Karker rastî nijadperestiyê tên

Karker rastî nijadperestiyê tên

Malbatên wekî karkerên çandiniyê yên demsalî çûn Manîsayê, di şert û mercên giran de dijîn û bi nêzîkatiyên nîjadperest re rû bi rû dimînin. Karkeran behsa şert û mercên xwe yên jiyanê û nêzîkatiyên bi wan re dimînin kirin.

A+A-

Malbatên wekî karkerên çandiniyê yên demsalî çûn Manîsayê, di şert û mercên giran de dijîn û bi nêzîkatiyên nîjadperest re rû bi rû dimînin. Karkeran behsa şert û mercên xwe yên jiyanê û nêzîkatiyên bi wan re dimînin kirin. 
Di her demsala havînê de bi hezaran karkerên demsalî berê xwe didin Manîsayê. Lê kesên ji bo kar tên di şert û mercên giran de dijîn. Malbatên bi piranî ji Pirsûs a Rihayê hatine û li Taxa Saribey a Manîsayê konê xwe vedane, di şert û mercên xirab de dijîn. Karker Emîn Şîmşek diyar kir ku car heye keyayê taxê nahêle biçin taxê û 3 meh in di şert û mercên giran de dijîn. Şîmşek, bilêv kir ku meha borî baraneke dijwar hatiye û konên wan di bin avê de mane û got: "Wexta em hatin vira em bi keyayê taxê re axivîn û me xwest ceraynê bikişînin. Lê nehişt. Baran barî û konên me di bin avê de man. Cendirme hatin gotin 'li jorê konteynereke vala heye' û xwestin em biçin wira. Lê keya li dijî vê jî derket. Me sedema wê pirsî, ji me re got 'berî hûn bên em bi gundiyan re axivîn, gundî we naxwazin.' Lê em li nav erdê van gundiyan dixebitin. Tu zirarek me nagihêje wan, berovajî wê fêdeya me digihê wan." 
 
BIJÎŞK GOT 'TERORÎST' Û MUAYENE NEKIR 
 

Karker Abdûllah Dîrîk jî, destnîşan kir ku şert û mercên wan ne tu şert in. Dîrîk, diyar kir ku çend roj berê wan penaberekî sûriyeyî biriye nexweşxaneyê lê bijîşk gotinên nîjadperestiyî gotine. Dîrîk ku got "Ji Pirsûsê malbateke penaber bi wan re hatiye. Mêrikê extiyar nexweş ketiye lê ji ber bi tirkî nizane min ew bir nexweşxaneyê" diyar kir ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Tûrgûtlûyê ew bi saetan li benda bijîşk mane. Dîrîk, got:"Ketim hundur û min ji bijîşk re got 'çima tu li encaman annihêrî.' Bijîşk bi ser min de qîriya got 'Li Sûriyeyê leşkerên me ji aliyê terorîstan ve tên kuştin. Çima ez we muayene bikim.' Piştî em hinekî ektin qirika heve dîsa qîriya got 'barbarno'. Li nexweşê me nenihêrî." 
 
Dîrîk, diyar kir ku şert û mercên ew tê de dijîn ne tu şert in û ji bo başkirina van şertan xwest rayedarên Şaredariya Tûrgûtlûyê gavina bavêjin. 
 
Li ser vê me xwe guhand Endama Meclîsa Şaredariya Tûrgûtlûyê yê CHP'î Esma Toprak. Toprak, anî ziman ku hayê wan ji van pirsgirêkan tune ye, lê belê piştî hayê wan jê çêbûye û ceryan hatiye dayîn. Toprak, bilêv kir ku ew ê ji bo pirsgirêkên karkeran û pêdiviyên wan tev bigerin. 
  
MA
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin