Kaplan li ser Zanayê: Hêza we tenê têrî kurdan dike!

Kaplan li ser Zanayê: Hêza we tenê têrî kurdan dike!

Wekîlê berê yê HDPê Hasip Kaplan li ser betalkirina parlameniya Leyla Zanayê got: Ew kesên ku ji kurdan re dibêjin nijadperest, belkû hûn şerm bikin. Hêza we tenê têrî Kurdan dike.”

A+A-

Di derbarê Parlamentera HDPê ya Agiriyê Leyla Zanayê de ku sonda wê nehatibû qebûlkirin û nedikarî beşdarî civînên yasayî yên parlamentoyê bibe, de raporek hatibû amadekirin. Di encam de duh parlamentoya Tirkiyê duh parlamenteriya Zanayê duh ji dest hat girtin.

Hasîp Kaplan, parlamenterê HDPê yê Şirnexê yê berê jî li ser hasabê xwe yê Twitterê bertek nîşanê vê yekê da û wiha nivîsî: “Ew kesên ku ji Kurdan re dibêjin nijadperest, belkû hûn şerm bikin. Ez dikarim 20 parlamenterên AKPê bijmêrim ku nehatine parlamentoyê. Hêza we tenê têrî Kurdan dike.”

Hasîp Kaplan berî çend rojan di derbarê postê hevserokatiya HDPê de jî li ser medya civakî gotibû, ‘Divê ti tirkek çav bernede postê hevserokatiya HDPê. Bila herkes hedê xwe bizane’ û piştre jî ji HDPê îstîfa kiribû, Kaplan her wiha gotibû ku diviya wê çaxê îstîfa bikira dema ku tirkek ji bo kongreya netewî a kurd dihat hilbijartin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin