Zînet Dînçer

Zînet Dînçer

Hemû nivîsên nivîskar >

Karkerê li xerîbîyê !

A+A-

Roj kin bûne û bi hatina payîzê çilê li ber derîye, çilê reş û dirêj ji belengaza re zehmet e. Divê ku xwe amade bikin, ji parve bi zorî û zehmetî zexîre û ava firingîya ku amade kirîbûn bi dawî bûbû. Lewra cardî pêwîst bû, wekî kesên dewlemend nikarin herin cihê kirîn û firotinê selikê xwe dagirin û bibin.

Ev jî tê wê wateyê kû herin kar û xebatê ji bo bîyanîyan.

Li hev kom bûn û biryara çuyînê didin, hinekan got emê herin alîyê Behra Reş bindeqan, hineka got na Behra spî êdî germe emê herin çinîna sêvan û firingîyan.

-Biryara Antalya derket, ewê xwe filan rojê amade kin bi maldarî herin kar. Hinek nivîn ê sivik û firax ji xwe re dane hev û li hev pêçan kirin balîyê nivînan girêdan, mêra barê giran avêtin ser pişta xwe, jin jî hinek du canî bûn û hinekan jî bi destê zarokê xwe girtibûn berê xwe dane îstasyona Diyarbekir, li wir heta saeta trênê rawestîyan, zarok digirîyan dayikên wan bi haşkirina zarokan ve mijûl dibûn, mêran jî di nav xwe de behsa yewmîya dikirin yekî got heta du mehan em rojê bi pêncî tl. yî bixebitin emê pê zivistana xwe derbas kin, kalêmerek ji wir rabû got gelo law yewmîya min jî ê wekî webe ?

Xortê ciwan got wele xalo nizanim, ez dibêm roja te ji ya me erzantire ji ber ku tu extîyarî û nikarî wekî me bixebitî.

Kalemêr got law nevîyê min nexweşe û bavê wî di hefsê de ye divê ku bixebitim û dermanê wî peyda bikim. 

Kalemêr bi avayke bê hêvî di cîh de danişî û qutîya xwe derxist çixareyek pêça û carê tûtina ku ketibû devê wî bi zimanê xwe yî ziwa tif dikir. Hê ji rabûna trênê re dem hebû, jina buxçika xwe vekirin û nan û zeytûn û hinek jî îsotê sorkirî, firingî hur kirin li dorê rûniştin û di xwarin.

Jin hinekî xemgîn bûn diçûn xerîbîyê çi tê serê wan, çi dibe ? Wan jî nizanî bûn, lê tenê zanîbûn kû çûna wan pêwîste.

Kalemêr devê wî şewitîbû ji isota tûj, li avê digerî ya çavên wî, cîrana wî Remzo av dayê got xalo ma min negot te tûje nexwe. Got de law dilê min jî çûyê lê zimanê min bûn peq , û domand got de tiştek nabe ewê derbas be.

Êdî dema trênê hatibû, hew kû waye trên li firfirka xwe dixe bi dengekî şewat. Malbat kete kelecanê zarokan dengê xwe yê girî bilind kirin, zilaman lez kirin firaxê xwe bi lez û bezekê avêtin vagona reş, jin û zarok jî bi cih kirin.

Trênê carek din bi dengeke şewat fikand û bi rê ket. Dema ku rabû trêna wan, hinekî hêsanî hatibû wan ji ber ku bi saxî silametî xwe avêtibûn trêne. Yekî ji wan got hûn zanin ? Ev cihê ku em herin ewê pirsa jime bikin bêjin . 

Hûn ji kune ?

Hûn hatine çi ?

Hûn ji tirka hez dikin ?

Hûnê karê xwe baş birêkûpêk bikin ?

Roja yewmîya we bi ev qas e û vayê hûnê li vir razin . Çi bipirsîn rast bêjin, ew fam dikin kû meriv derewan an jî rast dibêjin.

Lê nebêjin qey ewê xanîya bidin me ha ! Çadirin, emê di çadiran de bijîn. Jina li çavê hev nêrîn, wekî ku ji vê agahîyê kêfxweş ne bûbûn, trênê qederekî rê ya xwe vergirtibû, zarok raza bûn, êdî dayîkan jî zanibûn ku ew gelek westîyane dixwestin ew jî hema danişkî hinekî xwe hêsan bikin û razin, wan jî çavên xwe girtin , lê mixabin mêra nikaribûn razin ji ber ku tirsa wan hebûn ewle nedibûn di trênê de razin jin û zarokan bitenê bihêlin .

Xew ji çavê mêran diherikî lê xwe digirtin êdî rê hindik mabû, êdî tîrêjên tavê derketibû , zarok û jin jî şîyar bûbun , keçika por xelek got dayê ma çiqase rê geleke yanî dirêje dayika wê got hindik ma keça min hindik. Karwanê hêvîyê êdî giha bûn cihê xwe .

Çawîşê wan bi dengeke hêla got de rabin zû peya bin lez kin, careke din mêra firaxê xwe hilgirtin û jinan jî bi destê zarokê xwe girtin peya bûn ji trêna reş bê xew bûn westîya bûn hereba ke hespa li wir bû çawîş çû gel wî got tû yê me bi çiqasî bibî gundê ku jêre dibê Elmalî, xwedîyê hespê got bi 50 lireyî. Çawîş derxist lirê wî daye û hemû siwar bûn çawîş dibêje jibîr nekin ha min pere da ezê li ser we binivisînim mêra serê xwe hêjandin got başe. 

Ev çawîşê wan berê bi telefonê bi xwedîye bexçan re axifîye bazar kirîye serê karkerekî ji sedî 10 a wî ye, çawîş çi dike ew fekî naçine tenê karkeran dibe û tinê hersal karê wî ev e .

Ereba hespa li ber bexçê rawestî û got em hatin de peya bin . Baran hûrik hûrik dibarîya dinya ewr bû çend çadir vegirtibûn di qiraxa bexçan de darê sêvan bi bereket bû îsal tije sêvbûn jina got ku em çiqasî pir biçînin emê zêdetir pera qezenç kin.

Di çadiran de bi cîh bûn li derve ber çadiran civîyan yekî ji xwe razî hat bi dengeke nêvî qertafî nêvî bi pozbilindî got !

Hûn bixêr hatine !

Çawîş axifî : tu saxbî patron. 

Zivirî ser malbatê got, Hûn hatine çi ?

Hûn ji tirkan hez dikin?

Hûnê karê xwe baş bikin ? Bi çavê xwe jî wan dişopîne. Keçek 16 salî di nav wan de bû gelekî xweşik bû dayika wê keçik kişand pişt xwe da mêrik wê nebîne .

Malbatê got em belengazin û hatine kar , emê karê xwe baş bikin, lê pirsa ku gotibû hun ji tirka hezdikin bê bersiv hiştin.

Xwedîyê baxçe, çawîş kişand gel xwe û şîret lê kirin ji wir dûr ket. Çawîş ji malbatêre got , min fedîkar nekin û karê xwe baş bikin, ger hûn zirarê bidin sêva ewê perê we kêm bide we. 

Wê rojê xwe hinek rehet kirin xwarina xwe çêkirin li ser tifikê şorbeya nîska bû xwarina wan.

Roja dinê bi sihara sibêde rabûn û her yekî satilek bêdrokî kirin destê xwe û dest bi çinîna sêvan kirin . Heta êvarî 25 kesen 140 qase sêv çinîbûn êvarî westîya bûn careke din şîva xwe xwarin û hinek sêv jî biserde û zû razan da sibê careke din di sihara sibêde rabin û dest bi kar bikin, carna dehatin kontrolê xwedîyê bexçan , dest bi nituqê dikir hûn Kurdin bi çavekî biçûkxistinê li malbatê dinerî, lê, dinerî kû Kurdan karê xwe bi rêk û pêk dikin zêde deng nedikir. 

Heta du mehan ewê wiha bidome bixebitin perê xwe vergirin û berî bidin welatê xwe ji niha ve bêrîya welat kiribûn jî, lê pewîstbûn rêvîyê jînê. Heta niha wiha bû jîyana Feqîrê welat, dizivîrîn dihatin malên xwe, welatê xwe lê êdî mal wêranin cîh war hilweşîyan . Ewê werin çi warî, çi heremê ? 
 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin