Keçeke Êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bû

Keçeke Êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bû

Keçeke rojnamevan a Kurd a Êzidî ku ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin, behsa çîrokên xwe yên bi êş ên 5 salên destê DAIŞê de dike.

A+A-

Keçeke rojnamevan a Kurd a Êzidî ku ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin, behsa çîrokên xwe yên bi êş ên 5 salên destê DAIŞê de dike.

 
Navîn Reşo bêjera radyoya çiyayê Şingalê bûye û di 3ê Tebaxa 2014an de ketiye destê çekdarên DAIŞê. Piştî nemana desthilata DAIŞê, derbasî kampa Holê ya Hesekê tê kirin û piştre jî vedigere cem kesûkarên xwe li navçeya Baedrê ya Duhokê. Navîn Reşo kêfxweş e ku ji destê DAIŞê rizgar bûye û dixwaze ji nû ve jiyanekî asayî bijî û li ser karê xwe berdewam be.

 
Rizgarbûya destê DAIŞê Navîn Reşo ji Rûdawê re diyar kir ku tiştên dianîn serê wan gelek xirab bûne û eger çekdarên DAIŞê bizanîbûna ku ew rojnamevan e, ew dê bihata kuştin.
 
Navîn Reşo wêneyên xwe yên dema di nav DAIŞê de anîne, ji bo ku di siberojê de bîranînên xwe binivîse.

 
Bavê Navîn, Reşo Derwîş kêfxweş e û diyar dike ku bi hatina keça wî şadî di nav malbatê de belav bûye.
 

Reşo Derwîş eşkere kir ku dema Navîn bi rêya telefonê pê re ketiye peywendiyê, jê re mizgînî daye ku rizgar bûye û gihiştiye Mala Êzidiyan, gelek kêfxweş bûye, ji ber ku 5 sal bûn keça xwe nedîtibû.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin