Karta hatûçûnê ya Başûr, bu sebeba girtinê

Karta hatûçûnê ya Başûr, bu sebeba girtinê

Li Tirkiyê li bajarê Îzmîrê Kurdekî Başûrê Kurdistanê, ji ber ku karta ku li serê Kurdistan hatiye nivîsandin pêre bû, hate girtin. Karta ku Kurdistan li serê bû, weke sebeba terorê hat qebûlkirin.

A+A-

Li Tirkiyê li bajarê Îzmîrê penaberekî ji Başûrê Kurdistanê, di legerînekê de ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hate girtin. Ji ber karta hatûçûne ya ji bo trempêlên nava bajêr a Kurdistana Başûr pê re bû li ser kart jî Kurdistan hatibû nivîsandin. Polîsên Tirk, ev wekî sebeba terorê qebûl kirin û penaberên Kurd ji bo ku wî derveyî welêt bikin, birine bajarê Entabê.

Ji xeynî vê nehate zelalkirin ku di derheqê wî de doz hate vekirin an jî derveyî welêt hate kirin an na.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin