Karsazekî Cizîrî li Dîlokê xwe kuşt

Karsazekî Cizîrî li Dîlokê xwe kuşt

.

A+A-

Sermayedar û karsazê Kurd ê xelkê Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê, Mehmet Emîn Çatuk ku li Dîlokê dijiya, xwe kuşt.

Mehmet Emîn çatuk ê 44 salî li Taxa Emek a qezaya Şahinbey a Dîlokê dijiya û karê hotelvaniyê dikir.

Çatuk şeva bihorî li mala xwe dawî li jiyana xwe aniye û xwe kuştiye.

Hêj sedema xwekuştina wî karsazê Kurd nehatiye zanîn, lê lêkolîn derbarê bûyerê de destpê kiriye.

Mehmet Emîn Çatuk ku bi eslê xwe xelkê qezaya Cizîrê li parêzgeha Şirnexê ye, zewicî bû û 3 zarokên wî hene.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin