Keça Êzdî li Elmanyayê rastî tecawizkarê xwe hat!

Keça Êzdî li Elmanyayê rastî tecawizkarê xwe hat!

Keça Êzdî ya bi navê Eşwaq Ta'lo, piştî ku ji destê terorîstên DAIŞê reviyaye û xwe spartiya Elmanyayê, li Elmanyayê rastî wî kesê ku ew bi kirîbû û kiribû cariya xwe, hat.

A+A-

Keça kurd a Êzdî ku di sala 2014an de ketibû destê DAIŞê, piştî 3 salan xwe ji dest wan rizgar kiriye û xwe spartiye Elmanyayê. Lê Ashwaq Ta'lo li Elmanyayê jî rastî wî terorîstê DAIŞî tê ku dest danîbû wî.

Eşwaq di temenê xwe yê 15 salî de dikeve dest DAIŞê. Piştî 10 mehan îşkence û êş û sivikayî û heqaretan ji aliyê çekdareke Iraqî yê bi navê Ebu Humam ve, bi zîrekî û bi şêwazê xwe yê ecêb ve xwe rizgar dike û xwe digehîne deverên ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê lê ye û digehe nav beşek ji kesûkarên xwe û pê şad dibe. Piştî demekê bi rêya bernameyeke mirovî ve li gel dayîk û birayekê xwe wek penaber diçe Almanya û li qampeke bajarê Stuttgartê.

Piştî sê salan Eşwaq li Stuttgart a Almanya Ebu Humamê DAIŞê dibîne, ku wî çekdarê çend sal berî wê li Mûsilê bi 100 dolarî Eşwaq kiribû û 10 mehan jî îşkence kiribû. Ango Ebu Humamê terorîstê DAIŞê. Li Almanyayê ew terorîste xwe ji Eşwaqê venaşêre û rêya wê digre û destdirêjî li ser dike.

Eşwaq piştî ku gilî dike û polîsê Stuttgartê ti tiştekê nake, piştî sê salan bi yekcarî ji Almanyayê vedigere bo Kurdistanê.

Eşwaq çîroka xwe wiha vegot:

"Ez û xwîşkek xwe û 10 keçên din li odeyekê de diman, piştre nêzîk 100 keçan em bi pasekê birin Beacê, li wê derê di avahiyekê de çekdareke DAIŞê yê bi navê Ebu Hîlal cilên nû bo me anîn û got, biçin germavê xwe bişon. Keçek êzdî ya bi navê Cîlan ku xwandevanê koleja bijîşkî bû li wê derê, xatra xwe ji xwîşka xwe xwest û got: ‘’Ez rê nadim yek DAIŞîyek destê xwe bide min û ezê xwe bikujim’’ piştî demek giriyê û hewarê, em hemû çûn bo wê me dît ku Cîlan mixabin bi jîletê ango gûzanê şahdamara xwe jê kiriye û xwîşka wê bi hewar û giriyê agir berdida dilê mirov û kevir jî ba dê hatiba axiftiba. Lê du çekdarên DAIŞê hatin û Cîlan termê wê yê mirî xistin nav beteniyekê û ji serban ve avêtin milê din ê wê avahiyê.’’

Eşwaq got: ‘’20 keçên din hatin firotin û 80 yên din em man û em birin dibistanekê. Li wê derê jî ji me hin kes hatin firotin û hêdî hêdî tenê ez û çar keç man. 4 çekdarên DAIŞê yên bi navên Ebu Humam Şeriî, ku navê wî Mihemed Reşîd Bexdadî bû, Ebu Hîlal, Ebu Enes Mûslawî û Ebu Asim Beacî jî zîrevanê wan bû. Wan em kirîn û em birin avahiyekê yê li gundê Rembûsî. Ebu Humam ez dagir kirim bo xwe. 10 mehan bi temamî ez îşkence kirim, destdirêjî li ser min kir. 4 keçên din ên hevalên min jî, bi heman awayî li gel Ebu Hîlal û Ebu Enes bûn. Nimêj bi zorê bi me dan kirin û gotin eger hûn Qur’anê jiber bikin emê we azad bikin. Me jî hemû jiber kir. Lê derew li gel me kirin, xwarin dîsa bi me didan çêkirin.’’

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin