Karvedana serdana Qaanî bo Iraqê piştî êrişa ser mala Serokwezîr Mistefa Kazimî

Karvedana serdana Qaanî bo Iraqê piştî êrişa ser mala Serokwezîr Mistefa Kazimî

.

A+A-

 Piştî derbasbûna 48 demjimêran, bi ser êrîşa li ser mala Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê, heta niha encamderên wê êrîşê nehatine dîtin, lê zanyarî amaje bi wê yekê dikin, ew grûpên çekdar ên ji Îranê nêzîk in, êrîş encam dane, ev yek jî di demekê de ye, ku fermandeyekî pilebilind ê Îranê, piştî êrîşê serdana Iraqê kiriye.

Şarezayên teqemeniyan li Wezareta Navxwe û Dezgeha Istixbarata Niştimanî ya Iraqê eşkere kiriye, ew mûşek û dronên di wê êrîşê de hatine bikaranîn, ji wan ên ku berê binke û dezgehên Amerîkî bi wan hatine armanckirin.

Zanyarî behsa wê yekê dikin ku, dron ji navçeya (Girêaat) li bakurê Bexdayê arasteyî wê armancê hatine kirin.

Êrîşkeran xwestiye bi dronekê mala Kazimî bikin armanc, piştre dema Kazimî derkeve derve, wî teror bikin, lê plana wan biserneket.

Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê tekez dike, ku ew dê berdewam bin li ser lêgerîna xwe bo dîtina tawanbaran. Kazimî dibêje, “Em dê di ger û dîtina tawanbarên wê tawana şermezarkirî de, ku mala serokwezîr kire armanc, berdewam bin. Em ê li wan tawanbaran bigerin, em wan baş dinasin, wan baş dinasin, em bawer in em ê bigihêjine wan.”

Li gorî zanyariyên ku ji pênc çavkaniyên ewlehî hatine bidestxistin, ew êrîş ji aliyê grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê ve, hatiye kirin. Ew jî Ketayib Hizbullah û Esayib Elhî Heq a ser bi Heşda Şeibî ve ne.

Wan çavkaniyan eşkere kiriye, dron û bombe jî Îranî bûn.

Piştî wê êrîşê, Ismaîl Qaanî ku piştî kuştina Qasim Suleymanî, bû Fermandeyê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran ve serdana Iraqê kir.

Ziyaa Şekircî, Damezrînerê Kombûna Sekularî diyar dike, “Yek ji grûpên çekdar ên welatî ku ser bi Komara Islamî ya Îranê ve ye, bi wê êrîşa li ser mala serokwezîr tometbar e. Piştre Qaanî çi ji Iraqê dixwaze û ji bo çi serdana Iraqê kiriye?! Mijara hilbijartinê û awayê pêkanîna hikûmetê pirseke navxweyî ya Iraqî ye. Qaanî ne kesekî dîplomasî ye, lê belê serbaz e ku ne ji artêşê ye jî, lê belê ji Supaya Pasdarn e, ku erkê wê parastina rejîma Îranê ye ji metirsiyan.”

Bi berevajî serdana berê, vê carê Qaanî li ser vexwendina hikûmeta Iraqê, serdana Bexdayê kiriye û ligel Serokwezîr Mistefa Kazimî û Serokkomar Berhem Salih civiyaye, û li gorî zanyariyan, ligel aliyên Şîe civiyaye û behsa pêşhateyên vê dawiyê û yekrêziya navmala Şîeyan û pêkanîna kabîneya nû kiriye.

Adil Hilalî, nivîskar û şirovekarê siyasî dibêje, “Îran berê û niha jî, di xweşî û nexweşiyê de, ligel pêkhateya Şîe bû, bi nerîna min ev ne sepandina îradeya dewlta Îranê ye bi ser pêkhateya Îşî ya Iraqê, lê belê nêzîkirina nerînan e û şêwirmendî ye, ev jî karekî gelekî siruştî ye.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Qaanî daxwaz kiriye ku ti aliyekî Şîe bi tenê hewla pêkanîna hikûmetê nede, daxwaz li Şîeyan kiriye piştî rêkxistina xwe ligel aliyên Sunne û Kurdan jî têkevin gotûbêj û danûstandinê, ji bo pêkanîna hikûmetê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin