Kemal Burkay: Hetanî dewleta Tirkîyê mafên kurdan nede serê wê ji belayan xilas nabe

Kemal Burkay: Hetanî dewleta Tirkîyê mafên kurdan nede serê wê ji belayan xilas nabe

Sîyasetmedarê kurd Kemal Burkay dibêje, hetanî ku Tirkîye mafên kurdan nede serê Tirkîyê ji belayan rizgar nabe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Sîyasetmedarê kurd Kemal Burkay dibêje, hetanî ku Tirkîye mafên kurdan nede serê Tirkîyê ji belayan rizgar nabe.

Li bajarê Dîyarbekirê, Weqfa Rîya Azadîyê li ser perwerdehîya bi zimanê dayîkê panelek li dar xist.

Serokê weqfê û sîyasetmedarê Kurd Kemal Burkay, nivîskar û lêkolîner Ekrem Onen, Haluk Ozturk û Cemîl Guneş derbarê perwerdehîya bi zimanê dayîkê de gotar pêşkêş kirin. Gelek nivîskar, lêkolîner, sîyasetmedar û rewşenbirên Kurd jî beşdarî panelê bûn.

Serokê Weqfa Rîya Azadîyê Kemal Burkay piştî panelê ji K24 re got: "Her çiqas kurd li mal de bi zimanê xwe diaxivin jî heger ew ziman ne zimanê perwerdehîyê be zehmet e. Li Tirkîyê li dijî Kurdan helwest û sîyaseteke gelek xirab tê kirin. Tikrîye bi vê helwesta xwe ji derd û belayan xilas nabe. Kurd ne kole ne, Kurd mafên xwe dixwazin. Heta ku pirsgirêka Kurd li ser esasên wekhevîyê neyê çareserkirin ev welat jî ji derd û belayan xilas nabe."

Nivîskar û lêkolîner Ekrem Onen jî got, li Tirkîyê Kurdfobîya heye lê heger Tirkîye jî wekî dewletên pêşketî mafên Kurdan nasbike dê welateke pêşketî û aram be.

Lêkolîner û nivîskar Ekrem Onen wiha axivî: "Divê Tirkîye xwe ji kurdfobîyayê xilas bike, divê êdî ji bo Kurdan rê veke ango divê Kurd êdî bikaribin li vî welatî bi zimanê zikmakî perwerdehîyê bibînin. Êdî Tirkîye nikare rê li ber daxwazên Kurdan bigire ji ber ku di hemû pêwendîyên navdewletî de ev pirsgirêk derdikeve pêşîya Tirkîyeyê.  Divê li Tirkîyeyê Kurd bikaribin bi zimanê xwe perwedehîyê bibînin, serdest û azad bin."

 

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin