Kazimî û Merkel: “İŞİD hêjî tehdîde”   

Kazimî û Merkel: “İŞİD hêjî tehdîde”  

Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî û serokwezîra Almanya Angela Merkel li Berlînê hatin cem hev û her dû serokwezîr bo çapemeniyê ragihandin ku tehdîda İŞİD ê hêjî dewam dike û behsa pêdiviya têkoşîna li dijî wê kirin.

A+A-

Angela Merkel ragihand ku Almanya Iraqê destek dike da bigihê aramiyê, ewlekariyê, aboriyeka baş û di mijara asayîşê de wê destekê bidin Iraqê. Merkel got ku İŞİD neqediyaye û têkoşîna pêre jî neqediyaye û weha got:

“İŞİD li herêmê û di derveyê herêmê de tehdîda wê dewam dike.”

Mustafa Kazimî di ragihandina xwe de got ku qedrê têkoşîna Almanya ya li dijî İŞİD ê û xebatên bo îstîqrara herêmê teqdîr dikin. Kazimî ragihand ku Almanya di avakirina Iraqê de, di têkoşîna li dijî İŞİD ê de destekê dide Iraqê û di mijara koçberên ku ji ser axa xwe bûne û di mijarên dinan de dixwaze bi Almanya re hevkariyê bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin