KCKê hin agahiyên endamên MÎTê eşkere kir

KCKê hin agahiyên endamên MÎTê eşkere kir

Hevserokatiya Konseya Birêveber a KCKê ew agahî û belge eşkere kirin ku 2 birêveberên payebilind ên MÎTê yên ku ji aliyê endamên PKKê ve hatibûn girtin dabûn wan.

A+A-

Li gorî ragihandina KCKê, dezgeha MÎTê ya hewalgiriya Tirkiyeyê, xwestiye li bajarê Silêmaniyê Hevserokê (KCK) Cemil Bayik dîl bigire, lê ew plana Tirkiyeyê ji aliyê PKKê ve aşkere bûye û du endamên MÎTê ku bi riya firokexaneya Silêmaniyê derbasî Herêma Kurdistanê bûbûn, ji aliyê endamên PKKê ve li bajarê Silêmaniyê dîl hatine girtin.

Beriya hefteyeke KCKê dsa bi daxuyaniyeke eşkere kiribû ku encamên MÎTê yên girtî ji wan re axivîne.

KCKê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rêveberên payebilind ên MÎTê yên hatine girtin ragihandine ku şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan bi fermana Erdogan bi rengekî taybet ew wezîfedar kirine û endamên ku hatine girtin agahî û belgeyên gelekî girîng bi wan re parve kirine û ev operasyonê derbeke gelekî mezin li MÎTê xistiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin