Karwaneke leşkerî ya Tirkîyê derbasî Idlibê bû

Karwaneke leşkerî ya Tirkîyê derbasî Idlibê bû

Artêşa Tirkîyê hêzeke leşkerî ku ji otomobîlên zirhî û serbazan pêk dihat, şand herêma Idlibê. Hatîye ragihandin ku ew karwanê leşkerî bi armanca bihêzkirina yekeyên artêşa Turkîyê yên li ser sînorê Sûrîyê û li Idlibê hatîye şandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor medyaya Tirkîyê, karwanê leşkerî ku ji 100 otomobîlên zirxî û serbazan pêk dihat, ji bajarên cuda yên Tirkîyê weke piştevanî bo yekîneyên ser sînor û Idlibê gihîşt bajarê Hatayê.

Ji wê karwanê 60 otomobîlîn zirhî demjimêrên şevê di jêr tedbîrên ewlekarîyê de, derbasî Idlibê bûn.

Ev yek di demekê de ye artêşa Sûrîyê roja 3ê Sibatê li nêzîkî 2 kîlometrîya rojavayê qezaya Seraqib a ser bi parêzgeha Idlibê ve, xaleke kontrolê ya Artêşa Tirkîyê topbaran kir û di encamê de 8 leşkerên Tirkîyê hatibû kuştin.

Artêşa Sûrîyê êrîşeke berfireh bo ser parêzgeha Idlibê dest pê kirîye ku di jêr kontrola komên çekdar ên dijbereyê de ye û li gor rêkevtina Soçî ya di navbera Tirkîye û Rûsyayê de, 12 xalên leşkerî yên çavdêrîyê yên Tirkîyê jî li ser sînorê wê herêmê hene, ku yek ji wan xalan li rojavayê Helebê, yek li bakurê Hemayê û 10 xal jî li sînorê parêzgeha Idlibê ne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin