Kedkarê TVyê Mahmûd Onder jîyana xwe ji dest da

Kedkarê TVyê Mahmûd Onder jîyana xwe ji dest da

Onder, demeke dirêj bû li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ji ber kanserê tedawî dibû.

A+A-
Kedkarê TVyê Mahmûd Onder (65) jîyana xwe ji dest da. Onder, demeke dirêj bû li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ji ber kanserê tedawî dibû. Onder bavê sê zarokan bû.

Onder di sala 1952'an de li Amedê ji dayik bû. Li Amedê di nav sefên Tevgera Demokratên Şoreşger de dest bi karî sendîkyê kir di 1978ê de bû sekreterê YOL-ÎŞê.

Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980ê, tevî grûbekê hevalê xwe yê KIP/DDKDê derbasî Sûriyeyê û li wê jî derbasê Libnanê bû. Li Libnanê di kampên Filistîniyan de di nav hevalên xwe de bi navê ”Esker Reşîd” dihat naskirin.

Piştî êrîşa Îsrailê ya 1982ê li hember kampên Filîstîniyan wî terka Libnanê kir û berê xwe da Ewropayê.

Di sala 1984ê de di nav tevgera ERNKê de cîyê xwe girt û li Ewrûpayê ji 1997ê vir ve li Med Tv, Medya TV, ROJ TV û herî dawî li Stêrk TV bername çêdikir û edîtoriya nûçeyan dikir. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin