Keça Kurd a Êzidî Arîn Hesen hat azadkirin

Keça Kurd a Êzidî Arîn Hesen hat azadkirin

.

A+A-

Arîn Dilî Hesen, keça Kurd a Êzidî li Efrînê hat azadkirin.

Jêderekê ji malbata Arîn Hesen ji Rûdawê re da zanîn ku Arîn roja Sêşemê, li Efrînê hatiye azadkirin.

Arîn Dilî Hesen, 21 salî ye, xelka gundê Qîmarê ye, roja 27ê Sibatê li ji aliyê çekdarên Hemzat hatibû girtin.

Roja 28ê gulana 2020ê, piştî derketina şer di navbera grûpa el-Hemzat û grûpeke çekdarên Xûteya Şamê de, hejmarek çekdarên Xûteyê bi ser baregeha el-Hemzat de girtibûn ku li navenda bajarê Efrînê ye.

Wê demê 11 jinên Efrînî di nav wê baregehê de girtî hatibûn dîtin, yek ji wan Arîn Dilî Hesen bû.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşekê ku 58 rojan dom kir, di kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ku Enqere piştevaniya wan dike, ye.

Ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovan li hember welatiyên resen ên herêmê ku Kurd in, hatine kirin û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û cîhanî li ser wan binpêkirina raport belav kirine.

Li herêma Efrînê tenê 12 gundên nahiyeyên Şêrawa û Şera di destê hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de mane û niha ji aliyê rêveberiya li Kantona Şehbayê ve tên birêvebirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin