekî welatiyê Alman ragihand ku hefteya borî bi hinceta parvekirineke xwe ya ala Kurdistanê li ser hebû, welatiyekî Alman li Tirkiyê hatiye desteserkirin.

A+A-

Serokê Yekîtiya Rojnamevanên Alman Frank Uberall li ser vê bûyerê daxuyaniyek da û banga ku sefera Tirkiyê nekin li rojnamevan û lêkolerên Alman kir.

Uberall got, “Ti kes naxwaze van rojên xweş ên sersalê li Tirkiyê di bin çavan de derbas bike.”

Frank Uberall got ku divê rojanemvan beriya serdana Tirkiyê bikin, parvekirinên xwe yên li ser medya civakî kontrol bikin.

Hemwelatiyê Alman Adnan Sutçu 27ê Kanûnê dema ku ji bo cenazeyê diya xwe hat Tirkiyê, bi hinceta ku di parvekirinên xwe yên medya civakî de piştgirîya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê kiriye û alên Kurdistanê parve kirine hatibû binçavkirin.

Li gor amarên Wezareta Derve ya Almanyayê hîn 5 welatiyên Alman li Tirkiyê ji ber hincetên siyasî girtî ne û li girtîgehan dimînin.

 

(peyamakurd)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin