Katalonya amadekariyê dike ku Rêveberiya Xweser nas bike

Katalonya amadekariyê dike ku Rêveberiya Xweser nas bike

.

A+A-

 Herêma Xweser a li Îspanyayê Katalonya, amadekariyê dike ku Rêveberiya Xweser nas bike û partiyên hikûmet û muxalefetê bi vê armancê pêşnûme biryarek pêşkêşî Parlamentoyê kirin.

4 Partiyên Herêma Xweser ya Katalonyayê di salvegera 9emîn a Şoreşa 19ê Tîrmehê de ji bo naskirina Rêveberiya Xweser pêşnûme biryarek pêşkêşî Parlamentoya Katalonyayê kirin.

Pêşnûme bi sernavê “Pêşnûme biryara Katalonyayê ya li ser soza di mijara jinûve avakirina Kurdistanê de” hate amadekirin.

Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin, li bakur-rojhilatê Sûriyê, gelê Kurd tevî Ereb û hindik netewên din ên Xiristiyan bi hev re dijîn û hat gotin: “Ji şoreşa li Rojava çareseriyeke aştiyane afirî û li ser bingeha şaredariya azad a li Rojhilata Navîn jiyaneke bi hev re û demokratîk ava bû.”

Di pêşnûmeyê de hat eşkerekirin, ev proje parçeyek ji rêbaza siyasî ya konfederalîzma demokratîk e. Hate ragihandin ku ev proje bi rêya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê hatiye birêxistinkirin û hate gotin: “Di navbera Katalonya û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê de ji aliyê tevgerên civakî û civaka sivîl a Katalan ve tevneke xurt û nêz a piştevaniya enternayonalîst heye.”

Di pêşnûmeyê de ku ji bo naskirina Rêveberiya Xweser pêşkêşî parlamentê hatiye kirin, ev pêşniyar têne kirin:

– Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku xwe dispêre konfederalîzma demokratîk weke kirdeyeke siyasî hebûna wê qebûl dike û saziyên Katalan bi vê rêveberiyê re têkiliyên saziyî datînin.

– Li Rojhilata Navîn li ser bingeha şaredarî, femînîzm û ekolojiya civakî potansiyela konfederalîzma demokratîk destnîşan dike ku çareseriya jiyaneke hevpar, demokratîk û aştiyane ye.

– Katalonya bi sazî, civaka sivîl û welatiyên xwe, hem ji bo tevlîbûna li jinûve avakirina herêmê, hem avakirina madî ya welêt, hem jî pêşwazîkirina penaberan bi rengekî demkî û mayinde, tevna piştevaniyê ya biratiyê bi welatiyan re teşwîq dike.

– Bang li hikumeta Katalonya dike, ku ji bo avakirina vê tevna piştevaniyê, desteyeke ji îradeyên cuda, sazî û civaka sivîl ava bike.

Hêjayî gotinê ye, ji ber ku pêşnûme biryar bi piştgiriya piraniya endamên parlamentê hatiye pêşkêşkirin, tê payin ku teqez bê qebûlkirin. Lê di mijara dengdanê de hîn demeke diyarkirî nîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin