Karesatên Kurdistanê

Karesatên Kurdistanê

Evdirehmanê Gundikî

A+A-

Hêj rondikên çavên miletê kurd ziwa nebirîn; karesat li ser karesatan, li ser me miletê kurd de tên û hêj birînên dilê em raw û rûnebirîn, em wan karesatan û sedemên wan jî ji bîrdikîn.

Ez dê bi rêya serhatîyên çar bajarên Kurdistanê re, çar karesatên Kurdistanê pêşkêşî miletê kurd bikim. Ez bîranînên evan karesatan ji bo xwe erkekî yê netewî dibînim. Rewşa me miletê kurd û Kurdistana me ya ji hev hatîye kert kert kirin dîyare. Rewşa hevalbendîyên dagirkerên welatê me jî li berçavan e.Mirov nikare ji dagirkerên welatê xwe re bêje rehmê li me bike. Qerekterên dagirkerîya welatan û bindestîyên wan, bi zilma serdestan ve rêve diçe.

Lê ez di xwazim pirsîyarê ji xwe û sîyaset medarên welatê xwe bikim; gelo ev felaketên netewî yên li ser me de tên û ji me diborin; em çawe dersan jê digirîn? Gelo qet ti binaskarîyên me û şêweyên sîyaset û nezelalîyên sîyasetên me de, bi hatina evan felaketan de tinînin?

1-Karesata Şingalê: Em tev de wehşeta terora DAIŞê û nîyetên wê yên bi çekên ceyşa Êraqê ve hêrişî Şingalê kirîn û daxwaza wan ya tevahîya Kurdistanê careka dî jî destilser bikin dizanîn; belê bi serneketin. Lê çawe çêbe ko têgiheştekali ser navê kurdan rabe û bêje: ‘’Êzidî ne Kurdin’’ , ‘’Şingal bila ne bi  Kurdistanê ve girêdayî be’’. Gelo bingehê vê gotinê ji kûve dihêt? Evê têgiheştê bi piştgirîya dagirkeran û perên wan; hinek ji civata Êzidîyên li ser dîn û çanda xwe hinde mihavezekarin; birin û destên wan û dewleteka hêj jî ji wan zêdetir li ser dîn û meshebê xwe mihavzekartirin, giheştandîn hevdu. Gelo ev têgiheşta henê xizmetê ji kêre dike? Gelo em dê ji bilî pêşîlêgirtina serxwebûn û çareserîya doza Kurdistanê û pêve ji vê rewşê re çibêjîn?

2- Karesata Şernexê û bûyarên li bakurê Kurdistanê de rûdayîn. Ez wekî kurek yê Şernexê bi hemî şêweyên jîyana Şernexîyan û nexşeya Şernexê û nîyetên dagirkeran nasdikim. Dizanim li dirêjîya mêjûya Şernexê û Botanîyê de, ev herêma dikeve çaryana Kurdistanê de radestî dijminên xwe nebirîye. Paşê jî ez bizanim û bibînim ko ew têgiheşta li ser navê kurdan rabirî û rê ji ber hemî welat parêzan birîbe û li ber çavên Şernexîyan ew li kolaneyekê de elxaman bêxin libin xanîyên sêwîyên şehîdan de ji bo teqandina xanîyên sêwîyên Şirnexîyan re bixebitin û li kolaneya dî de jî quweta Tûmeneka eskerên dagirkeran çav dêrîyê li wan bikin; ez dê ji vê rewşê re jî çibêjim?

3- Karaseta Kerkûkê: Gelo ev çi têgiheşte ko di dema destketîyên miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê re; dem hinde li hevdu guncayîbe; li vê demê de ew têgiheşta bikeve pêşîya dagirkerên welatê xwe û dilê welatê xwe radestî dagirkeran bike; ez dê ji vê têgiheştê re çibêjim?

4- Gelo ew têgiheşta dilê wê li parçe parçe kirina Kurdistanê û Kurdistanîyên wê têr nebirîbe û rabe bi nave  Kantonên  Bakurê Suryeyê, zarogên kurdan li ber desthilatdarîya ereban de bide kuştin. Lê nehêle gencên kurdan ji bo parastina welatê xwe biçin û xwe bidin şehîd kirin; ez dê ji rewşê re çi bêjim?

Ez hîvîdarim ko ev tirsa dilê min dê rast dernekeve û qedera Efrînê jî dê nebe wekî ya Şingal, Kerkûk, Şernex û hemî bajarên dî yên Kurdistanê!

Şernex çaryana herçar alîyên Kurdistanê ye, Kerkûk dilê Kurdistanê ye, Şingar derîyê vekirina pirojeyên şîîtîyê yê ji Îranê hita bigihî Libnanê ye, Efrîn derîyê bêhinkêşan û senewa hinarteya petrola  Kurdistanê ya ji derveyî Kurdistanê ye.

Gelo ev herçar bajarên Kurdistanê yên xudanên evan sifetan bin dê çawe bête hesabên dagirkerên Kurdistan li ser pêyan bimînin? Gelo em dê çawe bikarîn ji evê têgiheşta evan keysan didin dagirkerên Kurdistanê re bejîn ev têgiheşteka Kurdistanî ye?

Gelo; ma ev ne erkê me evê têgiheşta Kurdistanî û serxwebûn parêzane ko em bi  hevkarîyeka netewî ve û bi cesaretaka Kurdistanîbûnê ve evê rewşê ji miletê xwe re bidîn zelalkirin?

06.02.2018

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin