Kazimî: “Têkiliyên me bi Herêma Kurdistanê re di dewra zêrîn de ye”

 Kazimî: “Têkiliyên me bi Herêma Kurdistanê re di dewra zêrîn de ye”

.

A+A-

Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî di çarçoveya seredana xwe ya bo Erebistana Si’ûdiyê de pirsên rojnamevanan bersivand. Kazimî got ku têkiliyên wan bi Herêma Kurdistanê re di dewra xwe ya zêrîn de ne têkiliyên wan bi Serok Mesûd Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî re têkiliyên dîrokîne. Kazimî weha got:

“Tevî hemû astengî û tehdîdan baweriya min ew e ku têkiliyên me bi Herêma Kurdistanê re di dewra zêrîn de ye. Di salên 1980 an de ez bi temamê lîderên Kurd re jiyam. Ez yek ji wan xorta me ku bi Kurdan re li hemberê Baasiyan min şer kiriye. Bi serok Barzanî bi Mesûd Barzanî re têkiliyên min yên xurt hene. Bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re jî têkiliyên min xurtin û ew birayê min yê biçûke. Ew her wext hewl didin da têkiliyên me baştir bin.”

Kazimî behsa rola Erebistanê ya mezin di îstîqrara Iraqê û herêmê de kir û got:

“Di wexta borî de, di demekî kurt de em bi danîna têkiliyên xwe bi Awrûpa, Amerîka, Tirkiyê û Erebistana Si’ûdî de biserketin.”

Kazimî gotinên li dijî Erebistanê yên mezhebiyetê rexne kir û got temamê pirsgirêkên Iraqê li ser Erebistanê dertên û ev meş rast nîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin