Kazimî: Pêwîstî bi bicîkirina baweriyê di navbera Ereb û Kurdan de heye

Kazimî: Pêwîstî bi bicîkirina baweriyê di navbera Ereb û Kurdan de heye

.

A+A-

  Serokwezîrê Iraqê di hevpeyvîneke bi medyaya Iraqê re diyar kir, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di serdemeke zêrîn de ne û di demeke nêzîk de, wê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên şadin.

Mistefa Kazimî da zanîn, ji bo çareseriya herêmê maddeya 140 a destûra Iraqê jî pêwîstî bi bicîkirina baweriyê di navbera Ereb û Kurdan de heye.

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir, bi serkirdeyên Kurd re, hewl dane girêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê bi hev re vekin û têgihiştineke baş di navbera wan de heye.

Mistefa Kazimî eşkere jî kir, di heyama hefteyekê de, wê şandeke Hikûmeta Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike ji bo çareserkirina herêmên kêşeyên nakokî li ser wan heye û di demeke nêzîk de wê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên şandin.

Serokwezîrê Iraqê ji bo kêşeya maddeya 140 a destûra Iraqê jî diyar kiriye: "Gelek herêmên me yên kêşê li ser wan li Iraqê hene. Pêwîstiya me bi rewşeke seqamgîr a siyasî ya Iraqê heye. Kêşeya herêmên nanok jî li ser pêşniyazekê wê bên çareserkirin ku wê Bexda radestî Hewlêrê bike.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin