Kemal Ulusoy: Kesên bi min re bi Tirkî diaxivin ez bersiva wan bi Kurdî didim

Kemal Ulusoy: Kesên bi min re bi Tirkî diaxivin ez bersiva wan bi Kurdî didim

Şanoger Kemal Ulusoy di jîyana xwe ya rojane de her karê şanoyê dike û di van rojên dawîyê de dixwaze teknîk û şêwazê denbêjîyê hîn dibe. Dixwaze li ser Çîyayê Tajdînî jîyaneke sade bijî.

A+A-

 

Ferid Demirel

 

Kemal Ulusoy, bi salan e bi şanoya kurdî mijûl e. Salên dirêj di Teatra Jîyana Nû ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de şanogerî kirîye. Niha li Amedê karê xwe berdewam dike. 

Ulusoy di jîyana xwe ya rojane de her karê şanoyê dike û di van rojên dawîyê de dixwaze teknîk û şêwazê denbêjîyê hîn dibe. Dixwaze li ser Çîyayê Tajdînî jîyaneke sade bijî. 

Ulusoyê bersiva 5 Pirsên me da.

1- Van rojan tu bi çi mijûlî?

Bi berdewamî şanoyê dikim. Em li Amedê li cihê xwe şanoyê dikin û wek tûrne li bajar û navçeyan jî digerînin. Her wiha ez van rojan şêwaz û teknîka dengbêjîyê hîn dibim û xwe bi xwe distrêm.

2- Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Tu dixwazî çi bikî?

Li nêzî gundê me çîyayek bi navê Tajdîn heye, li ser wî textek an deştek biçûk heye. Li wir minê jîyaneke pir pir sade bijîya û zêdetir xweza fam bikira. Minê him bikaribûya alikarîya herikîn û veguhestina xwezayê bikira û him jî ew xweşikîya bêhempa bijîyama.

3- Di nava rojê de herî zêde tu ji çi hezdikî ku bike?

Bi Kurdî nîşe girtin û nivîsandin. Bi taybetî li Amedê di jîyana rojane de dema hin kes bi tirkî dipeyîvin (her çiqas pir zêde aciz bibim û biêşim jî) yekser bi kurdî bi wan re dipeyivim. Ew rewşa bibîrxistina “Kurdî” gelek kêfxweşîyê dide min. Û ez tiştên folklorîk (foto, deng, video, klam, peyv, biwêj hwd) berhev dikim.

 

4- Dixwaze jîyaneke çawa bijî?

Jîyaneke wekhev û hevpar. Ji bo zarokan, kêmendaman, kalan, jinan, ên din û ji bo xwezayê, rûmetdayîneke ku di asta herî bilind de tê dayîn. Jîyaneke ku bandor û hîyerarşîya desthilatan li ser tuneye.

5- Bûyer an jî kesekî/e ku di jîyana te bandoreke mezin li ser te kiribe heye? Hebe bandoreke çawa li te û jîyana te kirîye?

Ne tenê kesek û ne jî bûyerek. Ji bûyera Robozik, Kobanî, şerên bajaran û hwd hwd. Nakokîya herî mezin jî di wan deman de jîyam.! Li hember van bûyeran huner bi kêrî çi bê, an jî dê bibe bersiva çi? Her wiha ji sîyasetê heta pir qadan berxwedêrên bijarte serketî jî derketin.

Bianet

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin