Kavala nehat berdan: Serokê dadgehê şerh danî ser biryarê

Kavala nehat berdan: Serokê dadgehê şerh danî ser biryarê

.

A+A-

Osman Kavala ku di Doza Geziyê ya ji nû ve hat dîtin de girtî tê darizandin nehat berdan. Serokê dadgehê şerh danî ser biryarê.

Piştî betalkirina biryarên îstinafê ya Dadgeha Îstinafê, danişîna yekemîn a Doza Geziyê karsaz Osman Kavala, rojnameger Can Dundar û lîstikvan Mehmet Alî Alabora  jî di nav de 7 kes têde tên darizandin hat dîtin. Di danişîna ku li 30’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya Edliyeya Çaglayanê hat dîtin de piştî parastinên bersûcan dozger mutalaa da. Dozger daxwaz kir ku girtina Kavala bê domandin. 

Kavala li dijî mutalaaya dozger derket û parastina xwe kir. Kavala, got ku doznameya Doza Geziyê senaryo ye û telîfa wê aydê polis, dadger û dozgerên endamên Cemaeta Fethullah Gulen e. Piştî Kavala parêzerê wî Koksal Bayraktar mafê axaftinê girt û ev tişt got: “Heke wiha biçe wê Kavala 15 salan di girtîgehê de bimîne. Ma wiha dibe? Ev me ji feraseta edaleta hemdem dûr dixe. AÎHM, çalakiya ku girtin pêk tê weke tundî nabîne û têgeha “girtina dema dirêj” bi kar tîne. Wê girtina kesekî ya li qawişa yekkesî heta kîngê bidome?”

DANIŞÎN TALOQ BÛ

Piştî nîv saet navberdayinê, heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê bi pirdengî biryara berdewamkirina girtina Kavala da. Serokê dadgehê lerh danî ser biryara dadgehê.  

Danişîn taloqî 6’ê tebaxê hat kirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin